Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq rêyên li rojavayê Enbarê dîsan vedike piştî başbûna rewşa ewlehî

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî nîşana serkeftinê bilind dike piştî armanckirina veşartgeha DAIŞê li nêzî bajarokê Hîtê, li rojavayê parêzgeha Enbarê, roja 21ê Cotmehê, ku bû encama kuştina çar endamên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî nîşana serkeftinê bilind dike piştî armanckirina veşartgeha DAIŞê li nêzî bajarokê Hîtê, li rojavayê parêzgeha Enbarê, roja 21ê Cotmehê, ku bû encama kuştina çar endamên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî çar rê li rojavayê Enbarê vekirine piştî ew ji dema dagirkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgehê re di sala 2014an de girtî bûn, serkirdeyekî êlan Sêşmê (7ê Kanûna Yekem) ragihand.

Di navê rêyên hatine vekirin de rêyeke 90-kîlometir ku ji navçeya Rawayê diçe Hadir li parêzgeha Nînewayê û rêya ji Suxeyriyatê diçe Bêcî li parêzgeha Selahedînê, fermandarê êlên Enbarê Şex Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku rêya sêyem ji Ebû Daleyayê li bakurê navçeya Hedîsayê diçe Gola Sersar, û rêya çarem ji rojavayê Enbarê diçe Gla Sersarê.

Ev rê di deverên dûrdest de di kûrahîya biyabanê re diçin û endamên DAIŞê ew mişt bombe kiribûn dema ku wan Enbar kontrol dikir.

Helîkoptereke artêşa Îraqî operasyoneke koleçanê de di 20ê Îlonê de pêk tîne bo ewlekirina Wadî Horan li biyabana li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Helîkoptereke artêşa Îraqî operasyoneke koleçanê de di 20ê Îlonê de pêk tîne bo ewlekirina Wadî Horan li biyabana li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Obêdî got ku hêzên Operasyona Cezîrê û fermandarîyên firqeyên 7ê û 8ê rê ji hemû bombeyan paqij kirin, "wan dora 135 bombeyên ji celeb û qebaryênên cuda rakirin û pûç kirin".

Rewşa ewlehî li rojavayê Enbarê baş e

Obêdî teqez kir ku herwiha deverên li nêzî van rêyan di qonaxa heştem apêngava "Vîna Serkeftinê" de ewleh kirin, pêngava ku di 29ê Kanûna Yekem de hat destpêkirin.

Wî eşkere kir ku hêzên beşdar di operasyonê de "bi dehên veşartgehên raz û tunêlên dijmin, û herwiha hejmarek mezin ji bombe, çek û otombîl wêran kirine".

Obêdî da zanîn ku rêkarên ewlehî yên berfireh li biyabana rojavayî hatine wergirtin, di nav de "zêdekirina operasyonên koleçanê û êrîşên hewayî ji hêla atêşa Îraqî ve, ku herî kêm 10 operasyon rojane tên pêkanîn".

Wî got ku vekirina rêyên nû dê tevgera yekîneyên serbazî û bersivdayîna wan ji raportên ew ji çavkanîyên hewalgirî werdigirin hêsan bike.

Wî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê berdewam in di bihêzkirina têkilîyên xwe bi şivanan û xelkê deverê re, ji ber ev xelk "agahîyên ewlehî yên girîng li dor tevger û cihên terorîstên mayî dabîn dikin".

Bi saya vê piştgirîyê "hêzên me karîn xeretîya terorîstan kêm bikin, nehêlin ew piştgirîya lojistî wergirin û derbasbûnên wan ên bi dizî di sînor re rawestînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500