Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Birîtanya û Amerîka rola Rûsyayê di şerê Lîbyayê de şermezar dikin

AFP

Ev wêneya ku di 5ê Gulanê li bajarê Binxazî li rojhilatê Lîbyayê hatiye girtin, bajarê ku aniha li jêr kontrola hêzên Xelîfa Hefter e, polîsên serbazî yên ser bi Hefter nîşan dide dema ew pasevanîya otombîlekê dikin ku girtîyên ku alîyê hêzên Hefter ve hatine girtin hildigirin. [Ebdulah Doma/AFP]

Ev wêneya ku di 5ê Gulanê li bajarê Binxazî li rojhilatê Lîbyayê hatiye girtin, bajarê ku aniha li jêr kontrola hêzên Xelîfa Hefter e, polîsên serbazî yên ser bi Hefter nîşan dide dema ew pasevanîya otombîlekê dikin ku girtîyên ku alîyê hêzên Hefter ve hatine girtin hildigirin. [Ebdulah Doma/AFP]

Birîtanya û Amerîka Sêşemê (19ê Gulanê) bang li Rûsyayê kirin ku êdî nema çetayan bişîne Lîbyayê, piştî raporteke NY ku hebûna çekdarên Rûsî û Sûrîli wî welatî teqez kir.

Rûsya di vîdyokonferanseke Encumena Ewlekarîyê de ev doz qebûl nekirin û careke din red kir ku to rola Mosko di hebûna çekdarên Rûsî li Lîbyayê de hebe.

"Em bi taybetî ji ber raportên ku qala destêwerdana derveyî dikin nîgeran in, ku ew materyal û çek û çeteyan dabîn dikin," balyozê Birîtanî Jonathan Allen ragihand.

Wî bi taybetî balkişand ser kompanîyeke ewlehî ya Rûsî, Koma Wagnerê, ya ku weke kompanîyeke nêzîk ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin tê naskirin.

"Çalakîyên Koma Wagner berdewam in di gurkirina şer û zêdekirina azarên gelî Lîbyayî de," Allen ragihand.

Wî got ku NY qedexeya çûna çekan bo Lîbyayê ji 2011an ve sepandîye, û wiha dewam kir: "Ez bang li hemû endamên Encumena Ewlekarîyê dikim ku ew bi wan biryarên ku wan deng li ser daye pêbend bin."

"Divê hemû alîyê di şerê Lîbyayê de cih digirin bi awayekî yekser operasyonên xwe yên serbazî rawestînin," balyoza Amerîkayê Kelly Craft ragihand.

"Divê ew veguestina çek û çekdaran bo Lîbyayê ku aniha li dar e rawestînin, di nav de weke Birîtanyayê anîye ziman,çeteyên Koma Wagnerê," wê da zanîn.

Raportek hebûna çeteyên Rûsî li Lîbyayê teqez dike

Balyozê Vasily Nebenzia got ku ev angaşt bi tenê "texmîn in", û got ku raport "hewl dide ku polîtîkaya Rûsîyayê li Lîbyayê têk bide". Wî teqez kir ku "tu serbazên Rûsî li Lîbyayê tune ne".

Raporta bawerpêkirî ya NY ji alîyê xebîrên NY yên ku çavdêrîya qedexeya çekan dikin hatiye berhevkirin.

Ew piştrast dikeku çeteyên Koma Wagnerê li Lîbyayê ne, û ew nîşan dide ku hebûna çekdarên Sûrî yên ji Şamê çûne li wî welatî heye, û ew piştgirîya merşal Xelîfa Hefter dikin.

Hefter, yê ku kontrola rûberên berfireh ji rojhilatê Lîbyayê dike, di Nîsana sala par de operasyonek dest pê kir li dijî Terablusa paytext, a ku li jêr kontrola Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ye, ya ku ji alîyê NY vê tê naskirin.

Belgehê herwiha piştrast kir ku endamên opozîsyona Sûrîyayê li Lîbyayê şer dikin, bo piştgirîkirina Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî, bi piştevanîya Turkîyayê ji dawîya 2019an de.

Şanderê NY bo Lîbyayê Stephanie Williams berî aniha ji encumenê re gotibû ku NY berdewam "dibîne ku ev komkirina çekan cihê nîgeranîyê ye, ya ku ji encama şandina alîyên derveyî ji çekên pêşketî û kuşinde ye, ligel tecnîdkirina çeteyan di şer de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500