Tîmekî ciwanên ku lîstikan pêş dixin ji parîzgeha Nînewayê li bakurê Îraqê ku lîstikeke rastîya xeyalî dîzayn kirine giranîyê dide kavil û şûnwarên kevnar ên Mûsilê.
Lîstik şûnwarên Mûsilê dibe pêş piştî çend salan ku ew ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin wêrankirin.
Di rêya rastîya xeyalî re, lîstikvanên mereqdar dikarin cihên navdar ên di salên 2015an û 2016an de ji alîyê DAIŞê ve hatin wêrankirin lêkolîn bikin. Ew dikarin li bajarê Nimrûd ê Aşûrî bigerin, di dergehê wê yê Nergalê re derbas bibin û gayên bi çeng li herdu alîyên wî bibînin.
Herwiha lîstikê taxên wêrankirî yên Bajarê Kevin di şerên rizgarkirinê de di sala 2017an de vegerandine rewşa wan a berê, ev yek dihêle ku ew karibin serdana malên kevin ên xwedî telarsazîya nerêtî û Mûsilî bikin û li ode û hewşên wan bigerin.
Lîstika Mûsilê ya piralî
Serpereştyarê projeyê Muyeser Nesîr ji Diyaruna re ragihand ku dîzayina lîstikê mamikan dihewîne, yên giranîyê didin çandên Aşûrî û Îslamî, ku astên ronakbîrî û perwerdeyî yên cuda armanc dike.
Wî got ku mamik, girêdayî beşên lîstikê yên din in, dê bihêlin ku bikarhîner beşekî mezin ji dîroka Nînewayê nas bikin.
Lîstika ku heta aniha nehatiye binavkirin, tê pêşxistin û di dawîya vê salê de dê dest bi bikaranîna wê bikin.
Li gorî Nesîr lîstika rastîya xeyalî tenê beşekî biçûk e ji projeyeke mezin ku armanc dike ku mîrat û paşmayên Mûsilê bi rêya rastîya xeyalî belge bike.
Lêstik armanc dike ku nameya ciwanên Mûsilê ya aştîyê û tolerensê û redkirina wan ji hemû şêweyên tundîyê re bigihîne.
Belkî armanca herî balkêş ji vê lîstikê re ew ku geştyarîyê li Mûsilê han bide, derkûşa gelek şaristanîtîyên kevnar. Endama tîma Dîzaynê Besma Qeys ji Diyaruna re got ku ew dê nasname, mîrat û serbilindîya neteweyî yên Mûsilîyan bîne bîra wan.
Projeyeke hander e?
Piştî ku were destpêkirin, dibe ku lîstika rastîya xeyalî ya Mûsilê bibe hander ku lîstikine din ên mîna wê li parêzgehên Îraqî yên din dîzayn bikin û heta belkî bihêle ku pêşbirkeke erênî çêbibe.
Ala Saidî, dîzaynerekî apan li parêzgeha Zî Qarê li başûrê Îraqê, got ku her parêzgeheke Îraqî xwedî mîrateke şanaz e û xortên xwecihî dikarin lîstikên rastîya xeyalî yên cihêreng û lîstikên elektronî yên din çêkin.
Saidî ji Diyaruna re got ku lîstikên mîna vê dikarin cihên arkolojî, çiravên Îraqî û cihine navdar ên din bidin nasîn.
Wî bang li hikûmeta Îraqî kir ku piştgirîyê bike û sponserîya berhemên mîna van bike daku ew yekîtîya niştîmanî han bidin û tundîyê û propagandaya nefretê red bikin.
Dest xweş! Xweda ji te razî be!
BERSIV BIDE6 KOMÊNT
Yarî pir baş e.
BERSIV BIDE6 KOMÊNT
Navê yarîyê çi ye?
BERSIV BIDE6 KOMÊNT
Ez çawa dikarim yarîyê peya bikim?
BERSIV BIDE6 KOMÊNT
Ew li Wadî Horanê bi cih dibin û hikûmet û Amerîka çavên xwe ji vê rastîyê digirin.
BERSIV BIDE6 KOMÊNT
Ez li kûderê dikarim leystikê bibînim?
BERSIV BIDE6 KOMÊNT