Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hewalgirîya Îraqî didne dûv DAIŞê

Xalid Taî

Endamekî toreke terorîst ya ku ji alîyê hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê ve hat jihevxistin hat girtin di 15ê Tîrmehê de li Tacîyê, li bakurê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hat wergirtin]

Endamekî toreke terorîst ya ku ji alîyê hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê ve hat jihevxistin hat girtin di 15ê Tîrmehê de li Tacîyê, li bakurê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hat wergirtin]

Hêzên Îraqî di van her çend rojên dawî de zincîreke operesyonên hewalgirî li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anî, pisporekî ewlekarî ji Diyaruna re got di (17ê Tîrmehê de).

Roja Çarşemê, çekdarekî ku kemerekî teqîner li xwe dikir di kemînekî ku ji alîyê hêzên hewalgirîyê bi piştgirîya mêrên êlên xwecihî li bistanekî hat danîn hat kuştin li navçeya Termîyayê, li bakurê Bexdayê, lîwa Ednan Kenanî yê xanenişîn, efserekî berê ji jansa Dijî Terorîzmê de, got.

Wî anî ziman ku berî du rojan, "walîyê" Bexdayê û dû hevrêyên wî di operesyonekê de ji alîyê Ajansa Hewalgirî ya Îraqî li rojhilatê Îraqê hatin tinekirin.

Ev operasyoneke hêzdar bû li dijî bermayîyên DAIŞê ku "derbeyeke wêranker" bû ji wan re, Kenanî got, wî destnîşan kir ku platformên propeganyayê yên DAIŞê operesyon paşguh kir.

Leşkerekên Îraqî di 13ê Tîrmehî de lêgerînek li devereke dûrdest li parêzgeha Diyalayê pêk anî weke beşekî ji qonaxa çarem a pêngava "Lehengên Îraqê" da ku bidine dûv bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekên Îraqî di 13ê Tîrmehî de lêgerînek li devereke dûrdest li parêzgeha Diyalayê pêk anî weke beşekî ji qonaxa çarem a pêngava "Lehengên Îraqê" da ku bidine dûv bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmekî hewalgirîyê yê taybet giha cihê "walî", Umer Şelal Ubeydî Kartanî, "efserê wî yên medyayê", Leys Cemal (herwiha weke Ebû el-Beraa jî tê naskirin), û cîgirê wî, Qitel Muhacir xwe lê edişêrin.

Ew di êrîşeke asmanî ya navdewletî li devera çîyayî ya ku di nav bajarokên Kifrî û Sulêman Bêk dikeve li rojhilatê Îraqê hatin kuştin.

Di operasyoneke cuda de, Ajansa Dijî Terorîzmê di 15ê Tîrmehê de şeş çekdar li devera Wadî Şay, li başûrê Kerkûkê kuştin, Kenanî got.

Wî got ku herwiha wê çar çekdar ên ku toreke terorîst li devera Tacîyê, li bakurê Bexdayê pêk anîbûn girtin.

Pêkanîna guhertinê

Kenanî got ku di 12 Tîrmehê de, hêzheke hevbeş ji Firqeya 6mîn ya artêşê , Şana Hewalgirî ya Hawks û ajansa hewalgirî ya Wezareta Karê Hundir pênc endamên xwekuj kuştin.

Wan xwe di veşartgehekê de li devera Zeydanê li taxa Ebû Xrêbê li rojavayê Bexdayê vedişart, di heman demê de xwe amade dikirin ku xwe li deverên cuda li paytextê biteqînin da ku tevlihevîyê belav bikin û valahîyên ewlekarî çêkin, wî anî ziman.

Kenanî got ku hêzên Îraqî,di operesyoneke bi hişyarî hat plankirin a li ser bingeha agahîyên hewalgirî êrîşî xwekujan kir.

"Yek ji terorîstan xwe teqand dema ew hat dorpêçkirin û meqedemek û leşkerek di êrîşê de hatin kuştin," wî got.

Di rêya van êrîşên plankirî re, endamên DAIŞê nêt kirin ku bala hêzên Îraqî ji pêngava serbazî ya berdewam a "Lehengên Îraqê" biguherin, Kenanî got.

Pêngav di 11ê Tîrmehê de dest pê kir û giranî da maliştina şerîta sînorî bi Îranê re û deverên di navbera hêzên federal û Pêşmerge de.

Pêngav bi pêş de diçe "bi serkeftineke balkêş li jêr serperiştîya yekser a Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mustefa Kazimî", Kenanî got.

"Yekîneyên artêşê yên cuda, polîs, Hêzên Heşda Şebî, êl, Hêzên Pêşmerge yên Kurdî û hêzên cewî yên Îraqî ber bi armancine destnîşankirî ve diçin, bi awayekî gelekî dîsplîkirî," wî anî ziman.

Derbarê mîsyonên maliştinê li gundan û deverên dûrdest "pêşketin heye û gelek veşartgehên dijmin bi awayekî tam hatine wêrankirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500