Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî pêşketineke mezin pêk tînin di nehiştina DAIŞê de li Diyalayê

Xalid Taî

Serkirdeyên serbazî roja 13ê Tîrmehê planên cihgirtina di qonaxa çarem a pêngava ''Lehengên Îraqê'' de nîqaş dikin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Serkirdeyên serbazî roja 13ê Tîrmehê planên cihgirtina di qonaxa çarem a pêngava ''Lehengên Îraqê'' de nîqaş dikin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî pêşketineke girîng li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li tixûbên parêzgeha Diyalayê pêk tînindi çarçoveya qonaxa çarem a pêngava ''Lehengên Îraqê'' de.

Operasyon ku rûbereke bi firehîya 18,000 kîlometrên ducar dide ber xwe, giranîyê dide ramaliştina zincîra sînorî ya bi Îranê re û deverên dikevin navbera hêzên Federal û Pêşmergeyan de, ku berî aniha DAIŞê hebûneke li wê deverê çê kiribû.

Ji dema destpêkirina pêngavê roja Şemîyê (11ê Tîrmehê), dora 60 veşartgeh û bêhtir ji 200 mûşek û bombeyên bidestçêkirî, ku hinek ji wan pir xeternak bûn, hatine wêrankirin.

Heft kemberên teqîner û qasên mezin ji cebilxaneyê hatine wêrankirin, û dest li ser heşt motoran hat danîn.

Leşkerên Îraqî roja 12ê Tîrmehê lêgerînek li navçeya Beherz a Diyalayê pêk tîne di çarçoveya qonaxa çarem a pêngava ''Lehengên Îraqê'' de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî roja 12ê Tîrmehê lêgerînek li navçeya Beherz a Diyalayê pêk tîne di çarçoveya qonaxa çarem a pêngava ''Lehengên Îraqê'' de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê herwiha 186 gund paqij kirine û ewleh kirine, sê endamên DAIŞê kuştine, du birîndar kirine û heft kesên cihê gumanê girtine.

"Operasyona herî serketî"

Kampanya dawî "yek ji operasyonên herî serkeftî bû" li gorî encamên mezin ên li ser zemînê hatine bidestxistin, parlemantarê Îraqî ji parêzgeha Diyalayê Ehmed Muzhir Cibûrî ragihand.

Gund û deverên ku operasyon li wan tê bicihanîn carê gefeke rasteqîn li dijî ewlehîya parêzgehê û tevahîya welat pêk tanîn.

Wî got ku tevî kêmbûna çalakîyên terorî li van deveran di salên dawî de, hîn xeterî heye, û da zanîn ku paşmahîyên DAIŞê hewl didin ku êrîşan li dijî sivîlan û armancên serbazî ji veşartgehên xwe pêk bînin.

Cibûrî got ku ev veşartgeh bêhtir li Girên Hemrînê yên asê ne, li deverên li bakurê Muqdadiyayê, û derdora navçeya Xaneqîn li raserî herêma Kurdistanê.

Wî da zanîn ku sînorî îdarî yê bi parêzgeha Selahedînê re, ku gelek deverên ne ewleh li wir hene, hîn devereke germ e.

Wî teqez kir ku pêngavê 95% ji wê xakê paqij kiriye, ku ew hemû hatiye pişkinîn û ramaliştin, û da zanîn ku hêzên Îraqî hejmarek ji endamên DAIŞê kuştin û girtin û baregeh û veşartgehên wan ên çekan kifş kirin.

Xalên pişkinînê

Cibûrî da zanîn ku rêkara herî girîng danîna xalên pişkinînê ye bo kontrolkirina deverên ku ewlehî li wan lawaz e, û got ku dora 20 xalên pişkinînê heta aniha hatine danîn, ku êdî pir zehmet e ku tundrew karîbin li wan deveran bi cih bibin.

Wî teqez kir ku bajarokên Şêx Baba, Îslah û Zûr, ligel gundên stratîjî yên navçeya Qera Tepayê êdî bi temamî hatine ewlehkirin.

Li Qera Tepayê operasyonên dijwar di çarçoveya pêngava serbazî de hatine lidarxistin, ji ber cihê yê stratîjî yê nêzî parêzgehên Sulêmanî, Selahedîn û Kerkûkê, li gorî Cibûrî.

Heftîyekê berî destpêkirina pêngavê, serkirdeyên serbazî yên payebilind, bi serokatîya fermandarê Operasyonên lîwa Qasim Muhemedî, kampek li Qera Tepayê pêk anîn bo serpereştîkirina operasyonên lêgerînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500