Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî kontrola xwe li ser 15 xalên sînorî yên bejayî û deryayî qayim dike

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî roja 24ê Tîrmehê li ser girekî axî ku hatiye rakirin bo parastina xala sînorî ya Şelemçeyê bi Îranê re rawestîyayî ne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî roja 24ê Tîrmehê li ser girekî axî ku hatiye rakirin bo parastina xala sînorî ya Şelemçeyê bi Îranê re rawestîyayî ne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî kontrola tam li ser 15 xalên sînorî yên bejayî û deryayî dupat kirin di çarçoveya planekê bo nehiştina gendelîyê, qaçaxîyê û çalakîyên neyasayî, artêşê Şemîyê (25ê Tîrmehê) ragihand.

Lê pêngava ewlehî, ya ku 11 Tîrmehê hatiye destpêkirin, dê berdewam be û armanca wê ew e ku serwerîya yasayê û dewletê li ser hemû xalên sînorî bisepîne, lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ragihand.

Heta aniha hikûmetê 11 xalên sînorî yên bejayî ewlehkirin, ku piranîya wan bi sînorê bi Îranê re ne, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ew xalên sînorî ev in: Mendelî, Munziriya, Badra, Zerbetiya, Şayib, Şelemçe, Sefwan, Trêbîl, Ebû Fulûs, Erar û Qaim.

Leşkerine Îraqî roja 16ê Kanûna Duyem barhilgirekê pişkinîn dike, ku ew radihêje otombîlên ji derveyî welat hatine anîn bi rêya dergehê sînorî yê Trêbîlê bi sînorê Urdunê re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî roja 16ê Kanûna Duyem barhilgirekê pişkinîn dike, ku ew radihêje otombîlên ji derveyî welat hatine anîn bi rêya dergehê sînorî yê Trêbîlê bi sînorê Urdunê re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Çar xalên sînorî yên deryayî hatine ewlehkirin: Um Qesir (Bakurî, Başûrî, û Navîn) û bendera Xor el-Zubêr li parêzgeha Besrayê.

Xefacî got ku Fermandarîya Operasyonên Hevbeş plan bo qayimkirina desthilatdarîyê li ser xalên sînorî peyda kirin, di nav de bicihkirina yekîneyên serbazî li gelek enîyan.

Wî dîyar kir ku ev hêz "xwedan desthilatdarîyeke rewa ne ku rê dide wan ku destêwerdanê bikin û her binpêkirin û zêdegavîyekê rawestînin û rê li ber hewleke bezandina rênimayî, ferman û qewêtîyan bigirin".

Pêncşemê, birêveberê dergehê sînorî yê Zerbetiyayê bi Îranê û alîkarî wî postên wan hatine bidûrxistin piştî ku wan êrîş bir ser karmendekî gumrikê çaxê ku wî erkên xwe li dergeh pêk tanîn, li gorî raportên ragihandinê.

Xefacî da zanîn ku wan dixwest ku fişarê li ser karmend bikin bo ew yasayê û rênimayên operasyonê bin pê bike, lê hêza serbazî ya erkdar bi parastina xala sînorî ew her du kes girtin û ew radestî dadgehê kirin.

"Em dê hemû rêkarên di desthilata me de bidin pêş bo nehiştina gendelîyê û rêgirtin li ber xerckirina samanên me yên niştîmanî û diravên giştî bi rêya reftarên neyasayî yên kesên di desthilatê de," wî got.

"Artêşê ferzkirina kontrola tam li ser hejmarek ji xalên sînorî bi dawî kir, lê ew li vir ranaweste û dê xebatên me berdewam bin heta ewlehkirina xalên bazirganî yên mayî," wî got.

Îraq bi milyarên dolaran wenda dike ji ber gendelîyê û lawazbûna çavdêrîkirina 22 xalên sînorî yên deryayî û bejayî.

Zêdegavî ji anîna pêdivîyan ji welatên biyanî bi belgeyên sexte yan bêyî hebûna standerên coratîyê, û nedana gumrik û bacên li ser pêdivîyan tên danîn pêk tên.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500