Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Serkirdeyekî Lîbyayê hewla kodetayeke nû dike, bi alîkarîya çeteyên Rûsî

Caravanserai û AFP

Endamên ketîbeyeke serbazî ya alîgir ji Xelîfa Hefter re li Binxazî di Kanûna Yekem a dawî de tên dîtin. [Ebdulah Doma/AFP]

Endamên ketîbeyeke serbazî ya alîgir ji Xelîfa Hefter re li Binxazî di Kanûna Yekem a dawî de tên dîtin. [Ebdulah Doma/AFP]

Hikûmeta Lîbyayê ya ku NY piştgirîya wê dike Sêşemê (28ê Nîsanê) serkirdeyê serbazî Xelîfa Hefter, bi piştgirîya serbazî ya Moskoyê, bi hewleke nû ya kodetayê gunehbar kir piştê wî angaşt kir ku "raspartinke cemawerî" jê re heye bo birêvebirina welat.

Hefter, ê bi hewldanên avakirina dîktatorîyeteke serbazî ya nû tê gunehbarkirin, ê ku rûberên brfireh ji rojhilat û başûrê Lîbyayê kontrol dike, ragihand ku "artêşa wî" pir "serfiraz e ku bi erkê dîrokî" yê pêşengîkirina Lîbyayê hatiye rasipartin.

Şirovekar dibêjin ku ev yek nîşaneke ku wî xwestîye desthilata xwe biçesipîne piştî zincîrek ji şikestinan di vê mehê de, dema ku Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî dest danî ser çend bajarokên stratîjî li rojavayê Terablusê.

Welatê bi neftê dewlemend li bakurê Afrîqyayê bûye êsîrê gelemşeyê û kaosê piştî kuştina diktator Muemer Qezafî di sala 2011an de, ligel birêveberîyên hevrik li rojhilat û rojavayê welat ên ku li ser desthilatê berberîya hevûdu dikin.

Wezîrê Berevanîyê yê Rûsî Sergei Şoigu (çep) silava dest li merşal Xelîfa Hefter dike, li Moskoyê di sala 2017an. [Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê]

Wezîrê Berevanîyê yê Rûsî Sergei Şoigu (çep) silava dest li merşal Xelîfa Hefter dike, li Moskoyê di sala 2017an. [Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê]

Yevgeny Prigojîn (navend) bi serokê Rûsyayê Valdimir Putin (çep) û serokwezîrê Rûsî Dmitry Medvedev (rast) re di vê wêneya ku nedîyar e kengî hatiye kişandin. Prigojîn weke xwedanê koma Wagnerê tê nasîn, ku ew artêşa sîber a Putin e ku li qadên şer li gelek cihan li cîhanê şer dike. [Dosya]

Yevgeny Prigojîn (navend) bi serokê Rûsyayê Valdimir Putin (çep) û serokwezîrê Rûsî Dmitry Medvedev (rast) re di vê wêneya ku nedîyar e kengî hatiye kişandin. Prigojîn weke xwedanê koma Wagnerê tê nasîn, ku ew artêşa sîber a Putin e ku li qadên şer li gelek cihan li cîhanê şer dike. [Dosya]

Hefter angaşt dike ku wî di sala 2014an de rewatî ji parlemanekî hilbijartî li rojhilat welat wergirt, lê wî parlemanî qet negotiye ew piştgirîya vê yekê dike.

Wî zelal nekir wî çawa ev "rasipartin" wergirtîye û ji kî wergirtîye.

Wî herweha negot gelo wê hebûna parleman were bidawîkirin yan na, parlemanê ku baregehên xwe veguhestin piştî ku tundûtûjî li Terablusê berî şeş salan pir bilind bû.

Hefter bidawîbûna Rêkeftina Sxêrat ragihand, ku rêkeftineke bi navbênkarîya NY ye ku sala 2015an li Moskoyê hat wajûkirin û bû encama hikûmeteke hevgirtî ku navenda wê li Terablusê ye.

Çeteyên Putin di tevgerê de ne

Kodetaya ji alîyê Hefter ve di demekê de tê ku Mosko hewl dide piştgirîyê bide wî bi rêya zêdekirina piştgirîya serbazî, ya ku şandina ciwanên Sûrî yên hejar bo şer û piştgirîkirina hêzên wî li Lîbyayê dihundirîne.

Koma Wagner -- komeke çeteyan ku li gorî fermanên serokê Rûsyayê Vladimir Putin kar dike -- tecnîdkirina girseyî ya ciwanên Sûrî bo li Lîbyayê mîna çeteyan şer bikin rêxistin dike.

Li jêr navê rêxistineke bi navê "Hevalbendên Rûsyayê", kesaytên nêzî ajansên hewalgirî yên Rûsî û Sûrî van ciwanan bo şer di nav rêzên hêzên Hfter de vediguhêzin, bi rêya temakirina wan bi mûçeyên bilind, li gorî raporteke rojnameya Al-Sharq al-Awsat.

Endamên "Hevalbendên Rûsyayê" nasnameyên serbazî ji serbazgeha Himêmîm a Rûsî li Sûrîyayê wergirtine, li gorî raportê.

Di heman demê de, balefirên şer ên Rûsî endamên Koma Wagner û alavên serbazî ji bingeha Himêmîm li Sûrîyaya vediguhêzin Binxazî, li Lîbyayê, li gorî çend çavdêran.

Herwiha, hikûmet nîgeran e ku hatina çeteyên Sûrî bo Lîbyayê vayrûsa Koronayê li wî welatî belav bike, ji ber ku ew bi rêya geştên asmanî yên bi rêxistinkirina Rûsî ji Sûrîyayê hatine û ne hatine testkirin û ne jî karantînkirin.

Ev çekdar xwedan têkilîyên rasterast bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re bûn, ên ku ew bi geştên asmanî ji Sûrîyayê anîn, li borî Wezareta Hundir a Lîbyayê.

Îran yek ji welatên herî zîyan ji nexweşîya vayrûsa Koronayê (COVID-19) dîtiye.

Bi kontrolkirina hinek deveran bi awayekî berdewam, çeteyên Sûrî ji cihekî diçin cihekî û tevlî çekdar û sivîlên Lîbî dibin, tiştê dihêle metirsîya vedana nexweşîyê bêhtir bibe, ku dihêle egerîya zêdebelavbûna vayrusê di nava civakên Lîbyayê de jî zêdetir bibe.

"Bêhêvîya zêdeamêz"

Di daxuyanîyeke berî berbangê de, Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî ragihandina Hefter şermezar kir û got ku ew "şanoyeke û xeleka herî dawî ye di zincîreke dirêj a kodetayên binketî de ye".

Hefter berî niha xistina lihevkirina Sixêrat a 2017an ragihand û berî sê salan jî bi rêya televîzyonê xwe weke birêveberê welêt nîşan da.

NY ku navgîneke lihevkirin bû, 28ê Nîsanê nîgeranîya xwe ji vê gava Heter anî ziman.

Peyvdarê NY Stephane Dujarric dîyar kir ku "ji bo me lihevkirina Sixêratê, sazîyên ku li jêr vê yekê dixebitin, dimînin çarçoveya tekane ya hikumeta Lîbî ku bi awayekî navdewletî tê naskirin.

Hêzên alîgir ji Hefter re ji Nîsana 2019an de şer dikin bo kontrolkirina Terablusê, lê êrîş li tixûbên paytextê asê maye.

Berî çend rojan hêzên Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ew ji du bajarên beravî li rojavayê Terablusê derxistin.

Bi piştevanîya Turkîyayê, hêzên Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî asêgeha serekî ya Hefter li Tarhunayê, 60km li başûrê paytextê dorpêç dikin.

Hikûmetê got ku îlana herî dawî ya Hefter hewldanek bû bo "veşartina binketina milîs û çeteyên xwe " û "binketina projeya wî ya dîktatorî".

Gava wî ya "sepandina kontrola xwe dîrerk ji rojhilatê Lîbyayê re nîşaneke bêhêvîya wî ya zêde ye li hember serkeftinên Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî li rojavayê Lîbyayê", Hamiş Kinear, an lêkolîner di navenda Verisk Maplecroft consultancy wiha got.

"Bi hilanîna desthilatdarê [parleman] û destnîşankirina xwe weke serokê herêma rojhilatî, Hefter xwe dixe navenda her çareserîyeke bi rêya gotûbêjan," Kinear got.

Waşingtonê di 28ê Nîsanê de bang bo dîyalogekê di navbera alîyên şer û gihiştin bi agirbesteke "mirovî" kir.

"Amerîka nîgeran e... ji ber texmînên Hefter ku guhertin di peykersazîya siyasî ya Lîbyayê de dikare bi rêya daxuyanîyên yekalî pêk were," balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê twît kir.

"Her hewleke bo pêşxistina çareserîyên yekalî -- eger bi darêzorê bin jî -- dê çareserîyeke domdar ji rewşa Lîbyayê re misoger nekin" peyvdarê Yekîtîya Ewropayî Peter Stano ragihand.

Rejîma Rûsyayê hewl da ku xwe ji piştgirîya xwe ya zelal ji kodetaya Hefter re bi dûr bigire.

Mosko "hîn di bawerîyê de ye ku yekane çareserîya gengaz li Lîbyayê bi rtêkilîyên siyasî û diplomasî yên di navbera alîyên şer de ye", peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov 28ê Nîsanê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500