Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Kurdên Sûrîyayê Nexweşxaneya COVID-19 li Hesekê ava dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dergehê Nexweşxaneya COVID-19 li Hesekê, ku ew dezgeha tekane ye ya dê tûşbûyên Vayrûsa Koronayê li herêma li jêr destê Rêveberîya Xweser pêşwazî bike. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Dergehê Nexweşxaneya COVID-19 li Hesekê, ku ew dezgeha tekane ye ya dê tûşbûyên Vayrûsa Koronayê li herêma li jêr destê Rêveberîya Xweser pêşwazî bike. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Heyva Sor a Kurdî nexweşxanyek bo dermankirina rewşên Vayrûsa Koronayê (COVID-19) li bajarê Hesekê vekir.

Ev beşekî bakurê Sûrî ye ku ji alîyê Birêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve tê birêvebirin.

Ev nexweşxane li ser asta herêmê ya yekem e, û weke beşekî xebatên berdewam ên pêşîgirtina belavbûna nexweşîya cîhanî li herêmê ye, ku yekem mirina bi Koronayê Înê (17ê Nîsanê) hat ragihandin.

Rêkarên parêzî yên din jî ji avakirina nexweşxaneyeke meydanî û veqetandina beşekî nexweşxanyeke din bo çavdêrîya tendirustî pêk tên.

Nexweşxaneya nû ya li bajarê Hesekê hatiye avakirin ji 120 textan pêk tê û derfet heye ku rûbera wê firhetir bibe. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya nû ya li bajarê Hesekê hatiye avakirin ji 120 textan pêk tê û derfet heye ku rûbera wê firhetir bibe. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Hinek xwebexş agahdarîyan werdigirin berî dest bi karê xwe li Nexweşxanya COVID-19 a li Hesekê bikin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Hinek xwebexş agahdarîyan werdigirin berî dest bi karê xwe li Nexweşxanya COVID-19 a li Hesekê bikin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Heyva Sor a Kurdî ev dezgeha dermankirinê ya nû bi erêkirina Desteya Tendirustîyê ya Bakurê Sûrî vekiriye, endamê tîma Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku nexweşxane ji pêşwazîkirina nexweşên Koronayê re hatiye tarxandin, û ew dezgeha yekemîn li herêmê ye ku van xizmetên gişgir pêşkêş dike".

Dudekî dîyar kir ku nexweşxane bo pêşîgirtina belavbûna vayrusê û veqetandina kesên nexweş di cihekî de hatiye çêkirin di dema dermankirina wan de, li şûna ku wan li navendên tendirustî yên ne ji van rewşan re hatine amadekirin derman bikin.

Wî got ku nexweşxaneya nû ji 120 textan pêk tê û derfeta firehkirina wê jî heye.

Dudekî anî ziman ku di navbera her textekî de ne kêmî sê metreyan heye, û nexweşxane li ser sê beşan hatiye dabeşkirin, li gorî rewşa nexweş û giranbûna nexweşîyê.

Wî got ku Heyva Sor a Kurdî herwiha nevendeke tendirustî ya rewşên awarte jî bo nexweşên Vayrusa Koronayê li bajarê Hesekê ava kiriye, ew jî bi pênc embulans û tîmên wan hatiye amadekirin ku dê 24 saetan kar bikin.

Dudekî anî ziman ku ji wê zêdetir, navenda Til Hecer jî hat pêşxistin, û beşek wê ji rewşên biguman re hat veqetandin.

Wî destnîşan kir ku armanc ji vê yekê ew e ku ji nexweşine din werin veqetandin heya karibin wan bibin nexweşxaneya taybet bi vayrusê.

Wî da zanîn ku xebatkarên bijîkî yên ji rewşên Vayrûsa Koronayê li Nexweşxaneya COVID-19 û navenda awarte re kar dikin ji xwebexş û ew kesên ku di warê tendirustî de dixebitin pêk tên, yên ku perwerdeyeke taybet dîtine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500