Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Koçberên Idlibê bo vegera li warên xwe di tevgerê de ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Koçberine Sûrî hinek pankartan radikin di xwepêşandanekê de li ser rêya Sermîn-Idlibê ku daxwaza vegera bo malên xwe dikin, li deverên ji alîyê rejîmê ve hatine kontrolkirin. [Wêne ji rojnamegerekî Sûrî hatiye wergirtin]

Li Idlibê, koçberên ji deverên ku vê dawîyê rejîmê di operasyona xwe ya dawî de kontrol kirine, dest bi rêxistinkirina xwepêşandanên mezin li gelek deverên parêzgehê kirine, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re ragihand.

Xwepêşandan ji alîyê koçberan ve tên lidarxistin, û ne girêdayî tu alîyekî sîyasî yan çekdarî ne, niştecihê Maeret Numan û çalakgerekî ji dlibê bi navê Hanî Numan ragihand.

Wî got ku xwepêşander dixwazin bala alîyên herêmî û navdewletî bikişînin ser derdê xwe da sînorek ji êşa wan re were danîn.

Numan vê dawîyê bi malbata xwe re revîya bajarokekî li nêzî sînorê Tirkîyayê.

Xwepêşanderin li nêzî bajarê Idlibê daxwaza vegera li cih û warên ku ji alîyê rejîma Sûrî ve hatihe kontrolkirin dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Xwepêşanderin li nêzî bajarê Idlibê daxwaza vegera li cih û warên ku ji alîyê rejîma Sûrî ve hatihe kontrolkirin dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Alên şoreşa Sûrî û pankartên ku doza vegerê dikin di dawîn xwepêşandanên "Lehîya Vegerê" de li herêma Idlibê hatin hildan. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Alên şoreşa Sûrî û pankartên ku doza vegerê dikin di dawîn xwepêşandanên "Lehîya Vegerê" de li herêma Idlibê hatin hildan. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Numan ji Diyaruna re got ku li Idlibê, koçberên ji deverên ku vê dawîyê rejîmê di operasyona xwe ya dawî de desteserkiribûn derketine, dest bi rêxistinkirina xwepêşandanan bi awayekî berfireh kirine, ku dixwazin vegerin mal, gund û bajarokên xwe.

Wî anî ziman ku ew dixwazin hêzên rejîmê û milîsên wê yên alîgir ji van deveran derkevin.

Numan got ku xwepêşandana yekem a navê "Lehîya Vegerê" lê hat kirin, bi hezaran koçber ji çend bajarokan ber bi sê deveran ve herikandin, ku xwepêşandan li wan dihatin lidarxistin.

Xwepêşander li bajarê Idlibê, li devera di navbera bajarê Sermîn û Idlibê de, û li nêzî bajarokê Seraqibê kom bûn, û alên şoreşê û pankartên ku banga vegera wan û derketina rejîmê dikin hildan.

Hinek pankartan Rûsya bi koçberkirin û wêranîya samanên taybet û giştî tawanbar kirin, hinekên din jî banga serbestberdana girtîyên di girtîgehên rejîma Sûrî de kirin, û daxwaza mafê jîyîna bi rûmet kirin.

Kampên qerebalix û rewşên dijwar

Bêhtir ji 1.5 milyon Sûrîyî di operasyona leşkerî ya vê dawîyê de koçber bûn, û aniha di rewşine pir dijwar de dijîn li nêzî sînorê bi Tirkîyayê re, Numan got.

Li gorî Numan, ev dever tije koçber bû gava yên nû hatin, û li kampan ti ode ji wan re peyda nebûn.

Ji van rewşan zêdetir kêmbûna karê hawarçûnê û alîkarîya mirovî jî heye, bi taybet piştî nexweşîya cîhanî ya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19).

Numan teqez kir ku koçber xwe bixwe bi van xwepêşandanan rabûne, destnîşan kir jî ku koçberine din ji gund û bajarokine cihêreng vê dawîyê hevbendî ji xwe re ava kirine.

Wî da zanîn ku ew di nava xwe de hevahengîyê dikin da serkeftina xwepêşandan misoger bibe, û da pirsgirêka koçberîyê ya vê dawîyê pêla wê li xelkê parêzgeha Idlibê rabûye çareser bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500