Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraq çekarên bi ser Îranê ve ku ji ber avêtina mûşekan hatibû girtin serbest ber dide

AFP

Ev wêneya ku 13ê Adarê hatiye kişandin çaleke mezin ku piştî êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser herêmeke çekdar li devera Ciruf el-Sexir li parêzgeha Babil ku ji alîyên Ketaib Hizbullah tê kontrolkirin dîyar dike. [AFP]

Ev wêneya ku 13ê Adarê hatiye kişandin çaleke mezin ku piştî êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser herêmeke çekdar li devera Ciruf el-Sexir li parêzgeha Babil ku ji alîyên Ketaib Hizbullah tê kontrolkirin dîyar dike. [AFP]

Bêhtir ji 12 çekdarên bi ser Îranê ve ku ji ber êrîşeke bi mûşek a plankirî hatibûn girtin Duşemê (29ê Hezîranê) hatin berdan.

Hêzên Dijî-Terorîzm 14 endamên Ketaib Hizbullah Pêncşema borî bi tawana êrîşeke bi mûşek a plankirî li ser Herêma Kesk a li Bexdayê girtin, ku balyozxaneya Amerîkî û yên din û herwiha avahîyên gelek dewlatan li wir in.

Lê tavilê kesên tawanbar radestî Hêzên Heşda Şaebî hatin kirin, ku ew rêxistineke hembezker e û hemû komên Îraqî yên nîv-leşkerî digire nava xwe û bi nav tevlî dewletê bûye.

Duşemê, dadwerekî Îraqî fermana xistina dozê da, peyvdarê Ketaib Hizbullah wiha ji AFP re ragihand.

Çavkanîyeke ewlehî ji Heşda Şaebî teqez kir ku çekdar hatin berdan, lê berpirsekî hikumetê got ku hîna yek ji wan binçavkirî ye.

Berpirs da zanîn ku 13 ji eslê 14 çekdaran hatine berdan lê rijd kir ku hîna tawan ji ser wan nehatine rakirin.

Berpirs anî ziman ku "girtîyê binçavkirî ma bê guman ew e yê hemû tilîyên tawanbarî dirêjî wî dibin".

Li gorî Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî, fermanên girtina her 14 kesan li ser bingeha qanûna dijî-terorîzmê ya li welêt in, ku siza jî mirin e.

Fermandarîyê herwiha da zanîn ku hêzên dijî-terorîzm du avêjerên mûşekan di dema êrîşê de desteser kirin weke delîlekî êrîşa plankirî.

Piştî serbestberdana çekdarên wê roja Duşemê, Ketaib Hizbullah daxuyanîyek da û tê de teqez kir ku çekên wan dê qet "neyên radestkirin, bisînorkirin an ji çekên dewleta Îraqî werin hesbandin".

Ji Cotmehê ve, nêzî 30 êrîşên bi mûşek an li ser hêzên Amerîkî yan li ser diplomatan pêk hatine, di encamê de 3 endamên serbazî yên Amerîkî, Brîtanîyek û yekî Îraqî hatin kuştin.

Amerîka Ketaib Hizbullah û komên din ên bi ser Îranê ve bi van êrîşan tawanbar kir û baregehên Ketaib jî weke tolhildanê li seranserî Îraqê bomebaran kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500