Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ operasyonên qaçaxîya şûnwaran di dema hukmê wê ji Mûsilê re veşartin

Xalid Taî

Şandeyeke fermî ya Fransî serdana mûzexaneya Mûsilê kir di 2019an de da wêrankirina ku ji alîyê DAIŞê pêk hat pişkinîn bike. [Wêne ji Birêveberîya Entîke û Mîratê Nînewayê hatiye wergirtin]

Şandeyeke fermî ya Fransî serdana mûzexaneya Mûsilê kir di 2019an de da wêrankirina ku ji alîyê DAIŞê pêk hat pişkinîn bike. [Wêne ji Birêveberîya Entîke û Mîratê Nînewayê hatiye wergirtin]

Di dema hukmê wê ji Mûsilê re, "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) ji gel re got ku şûnwarên kevnar û peykerên di bingeha xwe de "pût" bûn û wan ew li gorî "erkê olî" hilweşandin.

Aniha dîyar bû ku bi rastî endamên DAIŞê tiştên şûnwarî yên giranbuha dizîn û firoştin, a ku mûçeyên sabit ji wan re dabîn kir. Ev yek herwiha durûtîya rêxistinê û wêneya sexte ya wan hewl dida ku bidin xuyakirin eşkere dike.

Herwiha DAIŞê kolandinên sîstematîk bi cih anîn daku li tiştên şûnwarî yên giranbuha li cihên dîrokî yên ketine jêr kontrola wê bigere.

Bêhtir ji 1,700 cihên olî û şûnwarî li Mûsilê ketine jêr kontrola rêxistinê di navbera salên 2014 û 2017an de, piranîya wan hatin talankirin û xerabkirin.

Cihê şûnwarî yê Koşka Senherîb li Nînewayê rastî xerabkirinê hat di 2015an de ji alîyê endamên DAIŞê ve. [Wêne ji Desthilatdarîya Giştî ya Îraqî ya Entîke û Mîratê hatiye wergirtin]

Cihê şûnwarî yê Koşka Senherîb li Nînewayê rastî xerabkirinê hat di 2015an de ji alîyê endamên DAIŞê ve. [Wêne ji Desthilatdarîya Giştî ya Îraqî ya Entîke û Mîratê hatiye wergirtin]

Zîyad Xazî Saedulah, birêveberê mûzexaneya Mûsilê, ji Diyaruna re got ku piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê, operasyonên lêkolîn û parastinê yên berfireh ji alîyê mûzexaneyê ve hatin bicihanîn daku şûnwarên hatine talankirin û ziyankirin binirxînin.

Lêkolînê dîyar kir ku rêxistinê xwe disparte şûnwarên hatibûn dizîn weke jêdereke sereke ya dahatê û hat texmînkirin ku operasyonên wêrankirina şûnwarên mezin ên li mûzexaneyê yên di filmên propegandaya rêxistinê de hatin nîşandan "tenê veşartinek bû ji dizîyê re", wî ji Diyaruna re ragihand.

Dizîya sîstematîk

Enalîzkirina datayên li ser şûnwarên şikestî li mûzexaneyê hatin çêkirin herwiha pişkinînkirina belgeyên ku naverokên mûzexaneyê berî serdegirtina DAIŞê dihundirînin, "wendabûna şûnwarên kêmpeyda û bêhempa eşkere kirin", Saedulah got.

Ev yek tê wateya ku ew bi awayekî sîstematîk hatin dizîn. Wî got ku DAIŞê parçeyên kevin ji cihên şûnwarî yên wê dest danî ser wan talan kirin û cih teqandin yan wêran kirin daku çi nîşana li ser dizîyê hebe veşêre.

Li gorî Saedulah, ev yek li cihê perestgeha Tel Nebî Yûnis û Tel Qwînceq qewimî, ku koşka şahê Aşûrî Senherîb û bajarê Nimrûd ê dîrokî lê ne.

Tevî wê yekê, hejmareke destnîşankirî ji hunerkarîyên hatine talankirin û bo derveyî welat hatine qaçaxkirin nîne, ji ber hin ji wan bi awayekî fermî di sicilê mûzexaneyê de nehatibûn tomarkirin.

Saedulah got ku entîkeyên ku muhrên mûzexaneyê ne, mirov dikare bi hêsanî li seranserî cîhanê werin xwestin û vegerandin, lê kêşe bi yên ku bi awayekî ketober hatine derxistin û bo derve hatine qaçaxkirin -- a ku zehmet e were destnîşankirin.

"Wezareta Çandê û Desthilatdarîya Giştî ya Entîke û Mîrat ligel çend dezgehên din hikûmî yên Îraqî û ne Îraqî, herwiha ligel Interpol kar dikin daku samanên şûnwarî yên Îraqî bişopînin," wî got.

Raporteke Encumena Dadwerî ya Bilind a Îraqî ku di 4ê Cotmehê de hat belavkirin, li gorî UNESCO, got ku DAIŞê dora 36 milyon dolar ji qaçaxkirina şûnwarên Mûsilê û firoştina wan li bazaraên cihanî di rêya navbênkaran re bi dest xistine.

Wêrankirina giştî

Ehmed Qasim, pisporê şûnwaran li Zanîngeha Mûsilê, got ku operasyonên DAIŞê bo dizî û qaçaxkirina entîkeyan di çarçoveyeke orgenîzkirî de pêk hat.

"Dema em piştî rizgarkirinê vegeriyan Mûsilê, me cihên şûnwarî yên wêrankirî seh kirin, a dîyar kir ku karê xepartinê hatibû pêkanîn,hin ji wan bi awayekî rêzikî û zanistî hatin bicihanîn," wî ji Diyaruna re got.

Wî got, encam pêşniyar dikin dibe ku endamên DAIŞê xwe spartibe pisporan. Ev yek dîyar e di haletên mîna torên tunelan ên kompleks bi hêdîka li jêr perestgeha Tel Nebî Yûnis hatin kolan, ku koşka şahê Aşûrî Serhedon li wir e û ti opersyonên kolanê berî vê nehatibûn pêkanîn.

Qasim got ku DAIŞê ne tenê bermayî talan kirin, lê bû sedema wêrankirina mezin û tinekirina mîrata mirovî ku gelek cih û avahiyên şûnwarî dane ber xwe.

Museb Muhemed Casim, nûnerekî Birêveberîya Mîrat û Entîkeyan li Nînewayê, ji Diyaruna re got ku peygerînên derbarê entîketîn hatin dizîn dema kontrolkirina DAIê ji Mûsilê re du alîyê wê hene.

Wî got ku alîyê yekem li derve çêdibe, ku xebateke hevaheng di navbera Îraq û civaka navdewletî de û rêkeftinên hevbeş hene daku bidine pey şûnwarên qaçaxkirî û wan vegerînin, ku hin ji wan li mezadên vîhanî tên firoştin.

Wî da zanîn ku arasteya duyem xebatên berdewam ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îraqî bo sehkirina şûnwarên ku li veşartgehên DAIŞê hatin dîtin dihundirîne, ku çekdarên DAIŞê plan dikirin wan bi qaçaxî derxin.

Casim da zanîn ku Ajansa Ewlekarîya Neteweyî û Fermandarîya Operasyonên Nînewayê dora 100 parçeyên şûnwarî vegerandine ji çaxê bidawîbûna şerên rizgarkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500