Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Dêra Zorê komkujîya DAIŞê ya di derheqê êla Şiêtat de bi bîr tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bi sedan endamên êla Şiêtatê tevlî rêzên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bûne bo şerê DAIŞê bikin. [Wêne ji Al-Araby TV hatiye wergirtin]

Bi sedan endamên êla Şiêtatê tevlî rêzên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bûne bo şerê DAIŞê bikin. [Wêne ji Al-Araby TV hatiye wergirtin]

Êlên Dêra Zorê Yekşemê (9ê Tebaxê) salvegera şeşem akomkujîya 2014an ya ku 700 kes ji êla Şiêtat tê de hat kuştinli ser destê "Dewleta Îslam" (DAIŞ) bi bîr tînin.

Weke rêzgirtinê ji kesên hatine kuştin re êlên Dêra Zorê, Hesekê û Reqayê kombûnên şînê li dar xistin, mîdyavanek û endamê êla Şiêtat Samih Eqîdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku serdanên bo gorên kesên di komkujîyê de hatine kuştin hatin encamdan.

Komkujî, ku di 9ê Tebaxa 2014an de qewimî, pêk hat ji ber ku êlê hukimê DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê red kir.

DAIŞê ciwanin ji êla Şiêtat girtin piştî wan di sala 2014an de serhildanek li dijî wan li dar xist, û pişt re wê bêhtir ji 700 kesî ji endamên êlê kuştin. [Wêne ji Baladi News hatiye wergirtin]

DAIŞê ciwanin ji êla Şiêtat girtin piştî wan di sala 2014an de serhildanek li dijî wan li dar xist, û pişt re wê bêhtir ji 700 kesî ji endamên êlê kuştin. [Wêne ji Baladi News hatiye wergirtin]

Eqîdî got ku endamên DAIŞê êrîşeke sê-rojî pêkanîn, ku di wê êrîşê de wan her kesê temenê bêhtir ji 14-salî girt û kuşt.

Qurbanî di komgoran de li çend bajarokên ku hebûna êla Şiêtat li wan heye hatin binaxkirin, bi taybetî Keşkîya, Geranîc û Ebû Hemam.

Hevdem, DAIŞê piranîya malbatan ji herêmê bi dûr kirin, ku dora100,000 kes bûn, û ew şandin biyabanê weke cezayekê ji ber serhildana wan li dijî wê kir. Pişt re destûr ji hinekan re hat dan ku vegerin malên xwe.

Di roja bîranînê de, serkêşên Şiêtat û êlên alîgir teqezî li ser rola girîng a ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (SDF) û Hevpeymanîya Navdewletî gerandin bo nehiştina hukimê rêxistinê kirin.

Wan got ku bêhtir ji 3,000 ciwanên êla Şiêtatê tevlî rêzên QSD bûne.

Wan herwiha paşmahîyên DAIŞê bipêkanîn pêla dawî ya terorkirinan ku hejmarek ji serokên êlan û rûsipî li Dêra Zorê armanc kirin tawanbar dike.

Wan got ku ev formeke gurkirin û serxistina alozîyan e ku armanc jê çandina tovên fitnegêrîyê ye, û wan rejîma Sûrîyayê tawanbar kir ku ew roleke têkder digerîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500