Nûçeyên Iraqê
Ol

Cejneke ne mîna salên berê li Idlibê ligel metirsîne ewlehî û tenduristî tê jîyankirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Meydaneke giştî li bajarê Idlibê tijî xelk e ,ku rêkarên bidûrbûna civakî da vayrûsa Koronayê di heyama Cejna Remezanê de belav nebe bin pê kirine. [Wêne ji Navenda Idlibê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Cejna Remezanê li herêma Idlibê îsal ne mîna salên berê ye, ku ev yek ligel rewşa ewlehî ya neseqamgîr, pêleke mezin a koçberîyê û qeyraneke tenduristîyê û rêkarên girêdayî wê hatiye.

Bi hezaran koçber beşdarî xwepêşandanên mezin di rojên pêşî yên cejnê de bûn da daxwaza mafê xwe yê vegerê bikin li deverên ku rejîma Sûrî vê dawîyê ew kontrol kirine, çalakgerê ji Idlibê bi navê Musab Esaf ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku xwepêşander daxwazên xwe yên sereke yên guhertina demokratîk, azadîyên bêhtir û danîna sînorekî ji gendelîya hikûmetê re dubare kirin, yên wan ji çaxê raperîna sivîl a Sûrî banga kiribû.

Bazar û baxên giştî derîyê xwe vekirin û xelk tê de tijî bûn, tevî hebûna metirsîya ji nexweşîya Koronayê (COVID-19) û binpêkirinên dubare yên agirbestê.

Zarokin ji xwe re li gulistaneke lîstokan a gerok li Idlibê kêf dikin weke beşek ji pîrozbahîyên Cejna Remezanê. [Wêne ji Navenda Idlibê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Zarokin ji xwe re li gulistaneke lîstokan a gerok li Idlibê kêf dikin weke beşek ji pîrozbahîyên Cejna Remezanê. [Wêne ji Navenda Idlibê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Zarokin li kampeke koçberan li Idlibê beşdarî çalakîyekê dibin ku rêxistineke hawarçûnê di Cejnê de pêk anîye. [Wêne ji Rêxistina Violet hatiye wergirtin]

Zarokin li kampeke koçberan li Idlibê beşdarî çalakîyekê dibin ku rêxistineke hawarçûnê di Cejnê de pêk anîye. [Wêne ji Rêxistina Violet hatiye wergirtin]

"Dîmenekî seyr bû," Esaf got, "taybet ligel qeyrana Koronayê û rêkarên ku bo wê hatine ragihandin da rê li ber were girtin ku kombûyîn, mizgeft, gulistan û xwaringeh qedexekirî ne".

Esaf anî ziman hinek rêxistinên bijîşkî û dermankirinê yên li herêmê kar dikin hewl didin rê li ber wan bigirin, lê xelk herikîn van deveran.

Wî da zanîn ku ev yek hişt metirsî zêdetir bibin ku dê vayrus bi awayekî berfirehtir di heyama betlaneyê de li herêmê belav bibe ji ber van têkilî û kombûyînên civakî, ligel hişyarkirina endamên tenduristîyê ku dibe rewşa tenduristî kambax bibe.

Esaf got ku jê zêdetir ew e ku amadebaşîya bo rûbirûbûna vayrusê jî kêm e, destnîşan kir jî ku Tehrîr el-Şam ew bi temamî berpirsê vê rewşê ye ji ber ew herêmê kontrol dike û tu rêkarên parêzî negirtine.

Wî anî ziman ku di heman demê de li kampên koçberan ê nêzî bajarê Idlibê, "bi hezaran malbat bi atmosfera cejnê nehisîyan ji ber rewşên dijwar ên tê re derbas dibin".

Wî got ku tu nîşaneya kêf û şahîyê li ser rûyê zarokan tune ye, tevî hewldanên biçûk yên ji alîyê hinek malbat û hinek rêxistinan da atmosfereke cejnê bi awayekî biçûk ji wan re çêkin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500