Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyoneke ewlehî endamên DAIŞê li nêzî Bexdayê armanc dike

Xalid Taî

Polîsê federal ê Îraqî operasyonek bi cih anî da ku bide dûv endamên DAIŞê li navçeya Termîyayê di 2wê Tîrmehê de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê federal ê Îraqî operasyonek bi cih anî da ku bide dûv endamên DAIŞê li navçeya Termîyayê di 2wê Tîrmehê de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî vê mehê dest bi operasyoneke ku du rojan dirêj da kirin da ku bidin dûv endamên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) li navçeya Termîyayê ya li bakurê Bexadyê.

Hêzan maliştineke tam li navçeyê bi cih anî, cihê hat ragihandin ku endamên DAIŞê xwe lê vedişartin. Maliştinê lêgerîna li erdên çandinî û li malan hundirand, herwiha sehkirina nasnameyên niştecîyan.

Li gorî datayên fermî, operasyonê girtina du kesên dihatin xwestin û dîtin û wêrankirina pênc malên ewle yên DAIŞê û baregeheke serbazî ya bin erdê encam da. Baregeh bo rahênankirina û hewandina çekdaran dihat bikaranîn.

Herwiha çek û teqemenî jî hatin desteserkirin.

Leşkerên Îraqî di operasyoneke 2wê Tîrmehê de ya armanc dike ku endamên DAIŞê li navçeya Termîyayê, li bakurê Bexdayê dîl bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di operasyoneke 2wê Tîrmehê de ya armanc dike ku endamên DAIŞê li navçeya Termîyayê, li bakurê Bexdayê dîl bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bi piştgirîya Hêza Cewî ya Îraqî, operasyon di 2 û 3yê Tîrmehê de hat bicihanîn weke xebateke hevakar ji alîyê yekîneyên Fermandarîya Operesyonên Bexdayê yên 6, 11 û 17, Hêzên Besiva Lazgîn, Polîsê Federal û Hêzên Heşda Şebî.

Şex Mueyed Xelîfe Burh Muhemedî, kesayeteke navdar li navçeya Termîyayê û li bakurê Bexdayê, ji Diyaruna re got ku operesyon li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq bû û encamine girîng pêk anîn.

Wî operasyon weke "bersiveke xurt li dijî êrîşeke terorîst ya di dawîya Hezîranê de li ser hêzên ewlekarî yên artêşa Îraqî wesf kir, ku sê ji wan di êrîşê de hatin kuştin".

Ewlehîya Termîyayê baş dibe

Navçeya Termîyayê, xala derbasbûnê ya bakurî ya Bexdayê ya sereke, 100,000 hektar berfireh e û 90,000 niştecî lê bi cih in. Li gorî hat gotin dora 100 endamên DAIŞê xwe li navçeyê vedişêrin.

"Rewşa ewlehî li Termîyayê heta asteke mezin di van her çend salên bûrî de di encama xebatên serbazî û hewalgirî de baş bûye, xebatên ku tevger û çalakîyên endamên terorîst heta rêjeya 90% kêm kirin," Muhemedî got.

Tevî ku gavine mezin dane bo qayimkirina ewlehîyê, dîtina terorîstan zehmettir bûye, ji ber ew mêl dikin ku xwe di şkeft û di nav şîkatîyên himbiz de veşêrin. Muhemedî got ku tiştê di vê yekê de alîkar e, ew e alîkarîya ji alîyê niştecîyên xwecihî ve yên agahîyan û piştgirîya lojistîk ji hêzên Îraqî re dabîn bikin.

Navçe armanceke stratejîk e ji terorîstan re ji ber rûbera wê ya berfireh, dîmenên çandinî û ew di nav sê parêzgehan de ye: Selahedîn, Diyala û Enbar

Fadil Ebû Rexîf, pisporekî hewalgirî ye, ji Diyaruna re got ku endamên DAIŞê berdewam hewl didin ku jîngeheke guncan ji tecnîdkirina endamine nû re çêkin û armanca wan ew e ku gefê li ewlehîya Bexdayê bixwin.

Ebû Rexîf got ku ji Nîsanê ve, hêzên hewalgirî gelek şanên terorîst li deverên derdora Bexdayê ji hev xistin, bi taybet li Termîyayê.

Di 7ê Tîrmehê de, hêzeke kar a hevbeş ji artêş û hewalgirîyê karîbû Ebû Enes Ubeydî, fermandarekî DAIŞê, li devera Azarî ya Termîyayê tine bike.

Ewlekirina "kemera Bexdayê"

"Endamên DAIŞê ne weke berê bê hêz in û nema dikarin bi awayekî hêsan tevgerên bikin û birevin," şirovekarê ewlekarî Sefa Esam got.

Esam ji Diyaruna re ragihand ku operesyonên lêgerînê li deverên hesas li derdora paytextê dê berdewam bin, yên weke kemera Bexdayê tên naskirin.

Wî got ku endamên DAIŞê hîn hêvî dikin ku cihekî li van deveran bi dest bixin da ku karibin bigihine Bexdayê, Tevî şîyana wan sînordar re ku karibin kar bikin, ew hewl didin ku sûdê ji çi ixlalkirina ewlehî hebe wergirin da ku êrîşên piçûk pêk bînin, ew hêvî dikin ku bala medyayê bikişînin da ku îdîolojîya xwe ya tund han bidin.

Esam got ku DAIŞ bi temamî nehatiye tinekirin û xalên wê yên germ, ên guman heye li bakurê Bexdayê bin, hîn çalak in.

Wî bang kir ku sûdê ji piştgirîya ji alîyê niştecîyên xwecihî û êlan ve wergirin da alîkarîyê bikin ku "veşartgehên DAIŞê, kelaên wan ên ragihandinê yên nepenî û jêderên dabînkirinê bibînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500