Firqeya Bersivdayîna Lezgîn a wezareta hundir a Îraqî vegera bi hezaran malbatên koçber li deverên xwe li rojhilatî parêzgeha Selahedînê parastin, birêveberê medyaya firqeyê duh Çarşemê (22ê Tebaxê) ji Diyaruna re got.
"Piştî me hêzên xwe li rojhilatê Selahadînê belav kirin bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar [Heyder Obadî] dawîya sala par, me dest bi parastina gundan li wir kir bo vegera malbatên koçber," muqedem Ebdul Emîr Mehmûdî got.
Wî got ku "me ev dever ji paşmahîyên DAIŞê parastin bi çêkirina rêbendan, derketina pagerên gerok û dîsan vekirina navendên polîsê."
"Me herwiha bombeyên bidestçêkirî ji hev xistin û mayînên ku milîtanan li mal û kolanan çandibûn di heyama pevçûnên rizgarkirinê de," wî anî ziman.
Wî ragihand ku ji destpêka 2018an de, dora 6,000 malbatên koçber beş beş vegerîyan deverên xwe li Silêman Bêk, Tuz Xurmato û Yekinciyayê.
Wî got ku hemû bi baldarî tên teftîşkirin daku tu tendrû derbas nebin û şanên razayî li deverên ewle çênekin.
Aram û yekîtî vedigere
Firqeya Bersivdayîna Lezgîn di rêxistinkirina konfirans û civînên civakî de alîkar bû ku niştecihên xwecihî ji hemû tayîfe û nijadan kom kiribûn bo yekîtîyê xurt bikin û bi berpirsyarîyê hest bikin derheqê aramîya deverên wan, Mihemedawî got.
Wî anî ziman ku Firqeyê herwiha piştevanîya xebatên birêveberîyên sivîl kir bo vegera xizmetguzarîyên sereke li gundên ku ziyan gihabûn wan di êrîşên terorî de û di dema şerê têkbirina DAIŞê de, û da zanîn jî ku rewşên jîyankirinê li deverên ku vegerîyanê aram in.
Di mehên dawîn de, hêzên hevbeş ji Firqeya Bersivdayîna Lezgîn û ajansên ewlekarîyê yên Îraqî yên din gelek operasyonên serkeftî bo têkbirina paşmahîyên DAIŞê pêk anîn li biyaban û deverên dûr û paşguhkirî, Mihemedawî ragihand.
Wî got ku dever ji başûr-rojavayê Kerkûkê û rojhilatê Selahedînê dirêj dibe di hewza Ezimê li parêzgeha Diyalayê re heta sînorên îdarî yên parêzgeha Silêmanîyê.
"Ew dever erdeke bi ber bû ji paşmahîyên DAIŞê re, lê aiha ew ewle ye piştî kuştina gelek terorîstan," wî ragihand.
Wî got ku hêzên Îraqî veşartgehên milîtanan wêran kirin, ku ew bo êrîşên li dijî sivîlan bi kar tanîn, bi taybetî rêbwarên ku li ser rêya bilez a Bexda û Kerkûkê bi rê ve diçûn.
Wî da zanîn ku "ev rêya bilez ewle ye aniha û trafîk weke adetê li wir berdewam dibe."