Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî navçeyekê li rojhilatê Diyalayê ewle dikin

Xalid Taî

Endamên Firqeya Bersivdayîna Lezgîn di 4ê Gulanê de operasyoneke lêgerînê li navçeya Ebû Seydayê, li parêzgeha Diyalayê pêk tînin. [Wêne ji Firqeya Bersivdayîna Lezgîn hatiye wergirtin]

Endamên Firqeya Bersivdayîna Lezgîn di 4ê Gulanê de operasyoneke lêgerînê li navçeya Ebû Seydayê, li parêzgeha Diyalayê pêk tînin. [Wêne ji Firqeya Bersivdayîna Lezgîn hatiye wergirtin]

Berpirsekî ragihand ku Hêzên Bersivdayîna Lezgîn Sêşemê (28ê Tîrmehê) operasyonên lêgerînê bo paqijkirina navçeya Ebû Seydayê li parêzgeha Diyalayê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) qedandin.

Hêzên Bersivdayîna Lezgîn, ligel hêzên din ên artêşê, polîsê federalî , operasyoneke lêgerînê ya berfireh roja Yekşemê li gund û baxên Ebû Seydayê û derdora wê li dar xistin, peyvdarê firqeyê Ebdul Emîr Muhemedawî ragihand.

Oprasyon di çarçoveyaqonaxa çarem a pêngava "Lehengên Îraqê" de bû, ku di 11ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin bo ramaliştina zincîra sînorî ya bi Îranê re -- di nav de deverên li rojhilatê Diyalayê -- û deverên di navbera hêzên federal û Pêşmergeyan de.

Buyerên ewlehî li Ebû Seyda hinek caran diqewimin û êrîş jî hene, di nav de topbaranên bi hawen, êrîşên çekdarî, terorkirin, û şewitandina bax û bexçeyan.

Leşkerine Îraqî di 28ê Adarê de baxekê li navçeya Ebû Seydayê li parêzgeha Diyalayê pişkinîn dikin, ew li paşmahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî di 28ê Adarê de baxekê li navçeya Ebû Seydayê li parêzgeha Diyalayê pişkinîn dikin, ew li paşmahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şêst û şeş gund û bustan di vê xebatê de hatin pişkinînkirin û ewlehkirin bo ewlehkirina navçeya Ebû Seyda û Muqdadiya, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş Sêşemê di daxuyanîyekê de ragihand.

Di daxuyanîyê de hatiye ku hêzên ewlekarîyê 10 veşartgeh dîtine û 19 bombeyên bidestçêkirî têk birine, di nav de sê bombeyên mişt C4 a teqînên dijwar dirust dike.

Wan herwiha dest danî ser 20 rokêtên Katyûşa, û avêjereke RPG-7, 11 topên hawen û hinek çekan û cebelxaneyan, li gorî daxuyanîyê.

Rêgirtin li ber êrîşên DAIŞê

Navçe bi temamî di dema operasyonê de hat pişkinînkirin, Muhemedawî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên Îraqî sê kesên tên xwestin girtin, ew ji ber çandina bombeyên teqîner, pêkanîna êrîşan li ser xanîyan û hêzên ewlekarîyê û danîna kemînan tên xwestin,

Wî da zanîn operasyon bi "hevahengîkirineke mezin bi xelkê re" ha pêkanîn.

Gundên li Ebû Seydayê mîna Muxêsa û Ebû Kerma, "êdî bi başî ji gefa paşmahîyên DAIŞê tên parastin", wî got.

Wî got ku tu şanên çalak ên DAIŞê li navçeyê tune ne, lê hinek caran paşmahîyên rêxistinê bi dizî derbasî bax û dehlan dibin bo xwe li van wan veşêrin û êrîşên tororî pêk bînin, û da zanîn ku ev çalakî "kêm in û bê bandor in".

Wî got ku xeterîya ji hêla van elementan ve bi awayekî berçav kêm dibe "bi saya operasyonên berdewam bo paqijkirina Ebû Seydayê û sepandina ewlehîyê," wî got.

Operasyonên Fiqeya Bersivdayîna Lezgîn armanc dike ku "desthilata dewletê bisepîne" û "hemû awayên hilgirtina çekên neyasayî bi dawî bike", wî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500