Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gefên DAIŞê malbatan neçar dikin ku careke din ji deverên ewleh koçber bibin

Xalid Taî

Hêzên Firqeya Bersivdayîna Lezgîn operasyoneke lêgerînê li Gola Asim li Diyalayê digerînin di çarçoveya qonaxa heştem a "Vîna Serketinê" de. [Wêne ji Şaneya Mîdya Ewlehî hatiye wergirtin]

Hêzên Firqeya Bersivdayîna Lezgîn operasyoneke lêgerînê li Gola Asim li Diyalayê digerînin di çarçoveya qonaxa heştem a "Vîna Serketinê" de. [Wêne ji Şaneya Mîdya Ewlehî hatiye wergirtin]

Tengejîya bêwarîyê li Îraqê bi awayekî berçav kêm bûye ji ber rewşa ewlehî ya baş li deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, şarezayan ji Diyaruna re ragihand.

Wan daxuyand ku hîn li hinek deveran "koça berevajî" bi awayekî berfireh heye ji ber xeterîyên nû yên ku paşmahîyên DAIŞê çêdikin.

"Koça berevajî" ew e ku xelkê vegerîyane warê xwe dibînin ku ew careke din neçar in birevin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov ragihand ku wê di sala 2019an de koçkirina 250 malbatan ji rojhilatê parêzgeha Diyalayê, ji ber gefên paşmahîyên DAIŞê, belgeh kiriye.

Malbat şênîyên gundên dûr ên navçeya Xaneqîn û yên li nêzî gola Hemrînê ne, Fadil Xerawî, endamê komîsyonê teqez kir.

Şênîyên ku vegerîyabûn gundên xwe neçar mane ku careke din koç bikin û yan berê bidin kampan an deverine ewleh ên din "ji ber ku ew ditirsin ku DAIŞê çalakîyên xwe vegerîne û êrîşên nişkayî dest pê bike", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Ev gund û bajarok ligel kendûkozên sext û zavîyên çandinîyê yên berfireh hevsînor in," wî got, û da zanîn ku hîn hebûna paşmahîyên DAIŞê li wir heye.

Wî dîyar kir ku ew hertimî hewl didin ku sûdê ji valahîyên ewlehî wergirin bo êrîşan li dijî sivîlan pêk bînin, ku ev yek li hinek deveran bûye encama "koça berevajî"

Hêzên Îraqî qonaxa heştem a pêngava"Vîna Serkeftinê" 29ê Kanûna Yekem dest pê kirin, ya ku parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk, Nînewa û Enbarê dide ber xwe.

Li Diyalayê, Firqeya 5ê a Artêşê, Polîsê Herêmî û Firqeya Bersivdayîna Lezgîn gelek gundan li nêzî Xaneqîn, girên Hemrînê, Gola Ezîm û dehlên Ebî Seyda û Nîdayê teftîş kirin.

Operasyon bû encama kuştin neh xwekujan û wêrankirina 58 tunêl û veşartgehan û burcekî çavdêrîyê.

Herwiha kargeheke bombeyan, 223 alavên teqîner, hawenek, mûşekeke dijî tankan û 250 kîlogram ji teqemenîyên C-4 hatine wêrankirin.

"Komine çete"

Endamên DAIŞê "lawaz in û moralên wan daketî ne ji ber fişara ewlehî ya pir mezin", Heysem Hom, şêxekî êlên Diyalayê teqez kir.

"Artêş, polîs, êl û ajansên din ên hewalgirî û ewlehî wan li her deverê nêçîr dikin," wî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku êrîşên DAIŞê bi tenê "xwevedizîn in" bo tirsandina xelkê deverê.

Wî teqez kir ku rast e malbat li hinek deveran li rojhilatê Diyalayê, nemaze li gundên Zor, Şêx Babaû Weqif û derdora Xaneqînê, neçar bûne careke din ji ber êrîşên DAIŞê bêwar bibin.

Êrîşa dawî roja 30ê Kanûna Yekem pêk hat dema ku segvanekî leşkerek li Nîdayê kuşt.

Hom teqez kir ku "koça berevajî" sînordar e, ji ber ku "operasyonên serbazî çalakîyên endamên terorîst lawaz dikin û rê li ber xewnên wan ên peydakirina cihêpêyekî li deverê digirin".

Li gorî Wezareta Koçberîyê ya Îraqî, hejmara malbatên ku vegeriyane parêzgeha Diyalayê nêzî 14,000 in.

Tengejîya bêwarîyê bi giştî li piranîya parêzgehên ku terorîzmê ziyan gihandiye wan ber bi dawî ve çûye, şirovekarê warê ewlehî Sefa Asem ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku paşmahîyên DAIŞ yên gelek malbat neçarkirin ku careke din bêwar bibin bi tenê "komeke çete ne ku rêbazên revê û xweveşartinê û pêkanîna êrîşên nişkayî bi kar tînin bo lawazkirina xebatên ewlehî û peydakirina hestekî ku ew bi hêzdarî vedigerin".

Easem got ku operasyon li dijî veşartgehên DAIŞê di çarçoveya pêngava "Vîna Serketinê" de berdewam in, û da zanîn ku hêzên elîte û yekîneyên hewalgirî erkên xwe bi "asteke bilind" bi cih tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500