Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Komgoreke din a qurbanîyên DAIŞê li nêzî Mûsilê tê dîtin

Xaild Taî

Bentelon, desmal û pêlavên jinan li cihê komgora nû hatiye dîtin li bajarokê Kesekê, li nêzî Mûsilê, tên dîtin, ku tê payîn ev gor laşên bi sedên qurbanîyên DAIŞê bihundirîne. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

Bentelon, desmal û pêlavên jinan li cihê komgora nû hatiye dîtin li bajarokê Kesekê, li nêzî Mûsilê, tên dîtin, ku tê payîn ev gor laşên bi sedên qurbanîyên DAIŞê bihundirîne. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

Goristaneke nû Duşemê (29ê Hezîranê) hat dîtin li parêzgeha Nînewayê ku laşên bi "sedên" Îraqîyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew di navbera 2014 û 2017an de kuştine dihundirîne, desthilatdarên Îraqî roja 1ê Tîrmehê ragihandin.

Kogor li bajarokê Kesek e, li bakur-rojavayê bajarê Mûsilê, li ser rêya diçe Tel Eferê.

Birêveberîya Şehîdên Nînewayê raport Duşemê raport ji welatîyan û Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî wergirt ku hestîyên mirovan li devereke bi navê Humeydat li bajarokê Kesekê hatine dîtin, serokê birêveberîyê Muhemed Esker Şaqûlî ji Diyaruna re ragihand.

"Em yekser çûn cih û me testên seretayî kirin ku wan piştrast kir ku ew komgoreke qurbanîyên DAIŞê ye, ku wê ew kuştibûn dema wê parêzgeha me kontrol dikir," wî got.

Xebatkarên Îraqî taqîkirineke seretayî ji komgoreke DAIŞê re ku li devera Kesekê li nêzî bajarê Mûsilê hatiye dîtin roja 29ê Hezîranê pêk tînin. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

Xebatkarên Îraqî taqîkirineke seretayî ji komgoreke DAIŞê re ku li devera Kesekê li nêzî bajarê Mûsilê hatiye dîtin roja 29ê Hezîranê pêk tînin. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

"Me agahî ji dîdvanan girtin ku rêxistinê 500 heta 600 kesan li wî cihî bin ax kirine, ev jî, li gorî raportan, yek ji mezintirîn komgoran iin ku li Nînewayê hatine dîtin," Şaqûlî got.

Pentelon, desmal û pêlavên jinan li cih tên dîtin, ku ev nîşan e qurbanî sivîl in, û hinek ji wan jin in.

Birêveberîyê raportekî seretayî derbarê sehkirinê ji Sazemenîya Şehîdan re li Bexdayê pêşkêş kir, Şaqûlî got.

Wî got ku tîmekî hikûmî yê pispor dê were çêkirin da ku goran veke û sehkirine bêtir tevgir pêk bîne.

Tîm dê endamine birêveberîya komgorên Sazemenîya Şehîdan û birêvebrîya bijîşkîya dadwerî û Wezareta Karê Hundir bihewîne.

Ew dê berpirs be derbarê derxistina bermayîyan, û dê hejmar û nasnameyên wan destnîşan bike û dê hûrgilîyên têkildarî şert û mercên kuştina wan kifş bike, wî anî ziman..

"Ev tawana nû beşekî nû ye di zincîra tawanên terorîst de, dîyar dike ku [DAIŞ] hov e ku bi xwîneke sar kesên bêgunih dikuje, bê ku nirxên olî û mirovî reçav bike," Şaqûlî got.

"Rêxistina terorîst gelek komgor li parêzgeha me li pey xwe hiştin, di nav wan de gelek li navçeya Şingalê ya ku qubanîyên Êzîdî lê girtin," wî got.

Şaqûlî destnîşan kir ku gorine din hene ku hatine dîtin lê hîn nehatine vekirin ji ber ew gelek xebata endazyarî dixwazin da ku teqemenîyên bidestçêkirî û bombeyên demkî yên li nêz wan hatine çamdin rakin.

Komgora herî navdar û mezin di nav wan komgoran de komgora Xesfayê ye li Mûsila başûrî, li devera Hemam Elîlê, ku bawerî heye ku DAIŞê laşên bi hezarên Îraqîyan xistinê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500