Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî êrîşên DAIŞê li Bexadyê têk dibin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li nêzî çemê Dicleyê li bakurê Bexadyê di 22wê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li nêzî çemê Dicleyê li bakurê Bexadyê di 22wê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşên terorî li Bexdayê têk birin, êrîşên ku bermayîuên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) plan dikirin ku ji bakurê paytextê ve bi cih bînin, berpişrsekî serbazî yê Îraqî roja Duşemê (13ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re ragihand.

Piştî bidawîkirina qonaxa heştemîn a pêngava Vîna Serkeftinê berî du heftîyan, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş agahî ji jêderên xwe yên hewalgirî wergirtin ku terorîst nêt dikin ku êrîşan li Bexdayê bi cih bînin, peyvdarê fermandarîyê lîwa Tehsîn Xefacî got.

"Wan deverên bakurê paytextê bijartin, bi taybet taxa Termîyayê, weke cihekî bo operasyonên xwe ber bi orta paytextê ve pêk bînin," wî got.

Xefacî got ku Fermandarîya Operasyonên Bexdayê, Lîwayê 59mîn ji Firqeya 6mîn a artêşê û Lîwayê 37an ji Firqeya 9mîn a Zirxî, dest bi lêgerîneke berfireh kir li wan deveran.

Operasyona ku du rojan dirêj kir, ya weke "Aştîya sozdar" hat binavkirin, di 9ê Kanûna Duyem de hat destpêkirin li gel beşdarîya ji alîyê fermandarîya hêza cewî ya Îraqî û balefirên artêşê, wî ji Diyaruna re got.

"Nameyek ji terorîstan re"

Wî got ku operasyonê encamên girîng bi dest xistin û anî ziman ku "wan karîbû planên terorîstan têk birin û me nameyek gihande wan ku her çi qasî ew hewl bidin ew dê nikaribin ji me birevin".

"Em çavdêrîya tevgera wan li her deverê dikin û em dikarin bigihine wan û wan bikujin û bigirin," wî got.

"Em bi ser ketin û em li hember gefa terorîstan derketin ku me derfet neda wan ku cihekî ji xwe re li nêzî paytextê bi dest bixin an jî êrdên çandinîyê, daran an şînkahîya himbiz weke perdeyekê li Termîyayê bi kar bînin," Xefacî got.

"Sê malên bêhinvedanê [yên DAIŞê] hatin şewitandin û herî kêm 20 kesên dihatin xwestin têkildarî haletên terorîst hatin girtin," wî got.

Di operasyonê de, "veşartgeheke DAIŞê li bistanên Huseybayê" hat kifşkirin û hejmareke mezin a mûşek, narincok û teqemenîyên bidestçêkirî hatin dîtin, Şana Medyaya Ewlehî Îna borî ragihand.

Şanê got ku herwiha cebilxaneyên neteqiyayî û narincokên hawinan hatin dîtin û not kir ku rûbereke ji 200 kîlomitrên ducar li bakurê Bexadayê hatiye teftîşkirin.

Girêdayî operasyonê, hêzên polîsê federal li firqeyên 3mîn û 6mîn heşt bermahîyên DAIŞê li başûrê Kerkûkê kuştin, li gorî Xefacî.

Wî got ku herwiha çar gund û deverên îzolekirî hatine paqijkirin piştî hêzên ewlekarîyê bo cara yekem gihane wan deveran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500