Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Koçerên Enbarê gazinan ji zêdegavîyên milîsan dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Efserekî polîsê Îraqî ber bi cihekî koçeran ve li nêzî bajarokê Hedîsayê li Enbarê dimeşe, ev wêne vedigere 19ê Nîsana 2009an. [Elî Yûsif/AFP]

Efserekî polîsê Îraqî ber bi cihekî koçeran ve li nêzî bajarokê Hedîsayê li Enbarê dimeşe, ev wêne vedigere 19ê Nîsana 2009an. [Elî Yûsif/AFP]

Koçerên ku li biyabana Enbarê li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re dijîn di navbera çolên çend bajarokên Îraqî re ji cihekî diçin cihekî din, û ew gazinan ji zêdegavîyên milîsên ser bi Îranê ve derheqê wan de dikin.

Gelek koçer cih û warên xwe li pişt xwe hiştin dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser rûberên berfireh ên Enbarê di sala 2014an de, û ew vegerîyan deverên biyabanî yên parêzgehê piştî ku hêzên Îraqî û yên Hevpeymanîya Navdewletî rêxistin di dawîya 2017an de derxist.

Berpirsên xwecihî û koçeran ji Diyaruna re ragihand ku ew tên neçarkirin ku careke din dest ji cihên xwe berdin -- vê carê li ser destê milîsên ser bi Îranê ve yên ku li jêr sîwana Heşda Şaebî ne.

Milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve, di nav de Ketaib Hizbulah, Hereket el-Nuceba û Seraya Xoresanî, hejmûna xwe li devera bi dirêjahîya sînorê Sûrîyayê ji dema binxistina DAIŞê ve xurt kirine.

Endamin milîsa Seraya Xoresanî ya Îraqî, ya ku Îran piştevanîya wê dike, di nimayişeke serbazî de beşdar dibin, ev wên di 23yê Hezîrana 2017an de belav bûye. 

Endamin milîsa Seraya Xoresanî ya Îraqî, ya ku Îran piştevanîya wê dike, di nimayişeke serbazî de beşdar dibin, ev wên di 23yê Hezîrana 2017an de belav bûye. 

Wan dest danîye ser xanîyan û mal û milkên xelkê li devera sînorî, û kosp, xalên serbazî û depoyên çekan çê kirine van kiryaran gelek xelkê ku ji ber DAIŞê revîyabûn ji vegerê sar kir.

Qaim, ya ku bi bajarê Elbû Kemal ve ye, xala sînorî ya herî girîng e bi Sûrîyayê re. Bajarokê sînorî xaleke derbasbûnê ye bo milîsên ku piştgirîya rejîma Sûrî dikin, û aniha ji wan re bûye hêlînek.

Hebûna milîsên ser bi Îranê li vê deverê alîkarîyê dide armanca Îranê ya avakirina rêyeke bejahî ya herêmî, şarezayan ji Diyaruna re ragihand.

Koçer gazinan ji zêdegavîyan dikin

Hejmarek mezin ji koçeran tev kon û sewalên xwe berê xwe dane deverên li nêzî bajarên Qaim, Hît û Mumemedî, û ew dibêjin ku ew rastî zêdegavîyan li ser destê milîsên çekdar hatine.

Wan angaşt kir ku çekdarên milîsan dest danîne ser deveh û sewalan û tankên wan ên avê têk birine bo nehêlin ku ew vegerin deverên xwe, û hinek ji wan rastî êrîşan hatine.

Li gorî raportên mîdyaya navxweyî, milîsan ev kiryar kirine, di nav de neçarkirina koçeran ku bar bikin û xwestina pereyan û sewalan, bi behaneya ku ew piştgirîya terorîstan dikin.

Dora 80 Koçeran vê dawîyê ji biyabana Enbarê revîyan ji ber zêdegavîyên milîsên ser ib Îranê ve, berpirsekî xwecihî ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku hinek ji wan hatine talankirin, û yên din rastî êrîşan hatine û tiştên wan hatine têkbirin.

Van koçekan xwe li derdora bajarên Enbarê girtiye û wan gileh li ba polîsê Îraqî li dor tadarî ew rastî hatine tomar kirine, li gorî heman berpirsî.

Wî got ku dîyar e ku şehdebûnên wan ligl angaştên ku qala armancên milîsên ser bi Îranê ve "ku van deveran ji sivîlan vala bikin, bo zemînsazkirinê bo çalakîyên wan ên ne rewa ligel Îranê û rejîma Sûrîyayê hevkok in".

Milîs "roleke têkder" digerînin

Hêzên Îraqî çend gilih derbarê hebûna zêdegavîyan ji şivanan û koçeran li deverên li nêzî Qaim, Rutba û Enaz wergirtine, eqîd Mohsin Setar Ewadî ji Fermandarîya Operasyonên Cezîre û Badiyayê eşkere kir.

Fermandarîya Operasyonên Cezîre û Badiyayê ji parastina ewlehîyê li biyabana Enbarê, ya ku heta zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re berfireh dibe, berpirsyar e.

Hêzên Îraqî dê li deverên nêz ji cihên ku koçer li wir in werin bicihkirin, wî ji Diyaruna re ragihand, ev yek jî bo parastina wan û nehiştina êrîşan.

Di dîmeneke vîdyoyê de, fermandarekî Seraya Xoresanî nasnameya koçerekî li biyabanê jê werdigire, bêyî hebûna tu sedemê.

Xebîrê warê ewlehî yê Îraqî Ehmed Hemdanî got ku kiryarên zêdegavî yek ji xebatên milîsên ser bi Îranê ve yên kontrolkirin devera sînorî ne.

Zêdegavî ne tenê li hember şivan û koçeran in, lê belê li hember gundên sînorî ne, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Ev milîs roleke têkder digerînin û barê hêzên ewlekarî yên Îraqî giran dikin,ên hewl didin ku seqamgîrîyê li wan deveran berqerar bikin, wî got.

Stratîjîya Îranî li Îraqê li ser bingehan dirêjedan bi neseqamgîrîyê ye, "ji ber seqamgîrî behaneyên wê yên destêwerdanê di karûbarên Îraqî de ji nav dibe û avakirina wê ji milîsan re radiwestîne", siyasetvanê Îraqî Talib Îsawî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Îran dixwaze ku deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûrîyayê de kontrol bike, û giranî daye zêdekirina hejmûna xwe li wan deveran di rêya milîsan re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500