Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqê komgoreke DAIŞê li nêzî Tel Eferê pişkinîn dike

Xalid Ta'î

Tîmeke Îraqî komgoreke qurbanîyên DAIŞê li bajarê Mûsilê pişkinîn dikin, di 30ê Adara 2019an de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye hatiye wergirtin]

Tîmeke Îraqî komgoreke qurbanîyên DAIŞê li bajarê Mûsilê pişkinîn dikin, di 30ê Adara 2019an de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye hatiye wergirtin]

Pişkinînek li cihê komgoreke li nêzî bajarokê Tel Efer, li rojavayê Mûsilê, hatiye destpêkirin ku tê payîn ku ew hejmareke mezin a laşên qurbanîyên li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kuştin dihundirîne, berpirsekî Îraqî Înê (21ê Sibatê) ragihand.

"Goristan goleke mezin a xwezayî ye ku dota pênc kîlometran li bakurê rojavayê Tel Eferê ye, li ser rêya ku bajarok bi devera Ayadiyayê ve girê dide," şaredarê Tel Efer Qasim Muhemed Şerîf ji Diyaruna re ragihand.

"Xelkê deverê golê bi navê 'Bîra Elbû Enter' nas dikin, lê navê wê yê fermî 'Bîra Hemam' e," wî dîyar kir.

"Dîdvanan piştrast kir ku dema dagirkirina DAIŞê ji parêzgeha Nînewayê re, çekdarên wê rojane dihatin vî cihî, laşên sivîlên wan ew dikuştin tanîn û diavêjtin golê," wî got.

Dêûbavên ji bajarokê Şengalê li ser gora ku dê kelaşên zarok û xizmên wan, ên li ser DAIŞê hatine kuştin, tê de werin binaxkirin digirîn. [Wêne ji rûpela fermî ya Koço hatiye wergirtin]

Dêûbavên ji bajarokê Şengalê li ser gora ku dê kelaşên zarok û xizmên wan, ên li ser DAIŞê hatine kuştin, tê de werin binaxkirin digirîn. [Wêne ji rûpela fermî ya Koço hatiye wergirtin]

"Paşê DAIŞê qurbanî bin ax kirin, bi rêya trêksekî yan bi rêya teqandina beşekî ji golê," wî daxuyand.

Bêhtir ji 1,000 qurbanîyan

Şerîf got ku li gorî dîdvanan, bêhtir ji 1,000 qurbanîyan heye, ne bi tenê ji Tel Eferê, belê ji Mûsilê û bajarokên din ên Nînewayên, yên ku li dijî îdyolojîya rêxistina terorîst bûn.

Wî got ku dibe gol kelaşên welatîne din ku berê endamên hêzên ewlekarîyê bûn bihundirîne, û da zanîn ku qurbanî ji hemû paşxanên etenî û olî ne, û jin û zarok jî di nav wan de hene.

Wî got ku devera ku goristanê dihundirîne hatiye dorpêçkirin ji ber ku heta asteke pir bilind bi mînan hatibû çandin, ew rêya Tel Efer-Ayadiyayê û cihine din dide ber xwe.

"Kompanîya berpirsyar ji rakirina mînan -- MAG -- vê dawîyê ji me re got ku wê paqijkirina deverê ji teqemenîyan bi temamî qedand," wî got.

Wî daxuyand ku Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Tel Eferê Pêncşemê dest bi fehskirina komgorê kiriye, bi hevkarî ligel parêzgarîyê, sazîyên hikûmetê û nûnerên NY.

Şerîf da zanîn ku lêgerîna seretayî ligel şehdebûnên dîdvanan hevkok e, û hinek paşmahîyên laşan li ser rûyê erdê bûn.

"Ev komgor delîlekî din e li ser tawanên kirêt ên tororîstan encam dane," wî got.

Ev duyem komgor e ku mîna goleke kûr e ku çekdarên DAIŞê ew bo kuştin û binaxkirina qurbanîyên xwe bi kar anîne.

Komgora din bi navêXefsayê tê naskirin, li devera Hemam Elîl li başûrê Mûsilê, ku yek ji goristanên bikom ên herî mezin e yên ku heta aniha hatine dîtine, ku tê payîn ku dora 25,000 laşan dihundirîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500