Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rûsya bi sedên kesan di nav rêzên milîsên Deraayê de tecnîd dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşekerên nû ji milîsa Feyleqê 5an ê Rûsî beşdarî şahîyeke derçûnê li bajarê Besra Şam a Sûrî dibin. [Wêne ji Tecemu' Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Leşekerên nû ji milîsa Feyleqê 5an ê Rûsî beşdarî şahîyeke derçûnê li bajarê Besra Şam a Sûrî dibin. [Wêne ji Tecemu' Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Hêzên Rûsyayê yên li parêzgeha Deraayê ya li başûrê Sûrîyayê bi cih bûne milîsên xwe bi sedan leşkerên nû xurt kirin, çalakgerekî herêmî ragihand.

Wan bi sedan ciwan li parêzgehê tecnîd kirine, ku rahênanên xwe li kampên Rûsî û yên ku milîsên Frqeya 5an a Rûsya piştevanîya wê dike bi dawî kirine, çalakgerê ji Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku xurtkirina hêzê di nava tengijînên ku li parêzgehê rû didin de tê piştî pêleke kuştin, teqîn û operasyonên serbazî ku zêdeyî 400 sivîl û çekdarî li paş xwe kuştî hiştin.

Mesalma anî ziman ku derçûna leşkerên nû li bajarê Besra Şam li rojhilatê gundewarê Deraayê hat li darxistin û tê de diruşmeyên dijderketina rejîman belî bûn.

Leşekerên nû beşdarî şahîya derçûna xwe ya li bajarê Deraayê dibin berî tevlî milîsa Feyleqê 5an ê ser bi Rûsyayê ve bibin. [Wêne ji Daraa 24 hatiye wergirtin]

Leşekerên nû beşdarî şahîya derçûna xwe ya li bajarê Deraayê dibin berî tevlî milîsa Feyleqê 5an ê ser bi Rûsyayê ve bibin. [Wêne ji Daraa 24 hatiye wergirtin]

Serokêlin ji Deraayê û berpirsine Rûsî li şahîyeke derçûnê ya leşkerên Feyleqê 5an amade dibin, ku tê de pankartek li dijî rejîma Sûrî xweş xuya dibe. [Wêne ji Tecemu' Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Serokêlin ji Deraayê û berpirsine Rûsî li şahîyeke derçûnê ya leşkerên Feyleqê 5an amade dibin, ku tê de pankartek li dijî rejîma Sûrî xweş xuya dibe. [Wêne ji Tecemu' Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Leşkerên nû di yekîneyên Feyleqa 5an de hatine bicihkirin, ya bi serkêşîya Ehmed Ewad, yê vê dawîyê ragihandibû ew biniyet e komeke serbazî nû ava bike ku hemû komên çekdar ên li Deraa û Horanê bigire nava xwe .

Ev koma herêmê ya nû bi navê Artêşa Horan ya Yekbûyî tê naskirin.

Wî anî ziman ku Rûsya dixwaze hemû hêzên alîgirên xwe bixe vê koma nû, bi armanca ku herêmê bi temamî kontrol bike.

Mesalma dîyar kir ku ew dixwaze desthilata hêzên rejîma Sûrî û milîsên bi ser Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) kêm bike.

Rewşa ewlehî ya xerab

Wî destnîşan kir ku rewşa ewlehî di çend saetên borî de pir bi paş de ketiye piştî serdegirtineke Pasdaran bi ser mala serkirdeyê opozîsyona Sûrî yê berê Fewzî Nesar de li bajarê Senemîn.

Mesalma da zanîn ku Nesar, ê bi rejîmê re li hev hatibû, li gel çar kesên din ku di dema êrîşê de li mala wî bûn hatin kuştin.

Wî anî ziman ku piştî wê jî otombêleke serbazî ya Firqeya 9an (hêzên Nemir) a rejîma Sûrî hat teqandin û di encamê de sê leşker hatin kuştin û Qehtan Qedah ê nêzî Pasdaran jî bi awayekî plankirî hat kuştin.

Herwiha endamê opozîsyonê yê berê Ziyad Berdan jî li bajarê Deraayê hat kuştin.

Mesalma got ku tevî van êrîş û kuştinên plankirî jî, gelek bûyerên guleberdan û avêtina bomebeyên destî rû dan, herwiha êrîşên li ser rêbend û navendên rejîmê jî, bi taybet li devera Newa li gundewarê Deraayê.

Wî daxuyand ku serokê mefrezeya ewlehîya serbazî li parêzgeha Deraayê jî Çarşemê (29ê Tîrmehê) di nava wan de hat kuştin, li gel jimareke milîsên bi ser Pasdaran ve.

Wî got ku bi dehan hewldanên kuştina plankirî û pevçûn di hersê mehên derbasbûyî de çêbûn, di encamê de dora 400 sivîl û çekdarî hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500