Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Russia û Koma Wagner tuşî xesarên mezin tên û serkirdeyê Lîbyayî bi temamî divekişe

Caravanserai û AFP

Kesek ala Lîbyayê bilind dike dema ku şênî li Terabulsa paytext roja 4ê Hezîranê pîrozbahîyan li dar dixin, piştî ku Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya Lîbyayê, ya NY piştevanîya wê dike, ku wê kontrola xwe ya tam li ser paytextê û derdorên wê vegerand û hêzên serkirdeyê bihêz ê ku Rusya piştevanî wî dike têk birin. [Mehmûd TURKYA/AFP]

Kesek ala Lîbyayê bilind dike dema ku şênî li Terabulsa paytext roja 4ê Hezîranê pîrozbahîyan li dar dixin, piştî ku Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya Lîbyayê, ya NY piştevanîya wê dike, ku wê kontrola xwe ya tam li ser paytextê û derdorên wê vegerand û hêzên serkirdeyê bihêz ê ku Rusya piştevanî wî dike têk birin. [Mehmûd TURKYA/AFP]

Terablus -- Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya Lîbyayê, ya NY piştevanîya wê dike, Înê (5ê Hezîranê) serkeftineke din di êrîşa xwe ya dijber de li dijî hêzên Xelîfa Hefter îlan kir, û got ku wê dest danîye ser asêgeha Terhûnayê li rojavayê welat, û wê êrîşa têkçûyî ya 14-meh li ser paytextê şikand.

Ev zincîra binketinên di van heftîyên dawî de û ev vekişîna herî dawî xesareke mezin in ji Moskoyê re, ya ku piştevanîya Hefter dikir bo kontrolkirina welat bi alîkarîya çeteyên Koma Wagnerê.

Dîsan kontrolkirina bajarokê stratîjî li başûrê paytextê rê da Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ku dîsan Herêma Terablusê bi temamî kontrol bike, di nav balefirgeha sivîl ya li gundewarê başûrî yê paytextê.

Terhûna navenda serekî ya êrîşa wêranker a li dijî paytextê bû ku hêzên Hefter vê heftîyê dest jê berdan û xal û çeperên xwe yên mayî li başûrê wê vala kirin, ku hêzên hikûmetê li wir pêş ketin.

Serokwezîrê Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî Fayiz Serac teqez kir ku dê hikûmeta wî desthilata xwe li ser tevahîya Lîbyayê ferz bike.

"Şerê me dewam dibe, em rijd in li ser şikenandina dijmin, ferzkirina kontrola dewletê li ser hemû xaka welat û jinavbirina alîyên avakirina dewleteke sivîl, demokratîk û nûjen asteng dikin," Serac got.

Destêwerdana Rûsî

Koma Wagnerê -- ku rêxistinke serbazî ya nefermî ye ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk tîne -- serpereştîya xebateke berfireh a tecnîdkirina ciwanên Sûrî dike bo ew li Lîbyayê mîna çeteyan şer bike.

Tevî pêşveçûna heta bi tixûbên paytexta Lîbyayê di destpêka Gulanê de, bi sedan ji çeteyên Koma Wagner ji enîyên şer revîyan piştî ku hikûmeta ku NY piştevanîya wê dike bi ser ket.

Ev şikestin hevdem ligel raportên ku qala nakokîyan di navbera Wagner û Hefter dikin tên, nakokîyên li dor qerzekî bi qasî 150 milyon dolar ji ber "çekdarên bê-ezmûn" ên ji Sûrîyayê hatibûn şandin. Hefter qebûl nake ku pereyan bide Wagnerê.

Heftîya borî, Mosko hat girtin dema wê firokeyên şer dişandin Lîbyayê ji bingeheke asmanî ya Rûsî, di rêya Sûrîyayê re.

Vê heftîyê raportên mîdyayî eşkere kirin ku ev çar sal in Mosko Lîbya mişt diravên sexte kiriye di çarçoveya hewlên Kremlinê bo piştîvanîkirina Hefter.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500