Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Diplomasîyên NY: Çeteyên Rûs li Lîbyayê şer dikin

AFP

Leşkerekî Lîbyayî roja 5ê Gulanê ligel çeteyekî ye ku hêzên Xelîfa Hefter ew dîl kirine di êrîşan xwe de li ser beşê rojavayî yê hawîrdora Trablusa paytext, tê angaştkirin ku ew yek ji çeteyên ku Turkîyayê ew ji Sûrîyayê anîne. [Ebdulah Doma/AFP]

Leşkerekî Lîbyayî roja 5ê Gulanê ligel çeteyekî ye ku hêzên Xelîfa Hefter ew dîl kirine di êrîşan xwe de li ser beşê rojavayî yê hawîrdora Trablusa paytext, tê angaştkirin ku ew yek ji çeteyên ku Turkîyayê ew ji Sûrîyayê anîne. [Ebdulah Doma/AFP]

Çeteyine Koma Wagner, komeke serbazî ya ne fermî ya nêz ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li Lîbyayê şer dike, diplomasîyên NY Çarşemê (6ê Gulanê) ragihandin, li ser bingeha raporteke şarezayan li dor embargoya çekan li wî welatî.

Ev yekem car e ku NY angaştên ku destpêkê mîdyaya Amerîkî kirin têkildarî piştgirîya komê ji Xelîfa Hefter re piştrast bike. Mosko red kir ku wê kom li Lîbyayê bi cih kiriye.

Raportê daxuyand ku Hefter ji alîyê çekdarên Sûrî ve tê piştgirîkirin.

Koma Wagner pêgeheke serbazî ya sîber e û tê zanîn ku bi hezaran endamên wê di şerên li Sûrîyayê û Ukranyayê û yê Komara Afrîqa Navîn de bi cih dibin.

Berpirsekî payebilind di Wezareta Derve ya Amerîkî de ji AFP re ragihand ku kom "amrazeke siyaseta Kremlînê" li Lîbyayê ye.

"Panelê hebûna çekdarên ji koma ChVK Wagner li Lîbyayê ji Cotmeha 2018an ve piştrast kir," raporta NY got, li gorî çend diplomasîyên ku ij AFP re axêvîn bi mercê ku navên wan neyên eşkerekirin, ji ber ku hîn ew belgeh bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

"Wagner piştgirîya teknîkî bo çaksazkirina otombîlên serbazî, beşdarîkirina di pevçûnan de û cihgirtin di operasyonên girîng de dabîn dike," raporta NY dibêje.

Raportê got ku wan herwiha "erkên serbazî yên bêhtir pêk anîne, mîna Çavdêrîya Pêşîn a Topxaneyê û Yekîneyên Kontrola Asmanî, dabînkirina şarezayîya di warê rêkarên dijber ên elektronî de û bicihkirina tîmên segvanan".

"Bicihbûna wan hat wateya hebûna hêzeke din a çalak" a Hefter.

Şarezayan got ku wan nikarî hejmara çeteyên Wagnerê yên li Lîbyayê nas bikin, lê wan texmîn kir ku hejmara wan di navbera 800 û 1,200 be.

Raporta ku di 24ê Nîsanê de pêşkêşî Encumena Ewlekarî ya NY hat kirin da zanîn ku alozî di navbera fermandarîyên Wagner û Hefter de hene.

Desteka ji alîyê çekdarên Sûrî

Raportê got ku Hefter alîkarîyê ji çekdarên Sûrî werdigire, ku vê yekê rewş aloztir kiriye.

Di meha Sibatê de, Turkîyayê ragihand ku hêzên Sûrî yên ser bi Turkîyayê ve di şerê Lîbyayê de destekê didin Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya ku li ser asta navdewletî hatiye pejirandin.

Hefter qunsulxaneyek li Şamê vekiriye, ji ber ku Rûsya piştîvanîya rejîma Beşar Esed dike.

Raporta NY dibêje ku çeteyên Sûrî di nav rêzên Hefter de şer dikin -- tevî ku NY got ku ew nikariye bizane kî berpirsyarê rahînan û temwîlkirina wan e.

Li gorî heman raportê, çekdar herî kêm bi 33 geştên asmanî bi rêya kompanîya Beskên Şamê bo Balefirvanîyê, ya ku navenda wê li Şamê de, ji destpêka vê salê ve gihştine Lîbyayê, û hejmara wan ji 2,000 kêmtir e.

Hêzên Hefter ji Nîsana 2019an ve hewl didin ku dest deynin ser Terablusa paytext a ku li jêr destê Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ye.

Destêwerdana biyanî rewşa şer aloztir kiriye, ku Îmarat û Rûsya piştevanîya Hefter dikin û Enqera destekê dide Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî.

Agirbesta bi serpereştîya Turkîya û Rûsyayê ya Kanûna Duyem hatiye wajûkirin çend caran hatiye binpêkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500