Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pevçûn di navbera Milîsên Rûsya piştgirîya wan dike û rejîmê de li Deraayê der dikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarine Feyleqê 5ê yê Rûsya piştgirîya wê dike li vir li parêzgeha Deraayê ya li başûrê welat tên dîtin, ku milîsê dest daniye ser gelek cihên rejîma Sûrî. [Wêne ji Lîga HoranaAzad hatiye wergirtin]

Pevçûnên di navbera milîsên Rûsya piştgirîya wan dike û hêzên rejîma Sûrî li parêzgeha Deraayê ya li başûrê welat mirina neh çekdaran encam da, çalakgerekî xwecihî got.

Şerê giran di navbera herdu alîyan de giha lûtkeyê piştî ku milîsa Rûsya piştgirîya wê dike dest danî ser hejmareke xalên pêşkinînê yên ewlehî û bajarokan piştî ku berdane hêzên rejîmê ji wir, çalakgerê Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Neh çekdar hatin kuştin û geleke din jî birîndar bûn di şerê ku di nav Feyleqê 5ê ya ku Rûsya piştgirîya wê dike û hêzên rejîma Sûrî yên li hin deverên Deraayê bi cih in qewimî, Mesalma got.

Wî got ku alozî gur bûn piştî endamekî Feyleqê 5ê li mala xwe li bajarokê Nehtahê bi fişekî hat kuştin.

Xala pêşkinînê ya rejîma Sûrî li bajarokê Seydayê yê gundewarê Deraayê ji alîyê endamine Feyleqê 5ê yê ku Rûsya piştgirîya wê dike hate desteserkirin. [Wêne ji Foruma Şoreşa Sûrî/Twitter hatiye wergirtin]

Ehmed Ewde, Fermandarê Feyleqê 5ê yê ku Rûsya piştgirîya wê dike, çêkirina komeke serbazî ya nû li deverên Horan û Deraayê îlan dike. [Wêne ji Lîga Horana Azad hatiye wergirtin]

Ehmed Ewde, Fermandarê Feyleqê 5ê yê ku Rûsya piştgirîya wê dike, çêkirina komeke serbazî ya nû li deverên Horan û Deraayê îlan dike. [Wêne ji Lîga Horana Azad hatiye wergirtin]

Du endamên din ên Feyleqê 5ê vê dawîyê li Mehajehê, li gundewarê bakur û rojhilatî yê Deraayê hatin kuştin, li xaleke pêşkinînê ku ji hêzên rejîma Sûrî ve têne birêvebirin, wî got.

Rewş zehmet bû dema ku çekdarê Feyleqê 5ê êrîşî hejmareke cihên rejîmê kir ku şerên dijwar qewimîn, ku di encamê de hejmarek ji çekdaran mirin û birîndar bûn, Mesalma got.

Piştî vê yekê, hêzên rejîma Sûrî ji cihên xwe li bajarokên Seyda û Kahilê vekişîyan.

Wî got ku hêzên rejîmê hejmara herî mezin bilind ji leşkerên wê mirin, di nav wan de efserek û 10 birîndar bûn.

Wî got ku pevçûnan hişt ku alozî li deverine din ji parêzgehê biqewimin ku xaleke pêşkinînê ya hewalgirîya Hêza Cewî ya Sûrî rastî êrîşê hat li bajarokê Eyn Seqerê li gundewarê rojavayî yê Deraayê.

Mesalma destnîşan kir ku Feyleqê 5ê yê Rûsya piştgirîya wê dike ji endamên berê yên Artêşa Sûrî ya Azad a Opozîsyonê tê pêkanîn.

Berî çend rojekê, cenazeya endamekî Feyleqê 5ê yê ku vê dawîyê di bombebarandina basekê de hat kuştin, serokê Feyleqê 5ê Ehmed Ewde destnîşan kir ku ew kar dike ku komeke serbazî ya nû li herêma Deraayê çêke.

Ewda got ku komeke nû dê hemû komên çekdar li devera Deraa û Horanê bihundirîne, koma ku Mesalma pêşniyz dike ku "Rûsya dixwaze dest deyne ser hemû deverê û hejmûna rejîm lê lawaz bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500