Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî qonaxa 4ê ya ''Lehengên Îraqê" dest pê bike

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî serdana dergehê sînorî yê bi Îranê re li Mendelî dike, li bakurê-rojhilatê parêzgeha Diyalayê, roja 11ê Tîrmehê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî serdana dergehê sînorî yê bi Îranê re li Mendelî dike, li bakurê-rojhilatê parêzgeha Diyalayê, roja 11ê Tîrmehê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Şamîyê (11ê Tîrmehê) qonaxa 4ê ya pêngava"Lehengên Îraqê" dest pê kirin bo paqijkirina rojhilatê parêzgeha Diyalayê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Operasyon, ku devereke bi rûbera 18,000 kîlometrên çargoşe dide ber xwe, giranîyê dide ramaliştina zincîra sînorî ya bi Îranê re û deverên di navbera hêzên federal û Pêşmerge de, ku DAIŞ berî aniha hebûneke xwe li wir peyda kiribû.

Devera tê armanckirin xwedan topografîyeke komplêks e û şerkirina li wir gerekdarî karînên serbazî yên taybet e, Tehsîn Xefacî, peyvdarekî Fermandarîya Operasyonên Hevbe, ji Diyaruna re ragihand.

Kendûkozên pirreng û dehlên himbiz "rê didin terorîstan ku xwe veşêrin û penagehên ewleh ji xwe re ava bikin", wî got.

Hêên Îraqî roja 11ê Tîrmehê qonaxa 4ê ya pêngava "Lehengên Îraqê"dest pêk dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Hêên Îraqî roja 11ê Tîrmehê qonaxa 4ê ya pêngava "Lehengên Îraqê"dest pêk dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Wî got ku di encamê de pêngava nû "girîng e û dê bandoreke mezin li ewlehîya welat bike".

Hevahengîyeke mezin

Xefacî da zanîn ku hêzin ji Ajansa Dijî Terorîzmê û Firqeya Bersivdayîna Bilez, û herwiha hinek yekîneyên polîsê federal, artêş û hêzên heşda êlan di pêngavê de cih digirin, û dîyar kir ku hêzên dijî terorîzmê ji parêzgeha Sulêmanîyê jî beşdar in.

"Em bi wan re hevahengîyê dikin bo paqijkirina deverên li tenîşt Herêma Kurdistanê û bo nehiştina valahîyên ewlehî," wî got.

Wî got ku hêza asmanî ya Îraqî piştevanîya van hêzan dike, artêş jî bi 24 helîkopteran beşdar e, û da zanîn ku balefirên şer ên hevpeymanîyê jî piştgirîyê didin pêngavê.

Xefacî got ku heta aniha pêngavên "encamên pir baş" bi dest xistine.

"Em gihiştine deverên dûrdest ên ku hêzên me ji sala 2003an ve negihiştine wan," wî got, û da zanîn ku hêzên me paşmahîyên DAIŞ ji wan deveran derxistine, û ew êdî bi temamî li jêr kontrola wan in.

Hêzên ewlekarî "sê terorîst kuştine, û hejmarek ji kesên tên xwestin girtine, û herî kêm 15 stargeh û veşartgeh, bi dehên bombeyên bidestçêkirî û topên hawn wêran kirine", wî got.

Wan herwiha çek, motor, alavên teqandinê, û 100 kîlogram teqemenîyên ji celebê C4 wêran kirine.

Wan navçeya Ebû Saida û gundên li bakur û rojavayê Gola Hemrînê ewleh kirine, di nav de Um Xezlan, Sirha, Siwa, Hesen Dain, Hewra, Omer Mendan, Anjana, Wadî Qeseb, Kampa Ayşa û Zûr Nehir el-Wend.

Parastina xalên sînorî

Hevdem ligel pêngava serbazî, hêzên taybet li xalên sînorî yên Mendelî û Munzirîyayê, yên bi Îranê re, li navçeya Xaneqîn li rojhilatê parêzgeha Diyalayê hatine bicihkirin.

Armanc ji vê yekê nehiştina gendelîyê û qaçaxîyê ye û sepandina serwerîya yasayê ye.

"Xala sînorî [ya Mendelî] li jêr parastina hêzên me ye, yên ku hatine mafdarkirin ku geleyan berdin her kesên ku navçeya gumrikê bipê bike,"Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di serdanekê de bo Diyalayê bo pişkinînkirina rewşa dergehê sînorî, roja Şemîyê, ragihand.

Wî hişyarî ji "kesên xêrnexwaz" da, yên ku li xalên sînorî pereyan ji karsazan werdigirin û got ku ew dê "werin şopandin û jinavbirin".

Wî teqez kir ku xebata vegerandina serwerîya yasayê li xalên sînorî dest pê kiriye, û da zanîn ku ev daxwazeke gelê Îraqê û kesayetên civakî û siyasî ye.

"Hinek hene hewl didin ku kaosê bidin pêş bo dapoşîna kesên gendel, lê em dê xebatên xwe berdewam bikin bo sepandina yasayê û serwerîya dewletê" Kazimî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelî qehramanan divê hûn giranîyê bidin dehlên Behrazê û deverên Celawla, Ezîm û Hemrînê ku gelek veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wir hene. Divê ku hûn her bostekê ji wan deveran paqij bikin. Celawla xaleke pir girîng e ji endamên DAIŞê re ku ew ji hemû deveran xwe li wir digirin, wan Celawla wêran kir. Ji kerema xwe hêzeke mezin ji hêzên ewlekarîyê li wir bi cih bikin û dest ji Pêşmerga, herwiha endamên hewalgirîyê berdin, ji ber ew bêkêr in. Xelkê Celawlayê baş û xweşmirov in, aniha devera wan ji ber DAIŞê pir xeter e. Dawîya DAIŞê pir nêz e, bi hêvîya Xwedê, û bi saya vê pêngavê. Xwedê ji we razî be û hûn her sax bin!

BERSIV BIDE