Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

NY: Yekem mirina bi vayrûsa Koronayê li herêma Kurdî li bakurê Sûrîyayê

AFP

Endamekî Heyva Sor a Kurdî germahîya rêwîyekî ku ji Şamê gihiştiye dipîve bo destnîşankirina nîşanên COVID-19 li xaleke demikî li derveyî Balefirgeha Qamişlo li parêzgeha Hesekê roja 7ê Nîsanê. [Delîl Sulêman/AFP]

Endamekî Heyva Sor a Kurdî germahîya rêwîyekî ku ji Şamê gihiştiye dipîve bo destnîşankirina nîşanên COVID-19 li xaleke demikî li derveyî Balefirgeha Qamişlo li parêzgeha Hesekê roja 7ê Nîsanê. [Delîl Sulêman/AFP]

Zilameke pênceh salî yekem kes bû ku bi Vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) li herêma Kurdî li bakurê Sûrîyayê bimire, berpirsên NY Înê (17ê Nîsanê) ragihand.

Ofîsa NY bo Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku wê agahdarîyek roja Pêncşemê ji Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê têkildarî mirinê wergirt.

Rêxistina Tendirustîyê "agahî li dor haleteke mirinê li Nexweşxaneya Niştîmanî li Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, ku testa wî ya COVID-19 erênî bû, roja 2yê Nîsanê dan", OCHA di daxuyanîyekê de got.

"Tê gotin ku endamekî din ê malbata wî ji ber nîşanên COVID-19 li nexweşxaneyê ye li benda encama pişkinînê," OCHA got, da zanîn ku çavdêrîyeke xurt li bakurê rojhilatê Sûrîyayê berdewam e bo destnîşankirina haletên heyî.

Herêma bakurî li jêr kontrola Kurdan e, lê hebûneke rejîma Sûrîyayê li wir heye, û nexweşxane li jêr kontrola wê ye.

Desthilatdarîyên Kurd rejîma Sûrîyayê bi binxistina hewlên dabînkirina amrazên henasedanê, alav û pêdivîyên pişkinînê yên pêwîst ji COVID-19 re tawanbar kir.

"Reftarên hikûmeta Sûrîyayê... jîyana Sûrîyên li bakurê rojhilatê Sûrîyayê dijîn dixe xeterîyê de," Birêveberîya Kurdî di daxuyanîyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500