Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hilwşîna aborîya Sûrîyayê alozîyên di nav taxima hakim de eşkere dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ramî Mexlûf, karsazekî Sûrî û kurxalê serokê Sûrî Beşar Esed e, vê dawîyê peyameke vîdyo di mîdyaya civakî de belav kir peyama ku tê de rexne li rejîma Sûrî dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Mexlûf hatiye wergirtin]

Ramî Mexlûf, karsazekî Sûrî û kurxalê serokê Sûrî Beşar Esed e, vê dawîyê peyameke vîdyo di mîdyaya civakî de belav kir peyama ku tê de rexne li rejîma Sûrî dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Mexlûf hatiye wergirtin]

Pispor dibêjin ku hilweşîna aborî ya rejîma Sûrî ne tenê ji ber şerê ku ev nêzî deh salan e heye, lê herwiha ji ber gendelîya ku ev bi dehên salan belav e, ku tê wateya ku tenê hejmareke gelekî kêm ji xelkê kontrola piranîya samanên welat dike.

Mehsûbîyet û gendelîya gelekî berbelav handerên serke bûn ji serhildana Sûrî ya ku di 2011an de dest pê kir, rojnamevanekî Sûrî bi navê Muhemed Ebdulah got.

Gelê Sûrî dest bi serhildanê kir ji ber wan xwest ku guhertinê çêkin, wî ji Diyaruna re ragihand, di nav de belavkirineke yeksantir a samanan.

Wî teqez kir ku Serokê rejîmê Beşar Esed hîn heta asteke mezin samanên dewleta Sûrî û gel kontrol dike, vê yekê hişt ku newekhevîyeke civakî ya mezin çêbibe.

Bêhtir ji 80% ji niştecihên Sûrî jêrî xeta hejarîyê dijîn. [Wêne ji Dezgeha Mirovî ya Şamê hatiye wergirtin]

Bêhtir ji 80% ji niştecihên Sûrî jêrî xeta hejarîyê dijîn. [Wêne ji Dezgeha Mirovî ya Şamê hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku komeke biçûk ji malbata hakim, kesayetên nêzî wan û hin efserên serbazî yên paye bilind xwedî dewlemedîyeke mezin in, dema ku zêdeyî 80% ji niştecihên Sûrî hejar in an li jêr xeta hejarîyê dijîn.

Lê van nakokîyan di nav taxima hakim de parçebûnên di hundirê rejîmê de kifş kirin û wan ronî da ser fişar û tehedîyên zêde yên ew rastî tê.

Delîlên nemandelebar derbarê dijberîyeke navxweyî vê dawîyê eşkere bû dema kurxalê Esed Ramî Mexlûf -- dewlemendê Sûrîyayê yê bêqam -- bi awayekî eşkere gazinên xwe ji rêjêmî di du postên vîdyo li ser Facebookê îlan kirin.

Ev yek şerekî li ser desthilatdarîyê yê di nav malbata hakim de eşkere dike dema ew hewl dide ku desthilatdarîya xwe piştî neh salên şer qayim bike, şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Nakokîyeke malbatî

Di vîdyoyeke ku di 1ê Gulanê de hat belavkirin, Mexlûf Esed hand da ku zêdeyî 185 milyon dolar ji pereyên bacan ên li ser Syriatel "ji nû ve rêxistin bike", Syriatel jî kompanîya mobayl a herî mezin e li Sûrîyayê. Mexlêf, ê ku serokê Syrialet e, serperiştîya emperatorîyeke kargehan dike.

Di vîdyoyeke din de di 3yê Gulanê de, wî ajansên ewlekarî bi girtina karmendan tawan kirin, girtinên bo tirsandina wî daku dûrî karên xwe bikeve.

"Kesekî bawer dikir ku ajansên ewlekarîyê dê werine kargehên Ramî Mexlûf, yê ku ew sponserê wan ê herî mezin bû di şer de?" wî pirsyar kir.

Ligel ku ev yek parçebûna di nav taxima hakim de dinimîne, Ebdulah ji Diyaruna re ragihand, kirarên Mexlûf eşkere dikin ku tiştê weke hevalbendîyeke xurt di nav wan dihat dîtin ne ti tişt bû lê tenê tikilîyeke demkî bû.

Wî got ku ev têkilî li ser bingeha berjewendîyên darayî bûn, û aniha ew têkilî dest pê kirin ji hev dikevin piştî ku derz li wan ket.

Ebdulah got ku ev nakokîya di nav Mexlûf û Esed de dê paşdahatên wê yên mezin di Sûrîyayê de hebin di pêşeroja nêz de, û da zanîn ku Esed dê bêguman piştgirîyeke gelekî mezin ji dest wî here.

Wî anî ziman ku vîdyoyên Mexlûf yên yekem in ji vê cureyê di dîroka rejîma Sûrî de, û ew nîşaneke bê guman in li ser qelşa ku di nav wan de mezin bûye.

Wî got ku gotegotên derbarê nakokîyên navxweyî ji berê ve hatine belavkirin, lê aniha pirsgirêk eşkere ye û dibe ku ji Esed re sotîner be.

Pirsgirêk tê meyandin

Maxlûf weke dewlemendê rejîma Esed ê bêqam dihat reçavkirin ji çaxa ku serokê Sûrî cihê bavê xwe girt di sala 2000an de.

Lê nakokî ji havîna par ve zêde dibin, dema desthilatdarîyê dest danî ser komeleya wî ya xêrkarî, Bustan, û milîsên girêdayî wî hel kirin.

Di Cotmrhê de, Esed îlan kir ku wî "bang li her kesê di sektorê taybet de kir, yên ku malê dewletê bi kar anîne ku pereyan vegerînin" weke hewldanekê bo piştgirîkirina darayî dewletê.

Dema ku vê dawîyê rejîmê dest danî ser pereyên gelek karsazan ji ber ew ji bacan direviyan û ji ber dewlemendbûna bi rêyên neqanûnî, Mexlûf, hevjîna wî û kargehên wî di nav wan de bûn.

Fikreya ku rejîma Sûrî "kampanyayekê li dijî gendelîyê" pêk tîne tiştekî pêkenok e, aborînasê Sûrî Mehmûd Mistefa ji Diyaruna re ragihand, û got ku ne girîng e bê çiqasî rejîm hewl dide ku vê nerînê bide pêş derbarê kiryarên xwe yên vê dawîyê.

Wî got ku her kes dizane rejîm dest dideyne ser pereyên Syriatel û kompanîyên mezin ên din dema sîstema wê ya darayî ya hilweşiyî di nav deynan de maye.

Wî teqez kir ku karsazên ku pereyên wan têne desteserkirin bi piranîya xwe alîgirên rejîmê ne, yên ku beşek ji tora gendelîyê bûn bi dehên salan, û daxuyand ku ne gengaz bû ku rêkeftinên bazirganî û darayî hatibane imzekirin eger ne di rêya wan re bane.

Rola Rûsyayê

Mustefa teqez kir ku tu agahîyên piştrast derbarê hejmar û nasnameya tekekesên ku ziyan gihaye wan tune ne ji ber desteserkirina pere û samanên wan, lê tê gotin ku herî kêm ew 150 kes in.

Wî got ku ew hemû nêzî rejîma Sûrî ne û ew weke kesin parastî dihatine reçavkirin û dîyar kir ku tor kompleks e û gelek karsaz, berpirsên hikûmetê û efserên serbazî yên ji hemû payeyan dihewîne.

Wî got ku kesayetên herî navdar ku pere û samanên wan hatine desteserkirin ev in, Mexlûf, Hezwan, el-Waz, Samir Dibs, Eymen Cabir, Terîf Exres û Husam Qatircî.

Rola Rûsyayê di şerê Sûrî de faktorekî sereke bû di rewşa ku aniha Sûrîya xwe tê de dibîne, lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Begar got.

Rûsyayê piştgirîya rejîma Sûrî kir ji destpêka şerê aniha ve û ev e sedema mana wî di desthilatdarîyê de, wî ji Diyarunare ragihand.

Begar got ku Rûsya guh nade pirsgirêkên aborî yên ku rejîma Sûrî û gelê Sûrî rastî tên, da zanîn ku tenê tiştê ji re girîng ew e mana rejîma Esed.

Wî got ku ev yek ji ber rejîma Sûrî hebûna serbazî ya qanûnî ji Rûsyayê re li hejmarek ji baregehên cewî, deryayî û bejî misoger dike, yên bi rêya wan hêzên Rûsî dikarin planên xwe yên stratejîk li Rojhilata Navîn bi cih bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500