Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî Termiyayê radimalin piştî êrîşeke DAIŞê

Xalid Taî

Emîd Elî Hamid Xeydan Xezrecî êrîşekê de roja 17ê Tîrmehê li Termiyayê li bakurê Bexdayê hat kuştin, DAIŞê êrîş li xwe girtibû. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Emîd Elî Hamid Xeydan Xezrecî êrîşekê de roja 17ê Tîrmehê li Termiyayê li bakurê Bexdayê hat kuştin, DAIŞê êrîş li xwe girtibû. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyoneke lêgerînê ya pir mezinli navçeya Termiyayê, li bakurê Bexdayê, pêk tînin, piştî ku fermandarekî artêşê di êrîşekê de roja Înê (17ê Tîrmehê) hat kuştin, ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya xwe jê ragihand.

Emîd Elî Hamid Xeydan Xezrecî, fermandarê Lîwayê 59ê yê Firqeya 6ê, û sê leşkeran di êrîşekê de li ser karwaneke serbazî li navçeyê hatin kuştin.

Çend leşkerin din jî di êrîşê de birîndar bûn.

DAIŞê bi rêya Amaqê berpirsyarîya xwe ji êrîşê ragihand.

Yekîneyine serbazî yên Îraqî roja 3yê Tîrmehê pêngaveke lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê li navçeya Termiyayê, li bakurê Bexdayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta berevanîyê hatiye wergirtin]

Yekîneyine serbazî yên Îraqî roja 3yê Tîrmehê pêngaveke lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê li navçeya Termiyayê, li bakurê Bexdayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta berevanîyê hatiye wergirtin]

"Yekser piştî bûyerê, hêzên ewlekarîyê pêngaveke berfireh dest pê kir bo girtina tawankaran," Şêx Mueyed Xelîfa Burh Muhemedî, yek ji rûsipîyên navçeya Termiyayê, got.

Qedexeîya derketina ji derve li navçeyê hat sepandin, û operasyonên lêgerînê li nav zevîyan, dehl û bexçeyan û li kendûkozên sext dest pê kirin.

Muhemedî got ku hêzên ewlekarîyê 20 kes piştî êrîşê girtin, şeş ji wan pişt re hatin berdan.

Xelk bi hêzên ewlekarîyê re hevahengîyê dike, bi rêya dabînkirina agahîyan hêsankirina operasyona lêgerînê.

"Hemû xelkê Termiyayê bi mirina lîwa Xezrecî êşa," wî got, da zanîn ku ew efserê artêşê berpirsyarê "parastina navçeya wan û berqerarkirina ewlehî û seqamgîrîyê bû".

Wî dîyar kir ku çend rojan berî terorkirina wî, Xezrecî di operasyoneke mezin a ramaliştinê de li navçeyê cih girtibû.

Wî got ku ew "hevalê herkesî bû, xwe digihand xelkê û li rewşan wan dipirsî, û hertim li şîn û nexweşîyên wan amade bû", Mohumedî got. "Kuştina Xezrecî jidestdaneke mezin bû ji Îraqê re, û bi taybetî ji navçeya Termiyayê."

Paşmahîyên DAIŞê li Termiyayê

Muhemedî ji Diyaruna re got ku bi tenê hinek paşmahîyên DAIŞê li navçeyê xwe vedişêrin, û ew sûdê ji kendûkozên sext û rûbera berfireh a zevîyên çandinîyê ku dora 20 kîlometrên çargoşe ye werdigirin.

Wî got ku êrîş "nayê wateya ku çalakîyeke mezin an hebûna hejmareke mezin a terorîstan li wir heye", û banga xurtkirina ewlehîyê li Termîyayê kir piştî bûyera roja Înê.

"Du lîwa hatine bicihkirin," wî got: "Yek ji bo parastina derbasgeh û derketingehên Termiyayê, û yê din dê li terorîstên li zevîyên navçeyê ne bigerin."

"Em herwiha pêşinyar dikin ku endamên êlên Termiyayê karibin di nava rêzên hêzên ewlekarîyê de cih bigirin bo şopandina bermahîyên DAIŞê," wî got.

"Em amade ne ku em van xwebexşan bi nav bikin, em soz didin ku ew dê alîkarîyeke mezin bi hêzên me re bikin di misyona wan de ya parastina seqamgîrîya deverên me," Muhemedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500