Nûçeyên Iraqê
Aborî

Mosko Lîbyayê li ber diravên sexte dibe bo piştgirîkirina Marşal Xelîfa Hefter

Caravanserai û AFP

Şervanên ser bi generalê Lîbyayî Xelîfa Hefter kolanên Binxazî di 21ê Adarê de diparêzin.[Ebdulah Doma/AFP]

Şervanên ser bi generalê Lîbyayî Xelîfa Hefter kolanên Binxazî di 21ê Adarê de diparêzin.[Ebdulah Doma/AFP]

Ev çar sal in ku Mosko Lîbyayê li ber diravên sexte dibe di çarçoveya xebatên Kremlinê de bo piştevanîkirina Marşalê Lîbyayî Xelîfa Hefter li dijî Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya NY piştgirîya wê dike, li gorî rayedarên NY, Amerîka û Yekîtîya Ewropayê.

Lîbya di navbera Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya li ser asta navdewletî tê naskirin û navenda wê li Terablusê ye û hêzên ser bi Xelîfa Hefter li rojhilatê wî welatî dabeş bûye, ev saleke Hefter pêngaveke serbazî berdewam dike -- bi alîkarîya Kremlin û Koma Wagner -- bo paytextê kontrol bike.

Kompanîya Dewletê ya Rûsî Goznak dora 7.11 milyar dolar ji diravên Lîbyayî yên sexte di nava salên 2016 û 2018an de bo banka navendî ya paralîl a ser bi Hefter şandine, li gorî analîzerên NY.

Di dawîyê heftîyê de, desthilatdarên li Maltayê dest danî ser diravine sexte yên bi qasî 1.1 milyar dolar.

Balefireke Rûsî ya ji corê MiG-29 li serbazgeha asmanî ya Jufrayê li Lîbyayê roja 19ê Gulanê tê dîtin. Mosko eşkere bû ku firokeyên şer dişîne Lîbyayê ji bingeheke asmanî ya Rûsî, piştî ew diçin Sûrîyayê. [US AFRICOM]

Balefireke Rûsî ya ji corê MiG-29 li serbazgeha asmanî ya Jufrayê li Lîbyayê roja 19ê Gulanê tê dîtin. Mosko eşkere bû ku firokeyên şer dişîne Lîbyayê ji bingeheke asmanî ya Rûsî, piştî ew diçin Sûrîyayê. [US AFRICOM]

Wezareta Derve ya Amerîakyê Înê (29ê Gulanê) daxuyanîya Maltayê ya têkildarî desteserkirinê bilind nirxand, û got ku "ew bi fermana pêgeheke peralîl a nerewa" hatibûn sazkirin.

"Banka Navendî ya Lîbyayê li Terablusê ye û yekane banka navendî ya rewa ya Lîbyayê ye," daxuyanîyê got. "Herikîna diravên sexte, diravên Lîbyayê yên ku bi Çapa Rûsî di salên dawî de zehmetîyên aborîya Lîbyayê girantir kirine."

Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku ew dê karê xwe ligel NY û hevparên navdewletî re bidomîne "bo nehiştina çalakîyên nerewa ên serwerî û aramîya Lîbyayê lawaz dikin".

"Ev bûyer careke din teqez dike ku pêwîstî heye ku Rûsya kiryarên xwe yên têkder li Lîbyayê rawestîne," wezaretê got.

Tiştên ji alîyên Goznak hatin çapkirin tenderên rewa bûn, Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand.

"Li gorî rewşa dîfacto ya hebûna du desthilatan li Lîbyayê, aniha du bankên navendî hene," Wezareta Derve got

Çalakîyên têkder

Çapkirina diravên sexte yek ji kiryarên têkder ên Moskoyê ne, ji dema ku wê destêwerdan di rewşa Lîbyayê de kiriye.

Koma Wagnerê -- rêxistineke serbazî ya nefermî ye ku ajandeya serokê Rûsî Vladimir Putin bi cih tîne -- serpereştîya xebateke mezin a tecnîdkirina ciwanên Sûrî dike bo ew weke çeteyan li Lîbyayê şer bikin.

Tevî gihiştin bi tixûbên paytexta Lîbyayî di destpêka Gulanê de, çeteyên Koma Wagner ji enîyên şer revîyan piştî pêşketina hikûmeta ku NY piştgirîya wê dike.

Ev şikestinên Mosko, Koma Wagner Hefter di demekê de tên ku raport rojnamevanî dibêjin ku derzek û nakokîyek di navbera Wagner û Hefter de ji ber deynekî bi qasî150 milyon dolar heye ji ber "çekdarên bêezmûn" ên ji Sûrîyayê hatibûn şandin. Hefter qebûl nake pereyan bide Wagnerê.

Heftîya borî, Mosko hat dîtin ku firokeyên şer ji bingeheke asmanî li Rûsyayê dişîne Lîbyayê, piştî çûna di Sûrîyayê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500