Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Leşker û çekdarên li Deraayê terorkirinan di nava rêzên hev de pêk tînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên rejîma Sûrî li pêşîya nexweşxaneyekê tên dîtin ku neh leşker piştî êrîşekê li parêzgeha Deraayê hatine veguhestin. [Wêne ji Wezareta Hundir a Sûrî hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî li pêşîya nexweşxaneyekê tên dîtin ku neh leşker piştî êrîşekê li parêzgeha Deraayê hatine veguhestin. [Wêne ji Wezareta Hundir a Sûrî hatiye wergirtin]

Asta alozîyan li parêzgeha Deraayê ya li başûrê Sûrîyayê piştî kuştinên di nava rêzên hêzên rejîma Sûrî û endamên berê yên opozîsyonê de pêk tên bilind bûye, çalakgerekî herêmî Çarşemê (6ê Gulanê) ragihand.

Hêzên rejîma Sûrî ji wê çaxê de qedexekirina derketina derve li hinek deveran sepandîye û leşker û maşîneyên serbazî û anîne, ligel egera berfirehkirina xebatên leşkerî, çalakgerê Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "atmosfîreke şer konê xwe li parêzgeha Deraayê vegirtîye" piştî êrîş û terorkirinên di nva rêzên herdu alîyan de.

Mesalma anî ziman ku rewş gur bûye piştî leşkerine rêbendeke rejîmê li devera Hewd el-Yermûk du endamên malbata Subêhî ku berê endamine Artêşa Azad a Sûrî bûn girtin.

Motorek li rêbendeke rejîmê li parêzgeha Deraayê tê dîtin, li cihê ku tengejîyan rû da. [Wêne ji Kombûyîna Azadên Horanê hatiye wergirtin]

Motorek li rêbendeke rejîmê li parêzgeha Deraayê tê dîtin, li cihê ku tengejîyan rû da. [Wêne ji Kombûyîna Azadên Horanê hatiye wergirtin]

Enwer Macid Rifayî (yê duyem ji alîyê rastê ve) li Deraayê hate kuştin. Li gorî hat rgihandin ew xwedî têkilîyên xurt bi rejîmê û Pasdarên Îranê re bû. [Wêne ji Free al-Mayadeen hatiye wergirtin]

Enwer Macid Rifayî (yê duyem ji alîyê rastê ve) li Deraayê hate kuştin. Li gorî hat rgihandin ew xwedî têkilîyên xurt bi rejîmê û Pasdarên Îranê re bû. [Wêne ji Free al-Mayadeen hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku ew tevlî refên hêzên rejîmê nebûn piştî lihevkirina lihevanînê ya ku Rûsya bi rejîmê re bûbû navbeynkar.

Mesalma da zanîn ku termê herdu zilaman li cihekî nêz hatin dîtin, û xuya dibe ku herdu ji nêz ve hatine kuştin.

Wî got ku vê yekê bertekek çêkir, ku di êrîşa Duşemê ya li ser navenda ewlehî ya rejîmê li Mizêrîbê de giheşt lûtkeyê, di encamê de neh leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Piştî çend demjimêran, sê endamên Hêza Asmanî ya birêveberîya Hewlagirîyê jî kuştî hatin dîtin.

Li gorî Mesalma, hêzên rejîmê ji serkirdeyên herêmê xwestin ku kujerên leşkeran radest bikin,û gefa êrîşeke serbazî berfireh li wan xwar da wan bigirin eger ev yek pêk nehat.

Wî dîyar kir ku wan herwiha qedexekirina derketinê li bajarokê Melîha Şerqiya, Melîha Xerbiya, Herak û Bursa Herîr sepandîye, û maşîneyên serbazî û kamyonên veguhestina leşkeran anîne.

Zêdekirina kuştinên plankirî

AFP ragihand ku êrîş li parêzgehê belav in, lê awayê êrîşa Duşemê û bilindbûna jimara kuştîyan ne asayî bû.

Birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdul Rehman dîyar kir ku "her tim êrîş li dijî rêbend an pagerên rejîmê pêk tên, ne avahîyên hikumî".

Wî got ku "êrîşkerine nenaskirî êrîşî avahîya şaredarîyê kir... neh endamên hêzên ewlekarîyê revandin berî wan bi guleyan bikujin û termên wan li qadekê hiştin".

Mesalma anî ziman ku kuştinên plankirî ku çekdarine nenas li parêzgeha başûrî pêk anîne ji destpêka Gulanê ve bilind bûne.

Wî daxuyand ku van êrîşan endamine şaxên ewlekarî yên rejîmê û Hizbulahê jî kirine armanc, ji wan zêdetir kesayetên êlî yên têkilîya wan bi rejîm û Pasdarên Îranê jî re hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500