Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Komên opozîsyonê êrîşa DAIŞê li Deraayê têk birin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Artêşa Sûrî ya Azad ên li gundewarê parêzgeha Deraayê bi cih in ev herdu kesên girêdayê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarokê Heyatê girtin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Çekdarên Artêşa Sûrî ya Azad ên li gundewarê parêzgeha Deraayê bi cih in ev herdu kesên girêdayê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarokê Heyatê girtin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Komên opozîsyona Sûrî roja Pêncşemê (8ê Şibatê) êrîşa ji alîyê komên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nêzî bajarokê Heyatê yê parêzgeha Deraayê başûrê Sûrîyayê red kir, zabitekî Artêşa Azad a Sûrî (FSA) ji Diyaruna re got.

Hejmareke mezin ji endamên Ceyş Xalid ibn Welîd, girêdayî DAIŞê ne, di êrîşê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Endamên FSA yên li Deraayê bi cih in bi awayekî serkeftî êrîşa berfereh red kir, êrîşa tê de rêxistinê hewl da ku bigire ser bajarokê heyatê, zabit Yasir Turkmanî ji Liwayê Tewhîd Ketayib Horan, a ku beşeke ji FSA, got.

Şerê ku roja Çarşemê dest pê kir, heta saetên destpêka siba Pêncşemê berdewam kirin û gelek xelk tê de birîndar bûn, wî ji Diyaruna re got.

Navgîneke serbazî ya Artêşa Sûrî ya Azad çeperekê li xeta pêşîn bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li başûrê Sûriyê qayim dike. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Navgîneke serbazî ya Artêşa Sûrî ya Azad çeperekê li xeta pêşîn bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li başûrê Sûriyê qayim dike. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Komên li jêr ala Artêşa Sûrî ya Azad şer dikin şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li devera Deraa û Yermûkê dikin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Komên li jêr ala Artêşa Sûrî ya Azad şer dikin şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li devera Deraa û Yermûkê dikin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Deh endamên Ceyş Xalid bin Welîd mirin, û hejmareke weke wê jî birêndar bûn, wî got, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hejmareke mezintir da.

Du navgînên serbazî hatin xirakirin dema wan hewl da ku rêyeke girêdayî DAIŞê paqij bikin û siwareyeke bombekirî hat teqandin dema yê ajoker hewl da ku bigihe çeperekî FSA, wî anî ziman.

Pênc çekdarên FSA di şer de hatin kuştin.

FSA hişyarîya dawî dide DAIŞê

Ceyş Xalid ibn Welîd rastî gelek xesaretên mezin hat di van her çend rojên dawî de li ser piranîya cebheyan li devera deşta Yermûkê, Turkmanî got.

Berî vê êrîşa dawî, cebheya Heyatê bêtir ji şeş mehan aram bû, wî got.

"DAIŞê Heyat dorpêç kiriye, lê hemû hewldanên wê ku bigire ser wê têk çûn," wî got, wî anî ziman "Komên FSA li Yermûk û Deraayê biryar dane ku hebûna DAIŞê û komên girêdayî wê, bi taybet Ceyşê Xalid ibn Welîd tune bikin".

Komên FSA li Deraayê bûne yek da ku di çarçoveya odeyeke operasyonan ya hevbeş de şerê DAIŞê bikin, ya weke "Odeya operasyonan bo redkirina êrîşkeran" tê naskirin, wî got.

Odeya operasyonan, a ku bêtir ji 20 komên opozîsyonê dihewîne, hişyarîyek bo DAIŞê û komên girêdayî wê weşand, hişyarîya ku destpêka meha Şibatê bi dawî bû.

Ji wî çaxî ve, gelek şerên dijwar li gundewarê başûrê parêzgeha Qunêtrayê û gundewarê rojavayê Deraayê qewimîn, Turkmanî got.

Operasyonên FSA yên DAIŞê dikin armanc li Heyat , Jubeyliye, devera Hijaz Rubeyî (xakeke pêşkinînê ya çarcarî) diqewimin, ew armanc dikin ku kontrola DAIŞê li ser gelek deveran bi dawî bikin, di nav wan de Sahim, Tasil, girên Xeştrayê û Edwanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500