Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Êla Begarayê xwe ji lîderekî bêrî dike ji ber hevahengiya bi Feyleqê Pasdaran re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêxekî êla Begarayê di Konferensa Giştî ya Encumena Şûraya êlê de di 5ê Tebaxê de diaxive. [Wêneya Ehmed Salim]

Şêxekî êla Begarayê di Konferensa Giştî ya Encumena Şûraya êlê de di 5ê Tebaxê de diaxive. [Wêneya Ehmed Salim]

Şêxên êla Begarayê vê hefteyê xwe ji lîderê xwe Newaf Beşîr bêrî kirin ji ber hevahengiya wî bi rejîma Sûrî û Feyleqê Pasdarên Şoreşger ên Îslamî yên Îranî re ku milîseke êlî ya nû li devera biyabanî ya li başûr û rojhilatê Sûriyê damezrînin..

Lîder, mezin û şêxên 28 elên Begarayê yên ku nûneratiya mêrên êlan li gundewarên Idlib, Dêrezor, Reqa û Helebê dikin di Konferensa Giştî ya Encumena Şuraya eşîrê li gundewarên Idlibê di 5ê Tebaxê de civiyan.

Wan hewldana Beşîr ku biryara êlê bixe destên rêjîmê û Feyleqê Pasdaran "yekcar red kir", çalakvan Ehmed Salim got, ku di konferensê de amade bû.

Wî ji Diyaruna re got ku Beşîr hewl dide ku misoger bike ku Îran serdestiya êlê bike, ku yek ji êlên Sunî yên Ereb ên herî mezin li (biyabana) Badiya Sûriyê ye.

"Serokê Encumena Şûraya êlê, Şêx Namis Doş, di konferensê de amade bû, daku redkirina êlê ji plana Beşîr a tayifî re piştrast bike," wî got.

Di dawiya koferensê de, beşdaran xwe ji Beşîr bêrî kirin û ew weke "xayin" wesif kirin, gotin ku "ew tenê nûneratiya xwe û kesên ku ber bi wî ve çûne û projeya xwe ya tayifî dike", Salim got.

Plan "gelekî binketî ye"

Salim got ku giftûgoyan di konferensê de giranî dane hewldana Beşîr daku êlê bixe jêr kontrola Feyleqê Pasdaran û wê bike şaxekî nû ji Feyleqê Pasdaran re li herêmê.

Bandora vê yekê dê hebe "ji ber ku bandora êlan ya herî mezin li gelek deverên Sûrî heye, bi taybet, li bakur û herêma Badiyê", wî got.

"Nîşankirina Beşîr weke xayin û lihevkirina ku berdine wî ji êlê wî dixe tengaviyeke rast, ji ber ku li gorî asa û nerîtên êlî, cezakirin li ser tawaneke mîna vê dibe ku gelekî tund be, dibe ku nefîkirina hetahetayî ji êlê be," wî got.

"Beşîr hewl da ku projeya xwe di nav mêrên êlê yên bi esil Şîe û di nav mêrên êlê yên ku li Libnanê bûne penaber de belav bike," Salim got.

"Lê belê, tevî zext û handerên diravî, projeya Beşîr daku milîseke heşda şaabî damezrîne li jêr fermandariya xwe gelekî binketî ye," wî got.

Ew kesên ku tevlî milîsa nû bûne "hejmara wan kêm e û li herêminan li Heleb û Hesekê dijîn", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500