Pîrozbahîyên Cejna Qurbanê li parêzgeha Idlibê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê bêdeng bûn û sar bûn vê salê ji ber fişarên pir dijwar û rewşên pir xerab ên ku xelk jîyan dike, li gorî çalakgerekî ji deverê,
Piranîya şênîyan, bi taybetî yên ku bêwar bûne, rewşeke darayî ya pir xerab jîyan dike lewra jî pir zehmet e ji wan re ku qurbanîyên cejnê, cil û şêrînî û şekiran bikirin, çalakgerê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.
Tiştê zêde jî bûye petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) e, ku pêwîst e kombûn neyên lidarxistin bo nehiştina belavbûna nexweşîyê.
Esaf got ku rewşa neseqamgîrîya tê jîyankirin xwedan bandor bû, ku rejîma Sûrîyayê û milîsên wê topbarankirina rojane ya malên sivîlan li hemû deveran dijwar kirin, û pêleke nû ya bêwarîyê rû da.
Êrîşên asmanî yên Rûsî li ser bajarokê Binişê sê kes ji heman malbatê kuştin Duşemê (3yê Tebaxê), li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.
Esaf herwiha bal kişand ser pêleke teqînên otombîlan li deverên niştecihbûnê li parêzgehê di çend rojên borî de.
piranîya xelkê dudil in ji kirîna sewalên qurbanê ji ber rewşa xwe ya aborî ya dijwar, ku ev yek bandoreke nerênî li hejar û bêwaran dike, ku ev demeke dirêj tu goşt negihiştîye wan.
Wî got ku îsal mêjereke kêm a goşt ji hêla hejmarek ji sivîlan, rêxistinên hawarçûnê û rêxistinên xêrxwazî ve hat xêrkirin.
Wî got ku van rêxistinan pir hewl da ku rewşê baştir bikin, bi taybetî ji zarokan re, bi rêya belavkirina leystikan û berhevkirina çalakîyên li ser asteke berteng, ji ber rêkarên selametîya civakî.
Li parêzgeha Laziqîyayê, Rewangehê got ku Tehrîr el-Şam û komên hevalbendên wê Duşemê 12 çekdarên ser bi rejîmê ve kuştin, û rê neda wan ku pêş bikevin, li gorî raporteke AFP.
Herwiha 17 çekdarên din ên ser bi rejîmê ve birîndar bûn dema ku wan êrîşek bi topxaneyê û çekên giran dest pê kir, û şeş çekdarên Tehrîr el-Şam jî mirin.