Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tehrîr el-Şam koçberinan ji kampên Idlibê diqewitîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermanin ji berpirsên Tehrîr- el-Şam bo koçberên xwe li kampa Berdeqlî digirtin derket ku kampê vala bikin. [Wêne ji rêxistina Saed a xêrxwazîyê hatiye wergirtin]

Fermanin ji berpirsên Tehrîr- el-Şam bo koçberên xwe li kampa Berdeqlî digirtin derket ku kampê vala bikin. [Wêne ji rêxistina Saed a xêrxwazîyê hatiye wergirtin]

Çalakgerekî ji parêzgeha Idlibê got, hinek xwedanên erdan li parêzgehên Idlib û Hemayê Tehrîr el-Şam bertîl dikin da koçberan bi darê zorê ji kampên li wan deveran biqewitînin.

Çalakger Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand ku berpirsên Tehrîr- el-Şam gelek bertîl ji xwedanên erdan girtine da koçberan ji cihine taybet derxînin.

Wî got ku tu warekî berdêl ji van malbatan re nehat dîtin.

Esaf anî ziman ku berpirsên Tehrîr- el-Şam berê xwe dan gelek konan û koçber agahdar kirin ku bilez jê derkevin, da zanîn jî ku herî kêm du kamp bi darê zorê hatine valakirin heya niha.

Gelek Sûrî ji bakur-rojavayê Sûrî ji ber bomebaran û êrîşên asmanî yên berdewam neçar man birevin û xwe li kampên demkî mîna vê li parêzgeha Idlibê bi cih bikin. [Wêne ji al-Bawaba - Syria hatiye wergirtin]

Gelek Sûrî ji bakur-rojavayê Sûrî ji ber bomebaran û êrîşên asmanî yên berdewam neçar man birevin û xwe li kampên demkî mîna vê li parêzgeha Idlibê bi cih bikin. [Wêne ji al-Bawaba - Syria hatiye wergirtin]

Li gorî Esaf, Tehrîr- el-Şam bi koçberinan re pevçinî û hinek gule berdan.

Valakirin "neadil e û neyê qebûlkirin"

Wî destnîşan kir malbatên koçber ên neçar man ji kampên ku ji ber bombebaran û êrîşên asmanî yên berdewam xwe lê girtibûn derkevin hêrsek çêkir, ku tu cihekî berdêl ji wan re nehat peydakirin.

Wî dîyar kir ku ew li jêr rewşine pir zehmet li seranserî şeş salên borî dijîyan, lê herî kêm cihek hebû lê bimînin, destnîşan kir jî ku derketina wan ji kampan mîna ewartîyê ye ji wan re.

Kampek ji wan, li nêzî bajarokê Eqrebat li bakurê Idlibê ye, xelkin ji bakurê gundewarê Hema û başûrê gundewarê Idlibê lê dimînin.

Esaf eşkere kir ku ji koçberên wê kampê re hatiye gotin ku dê dibistan û mizgeftek li şûna kampê werin avakirin, ji lew re divê jê derkevin.

Wî got, ji niştecihên kampeke din li bakurê Idlibê, herwiha kampa Berdeqlî li nêzî bajarê Sermeda jî hatiye xwestin ku kampan vala bikin, bi behaneya ku ew ê cihê deranîna keviran ku nêzî wir e berfireh bikin.

Cihê deranîna keviran a berpirsekî Tehrîr el-Şam e.

Niştecihekî berê yê Mearet Numanê Hanî Numan ji Diyaruna re got ku wî malbata xwe vê dawîyê bir bajarokekî li nêzî sînorê Turkîyayê.

Li gorî Numan, Tehrîr el-Şam "her roj rengên xwe yên rastîn bi rêya danûstandina wê bi sivîlan re nîşan dide".

Wî daxuyand ku qewitandina koçberan ji kampan tiştekî nayê qebûlkirin û neadil e.

Wî got, Tehrîr el-Şam pereyan ji dahatên sotemenî û bacên buha qezen dike, ku bi hêsanî ew dikare koçberan di hejmareke kampên berdêl de bi cih bike.

Numan anî ziman ku lê li şûnê, "berjewendîyên berpirsên Tehrîr el-Şam ên kesayetî wan li ser hesabê bi hezaran malbatî dibizivînin".

Warekî berdêl nîne

Zivistan bilez tê, û pê re rewşên zehmet bo malbatên koçber heye ligel seqayeke cemidî, bi baran û qeşayê.

Numan destnîşan kir bo warekî li dûrî niştekirina demkî bibînin gelek malbat dê neçar bibin niştekirinê duqat bikin û konekê bi malbatekê din re par ve bikin.

Ev yek metirsîyeke mezin ligel belavbûna vayrûsa koronayê çêdike, ku bi rastî nexweşî li parêzgehê belav bûye.

Bi dehan koçber li dijî kirinên koma Tehrîr el-Şam rabûn, lê hevbendîya tundrew yekser xwepêşandan têk birin.

Xwebexşê Xuzeyên Spî Xalid Xetîb ji Diyaruna re ragihand ku li bakur-rojavayê Sûrî, di nav de parêzgehên Idlib, Hema û Heleb, warê 1,293 kampên nefermî ne.

Wî dîyar kir ku ev kamp tevde bêhtir ji milyonek koçberî dihundirînin, ligel ku 400 kampên nerfermî hene jî ku dora 200,000 koçber lê dimînin.

Wî got, kampên fermî berê tije ne û nikarin hejmareke din a koçberan hilgirin, ji lew re zehmet e war ji koçberên nû re were peydakirin.

Xetîb anî ziman ku rêxistinên alîkarîyê li bakur-rojavayê Sûrî hema bi zor pêdivîyên xwe yên pêwîst ji koçberan re peyda dikin û nikarin kampan fireh bikin an jî yên nû ava bikin.

Wî got ji ber kêmbeydabûna kar, kampên demkî ji alîyê komine bêkar tên avakirin, an jî hinek ji malbatên hejar, an malbatek û xizmên xwe ku tu cih û warê wan nîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500