Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Milîsên Îran piştgirîya wan dike li Dêra Zorêya Sûrîyayê belav dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karwanekî navgînên Lîwayê Muntezer yê girêdayî Pasdaran li Sûrîyayê li vir di wêneyeke ku ji alîyê milîsê ve li ser înternetê hatiye belavkirin tê dîtin.

Karwanekî navgînên Lîwayê Muntezer yê girêdayî Pasdaran li Sûrîyayê li vir di wêneyeke ku ji alîyê milîsê ve li ser înternetê hatiye belavkirin tê dîtin.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) şaxekî nû yê milîsa Lîwayê Muntezer pêk anîye û ew li parêzgeha Dûra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê belav kiriye, nêzî sînorê bi Îraqê re, çalakgerekî xwecihî got.

Avakirin û belavkirina hêza nû beşek ji hewldanekê ye bo berfirehkirina kontrola Îranî li deverê, ku hêrsbûneke mezin ji milîsên girêdayî Pasdaran li wir heye, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Abid got ku wî nas kir ku Ferhan Mersûmî, welatîyekî gundê el-Baxozê yê Dêra Zorê ye ku ligel Pasdaran kar dike, bi tecnîdkirina çekdarên Sûrî hatiye erkdarkirin.

Wî got ku dema ew tevlî milîsê dibin, mucenedên nû bi erkê pasvanîyê, daneheva agahîyê hewalgirî û dabînkirina piştgirîya lojistî tên erkdarkirin.

Tê gotin ku Ferhan Mersûmî berpirs e derbarê tecnîdkirinê ji milîsa Lîwayê Muntezer ê girêdayî Pasdaran. [Wêne ji Step News hatiye wergirtin]

Tê gotin ku Ferhan Mersûmî berpirs e derbarê tecnîdkirinê ji milîsa Lîwayê Muntezer ê girêdayî Pasdaran. [Wêne ji Step News hatiye wergirtin]

Herwiha Abid got ku wê nas kir ku milîsa nû di eslê xwe de li Îrqaê bû û tenê li Îraqê kar dikir, berî ku hejmareke mezin ji endamên wê werin veguhestin bo damezrandina şaxê wê yê Sûrîyayê.

Wî daxuyand ku di destpêkê de milîs li jêr fermandarîya cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis hatine avakirin, ê ku ligel fermandarê Feyleqê Quds ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di Kanûna Duyem de hat kuştin.

Wî got ku paye û faylên endamên milîsa Lîwayê Muntezer a nû, ku bi giştî dora 400 ne, welatîyên Îraqî û Îranî ne, lê efser Îranî ne û ew li jêr fermandarîya yekser ya xelefê Sulêmanî Ismaîl Qaanî ne.

Abid got ku Qaanî milîsên Îraqî û Sûrî yên girêdayî Pasdaran kontrol dike piştî kuştina Sulêmanî, û efserên Îraqî li jêr serperiştîya efserên Îranî ne.

Wî got ku ev çekdar li deverên biyabanî li derdora bajarokê sînorî Elbû Kemalê û derdora bajarê Meyadînê hatine belavkirin.

Abid got ku armanca sereke ji milîsa nû ew e ku "kontrola tam bisepîne û çi hewldana ji alîyê niştecîyên deverên ku bi serhildanehê rabin biçewisîne".

Herwiha daku desthilatdarîya Qaanî teqez bike, ji ber ew berpirsê vê milîsa nû ye û ew ne yek ji milîsên ku Sulêmanî ew ava kiribûn.

Pasdaran hebûna xwe li beşine Sûrîyayê zêde dike cihê ew hêvî dike ku hejmûna xwe lê qayim bike, bi taybet Dêra Zorê, cihê ku xwedî girîngîyeke stratejî ye ji ber nêzîkbûna ji sînorê Îraqî re.

Abid got ku ew di vî warî de hevrikîyê bi Rûsyayê re dike û destnîşan kir ku herwiha pagerên Rûsî li beşine Dêra Zorê hatine dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500