Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî bang dikin ku milîs dijminatîyê piştî êrîşa Tacî rawestînin

Faris Omran

Milîsine Îraqî yên girêdayî Îranê di pêşandaneke çekdarî de beşdar dibin li Bexdayê bo piştevanîya Ketaib Hizbullah piştî êrîşeke Amerîkî li ser baregehke wan li nêzî sînorê Îraqî- Sûrî di 28ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji enternêtê ye]

Milîsine Îraqî yên girêdayî Îranê di pêşandaneke çekdarî de beşdar dibin li Bexdayê bo piştevanîya Ketaib Hizbullah piştî êrîşeke Amerîkî li ser baregehke wan li nêzî sînorê Îraqî- Sûrî di 28ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji enternêtê ye]

Îraqî bang li milîsên girêdayî Îranê dikin ku êrîşên xwe li welatê wan rawestînin piştî êrîşa Çareşemê (11ê Adarê)li ser bargeha Tacî ku di encamê de sê endamên hêzên hevpeymanîya navdewletî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Di êrîşê de, êrîşa ku a 22an e li ser berjewendîyên Amerîkî ji dawîya Cotmehê ve, 18 mûşek bi ser baregeha asmanî ya li bakurê Bexdayê de hatin berdan, ew jî yek ji dehan dezgehên ku li sernaserî Îraqê ne û hêzên hevpeymanîya navdewletî tê de ne.

Artêşa Îraqî got ku mûşek ji dawîya kemyonekê hatin avêtin

Înê di konferanseke çapemenîyê de li Pentagonê, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Kenneth McKenzie teqez kir ku otomêlek bo êrîşan hat bikaranîn, û dîyar kir ku artêşa Îraqî ew dît û desteser kir.

Wî her wiha teqez kir jî ku êrîş ji alîyê milîsa Ketaib Hizbullah a Îraqî ya girêdayî Îranê pêk hatiye bi awayekî "newêrek", da zanîn jî ku êrîşkeran mûşek avêtin û ji cihê bûyerê revîyan.

McKenzie anî ziman ku "em dizanin ku li paş Ketaib Hizbullah dewleta Îranê heye, û Îran baş dizane ew çi dike".

Du leşkerên Amerîkî û yekî Brîtanî di êrîşê de hatin kuştin, ku di encamê de Amerîka jî weke bersiv êrîşî pênc dezgehên çekan ên Ketaib Hizbullah kirin li Bexdayê êvara Pêncşemê.

Amerîka wekîlê Îranî yê sereke armanc dike

Îraqîyin Înê ji Diyaruna re ragihand ku dem hatiye êdî sînorek ji êrîş û reftarên milîsên girêdayî Feyleqa Pasdarên Îranê (IRGC) re were danîn, ku gefeke mezin li ewlehî û pêşeroja wan dikin.

Wan dîyar kir ku li gorî hejmara qurbanan û di çarçoveya rêzeêrîşên li ser armancên Amerîkî de, êrîşa Tacî ya herî mezin e ji berîya çend mehên dawî ve, ku milîsên bi ser Îranê ve pê hatin tawanbarkirin, nemaze Ketaib Hizbullah.

"Bersiva Amerîkî "wekîlekî sereke yê Îranî li Îraq û herêmê kire armanc, ango Ketaib Hizbullah", ku ew berpirsa van êrîşan bû," Sayîr Beyatî, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê anî ziman.

Beyatî ji Diyaruna re got, êrîşên bi ser bargehên milîs û embarên çekên wan de hatin ku gef li ewlehîya giştî dixwarin, ne dûr bûn.

Her wiha Beyatî texmîn kir ku belkî Amerîka li vir nesekine û hîna bersivê bide, desnîşan kir jî ku dibe hêzên Amerîkî li pey milîsan bikevin û fermandarên wan ên girêdayî rejîma Îranî jî bikin armanc ên bo berdewamkirina kirinên wê yên pîs dixebitin.

Bi kuştina fermandarê Hêza Qudsê ya Feyleqa Pasdaran Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Hêsên Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendis û hin serkirdeyên milîsan ên din vê salê, Amerîka şîyan û nîyeta xwe bo rêlibergirtina planên Îranê teqez kir.

Wî got ku Amerîka dê êrîşên mîna wan pêk bîne eger Îran û wekîlên xwe bimînin gefa bixwin.

Divê hikumeta Îraqî bide pey milîsan

Beyatî got ku di heman demê de, "ji hikumeta Îraqê tê xwestin ku bide dûv milîsan û li hember wan derkeve" da ku berevanîya ewlehî û berjewendîyên welat bike û da şandeyên navdewletî biparêze.

Kontrolkirina hejmûna Îranî bûye xwesteke cemawerî û nayê qebûlkirin ku milîs destwerdanê li ewlehîyê bikin û serwerîya neteweyî binpê bikin bê ku rastî astengîyan werin, wî teqez kir.

Milîsên girêdayî Îranê "vê dawîyê pêngava operasyonên xwe yên dijber di rêya derbeyên dubare yên bi mûşekan li ser Herêma Kesk û baregehên serbazî zêde kirin", niştecihê Bexadayê yê xwest ku navê neyê naskirin got.

Ev milîs dixwazin welat bibe "qadeke şer û cihê hesabxwestinê", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "divê milîs gefên xwe berdewam nekin û divê ev kom û kesayetên ku wan bi rê ve dibin ji ber çalakîyên xwe yên xeternak werin sizakirin, çalakîyên ku ziyanê digihînin ewlehî, serwerî û pêşeroja zarokên me".

Wî anî ziman "ez bawer dikim ku dem hatiye ev çalakî werin rawestandin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em Îraqî ne, û ev dereweke. Em Heşd in; ev xeteke sor e.

BERSIV BIDE