Nûçeyên Iraqê

Mûzexaneya Mûsilê, ya ku DAIŞê gencînên wê talan kirine, mêvandarîya hunera nûjen dike

Hîna mûzexaneya Mûsilê nehatiye çaksazîkirin ji dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gencîneyên wê yên kevnar wêran kirin berî çend salan, lê beşek jê dîsan Seşemê (29ê Kanûna Duyem) hat vekirin bo nîşandayîna hunerên serdemîyane, AFP ragihand.

Bo caran pêşîn ji dema ku DAIŞê dest danî ser bajêr sala 2014an, serdanker bûn mêvanên hola pêşwazîya paşayî ya mezin, a ku beşek ji mûzexaneyê ye.

Avahî weke kevintirîn baregeha hikûmetê li Mûsilê tên naskirin û vê dawîyê hat nûkirin bo mêvandarîkirina pêşangeha hunerî ya 29ê, bi sernavê "Vegera bo Mûsilê", endamekî Êzgeha Xed a ku organîzer bû wiha anî ser ziman.

Pêşangehê "selmand ku cengê Mûsil nekuşt, berevajî vê yekê, ew pêşketineke gelmper jîyan dike", serdankerekî bi navê Huda Hanî, ku 25-salî ye, wiha got.

Di heyama kontrolkirina wê ji Mûsilê re, DAIŞê vîdyoyek belav kir ku tê de çekdarên wê bi drîlan û qedûman êrîşî mûzexaneyê dikirin, û şûnwarên wê yên nayên firoştin wêran dikirin.

Rêxistinê herwiha parçeyên nirxdar firoştin bo fînansekirina çalakîyên xwe.

Bi hevparîyê ligel çend rêxistinan, teknîkar û hunermendên Mûsilê kopîyên sê-alî yên parçeyên têkçûyî çap bikin.

ALIPH, projeyeke bayexê dide kevnetor û bi pêşengîya Fransa û Îmarat e, û $480,000 jê re hatiye terxankirin bo alîkarîkirinê di qonaxa yekem a nûkirina mûzexaneyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500