Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hikûmeta yekgirtî ya Lîbyayê dibêje ku çeteyên Rûsî tên veguhestin

AFP

Hêzên ser bi Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya NY wê nas dike sîstemeke berevanîya asmanî ji celebê Pantsir a Rûsî roja 20 Gulanê li Terablusê nîşan didin ku wan dest danî ser serbazgeha asmanî ya Watiyayê (serbazgeha asmanî ya Okba Ibn Nafa) pişt ku ew di destê hêzên ser bi Xelîfa Hefter de bû. [Mehmûd Turkîya/AFP]

Hêzên ser bi Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya NY wê nas dike sîstemeke berevanîya asmanî ji celebê Pantsir a Rûsî roja 20 Gulanê li Terablusê nîşan didin ku wan dest danî ser serbazgeha asmanî ya Watiyayê (serbazgeha asmanî ya Okba Ibn Nafa) pişt ku ew di destê hêzên ser bi Xelîfa Hefter de bû. [Mehmûd Turkîya/AFP]

Hêzên hikûmeta Lîbyayê ya ku NY wê nas dike Duşemê (25ê Gulanê) ragihand ku bi sedan çeteyên Rûsî yên ku li tenîşt fermandarê serbazî Xelîfa Hefter şer dikin ji qadên şer ên li başûrê Terablusa paytext hatine veguhestin.

Ev angaşt di demekê de tê ku operasyona Hefter a yek salî bo dest deyne ser paytextê rastî zincîrek ji şikestinan bû, Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî Terablusê kontrol dike.

"Balefireke serbazî ya Antonov 32 li balefirgeha Benî Welîd danîye bo qedandina veguhestina çeteyên Koma Wagner, ên ku ji başûrê Terablusê revîyane, bo cihekî nedîyar," Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ragihand.

Heta niha hêzên Hefter bersiva van angaştên Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî nedane.

Meha borî, di raportekê de bo Encumena Ewlekarîyê ya NY, xebîrên NY raportên rojnamevanî yên mîdyaya Amerîkî yên dibêjin ku Koma Wagner, rêxistineke serbazî ya ne-fermî ya Rûsî ye ku nêzî Vladimir Putin tê dîtin, çekdar şandine daku li tenîşt Hefter şer bikin teqez kirin.

Kremlin hertimî vê yekê red dike.

Di vîdyokonferanseke Encumena Ewlekarîyê ya NY vê mehê, Brîtanya û Amerîka bang li Rûsyayê kirin ku êdî nema çeteyan bişîne Lîbyayê.

Koma Wagner xebateke tecnîdkirina ciwanan li Sûrîyayê pêk tanî, bo ciwanên welatê ku şer ew wêran kiriye weke çeteyan li Lîbyayê şer bikin.

Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ragihand ku hêzên wê dest danîye ser gundewarên başûrî yên paytextê, çend rojan piştî ragihandina hêzên Hefter ku ew ji hinek deveran li başûrê Terablusê vekişîyane.

Wan Duşemê got ku dora ji "1,500 bo 1,600 çeteyan" ji enîyên şer ên li Terablusê revîyane Benî Welîd, ku dora 145 kîlometran li başûrê paytextê ye.

Wan got ku berî rojekê heft balefir li balefirgeha bajêr daketine, çek û cebilxane anîne û çekdarên revîyayî veguhestine.

Vîdyoyeke ku kenala Lîbya el-Ehrar a ku navenda wê li Terablusê ye weşandîye zilamine çekdar ku balefireke serbazî ya ji celebê Antonov 23 difirînin.

Sîstemeke mûşekên berevanîya asmanî ya ji corê Pantsir a Rûsî di paşxaneyê de dîyar dibe.

Hêzên Hefter, ên ku kontrola navçeyên berfireh li başûr û rojhilatê Lîbyayê dikin, rastî zincîrek ji şikestinan hatine ji meha Nîsanê de, piştî ku hêzên Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ew ji bajarên beravî yên stratîjî derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500