Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Milîsên hevalbendê Îranê dest pê dikin digihin Deraayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecihên parêzgeha Deraayê ya başûrî di xwepêşandanekê de radihêjin sorgewezên dijî Îran û Hizbulahê. [Wêne ji Komeleye Hran a Azad hatiye wergirtin]

Niştecihên parêzgeha Deraayê ya başûrî di xwepêşandanekê de radihêjin sorgewezên dijî Îran û Hizbulahê. [Wêne ji Komeleye Hran a Azad hatiye wergirtin]

Komên çekdar ên girêdayî Pasdaranên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dest pê dikin digihin parêzgeha Deraayê weke bersiv li hember alozîyên di navbera hêzên rejîma Sûrî û endamên berê yên komên opozîsyonê, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Ev hêzên ku ji Hizbulaha Lubnanî û milîsên girêday Feyleqê Quds ê Pasdaran mîna lîwayên Fatimîyûn û Zeynebîyûn pêk tên, li gelek deveran li Deraayê belav dibin, çalakger Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku komên girêdayî Îranê hevahengîyê bi hêzên rejîmê yên li herêmê bi cih bûne dikin, di nav wan de Firgeya 9ê (Hêzên Nimr) û Firqeya 4mîn.

Wî got ku van koman berda hin sivîlan ji taxên ku wan dest danî ser wan li Deraayê, bi taybetî kolana Dahîyayê û kolana Sehafayê li orta bajar.

Rejîma Sûrî hêzên piştîvanîyê tîne parêzgeha Deraayê weke amadekarî bo kiryareke serbazî ya tê payîn. [Wêneyek ji dîmeneke vîdyo ya Komeleya Horan a Azad e]

Rejîma Sûrî hêzên piştîvanîyê tîne parêzgeha Deraayê weke amadekarî bo kiryareke serbazî ya tê payîn. [Wêneyek ji dîmeneke vîdyo ya Komeleya Horan a Azad e]

Karwanekî milîsên çekdar ên girêdayî Pasdaran û rejîma Sûrî li derdora parêzgeha Deraayê tên dîtin. [Skrînşût ji vîdyoyeke Komeleya Horan a Azad e]

Karwanekî milîsên çekdar ên girêdayî Pasdaran û rejîma Sûrî li derdora parêzgeha Deraayê tên dîtin. [Skrînşût ji vîdyoyeke Komeleya Horan a Azad e]

Mesalima got ku endamên van milîsan bo van deveran hatin anîn, cihê ku xalên serbazî li wan hatine avakirin.

Wî got ku dîyar e ku hêzên rejîmê xwe bo kiryarekebserbazî li deverê amade dikin daku komên çekdar ên li wir kar dikin bi temamî tune bikin.

Mesalima got ku hîn kiryarên kuştinê berdewam li parîzgeha Deraayê hene ku hêzên rejîmê û endamên milîsên hevalbendên Feyleqa Pasdaran armanc dikin.

Wî got ku ev kuştin li bajarokê Nemr li bakurê Deraayê, bajarê Busra el-Herîr, bajarokê Kefer Şems û bajarê Senemeynê qewimîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500