Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Birêveberîya Xweser a Sûrîyayê girtina giştî ya têkildarî Vayrûsa Koronayê disepîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamê tîmeke pijîşkî germa zarokekî li gundewarê Dêra Zorê dipîve di çarçoveya rêkarên parêzî de bo dorpêçkirina belavbûna COVID-19. [Wêne ji Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Endamê tîmeke pijîşkî germa zarokekî li gundewarê Dêra Zorê dipîve di çarçoveya rêkarên parêzî de bo dorpêçkirina belavbûna COVID-19. [Wêne ji Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Birêveberîya Xweser a Bakurê rojhilatê Sûrîyayê girtina gitştî li herêma Cezîrê sepandîye bo nehiştin û dorpêçkirina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) piştî hejmarek mezin ji tûşbûyîyan hatiye tomarkirin.

Birêveberîyê herwiha girtina hemû sazîyên xwe ji bilî yên ku xizmetguzarîyên bijîşkî û lojistî dabîn dikin îlan kir.

Herî kêm 20 haletên vayrûsa Koronayê Çarşemê (5ê Tebaxê) hatin tomarkirin, ligel mirina kalekî 60-salî, berpirsê Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ragihand.

Roja 3yê Tebaxê, sê karmendên tendirustî bi nexweşîya COVID-19 li kampa Holê li parêzgeha Hesekê ketin, peyvdarekî Rêxistina NY bo Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand.

Beşekî Nexweşxaneya Hesekê ya taybet bi nexweşên vayrûsa Koronayê ye, ku ji hêla Heyva Sor a Kurdî ve bi hevkarî bi Birêveberîya Xweser re hatiye avakirin. [Wêne ji Vendeng News hatiye wergirtin]

Beşekî Nexweşxaneya Hesekê ya taybet bi nexweşên vayrûsa Koronayê ye, ku ji hêla Heyva Sor a Kurdî ve bi hevkarî bi Birêveberîya Xweser re hatiye avakirin. [Wêne ji Vendeng News hatiye wergirtin]

Endamên Ofîsa Avrêjîyê, Ofîsa Xwezayê û Lîwayê Vemirandina Agir rê û sazîyên giştî li bajarê Qamişloyê paqij dikin. [Wêne ji Pênûsa Gel hatiye wergirtin]

Endamên Ofîsa Avrêjîyê, Ofîsa Xwezayê û Lîwayê Vemirandina Agir rê û sazîyên giştî li bajarê Qamişloyê paqij dikin. [Wêne ji Pênûsa Gel hatiye wergirtin]

Vê yekê hejmara haletên piştrastkirî yên li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê yên li jêr destê Kurdan hatine tomarkirin bo 54an zêde dike, AFP ragihand.

Dudekî got ku lê dibe hejmar ji wiha gelektir be ji ber gelek kesên nîşanên nexweşîyê li wan tên dîtin nayên pişkinînkirin.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku girtina giştî li herêma Cezîrê roja 6ê Tebaxê dest pê kiriye û dê heta bi roja 20 Tebaxê dirêj bike.

"Hemû sazîyên Birêveberîya Xweser dê girtî bin, ji bilî embarên xwarinê, nexweşxane, dermanxane, nangeh û sazîyên av û kehrebeyê, ku dê rêkarên parêzî werin meşandin," wî got.

Dudekî got ku rêkarên din ên dorpêçkirina vayrûsê ji girtina dergehên sînorî bi Îraqê û deverên li jêr kontrola rejîmê re, û pişkinînkirina hemû kesên tên deverên xwe pêk tê.

Wî got ku xalên Heyva Sor li nêzî xalên tendirustî û nexweşxaneyan hatine danîn bo pişkinînkirina serdankeran. Tîmên Heyva Sor herwiha serdanên bijîşkî bo gundewaran pêk tînin bo pişkinînkirina kesên ku nîşanên nexweşîyê li wan dîyar bûne, ew jî bi hevahengîyeke baş bi şana qeyranê û desteya tendirustîyê yên Birêveberîyê re.

Agahîyên çewt li dor belavbûna vayrûsê

Tedbîrên girêdayî girtina giştî pêwîst in ji ber herêma Cezîrê girêdayî deverên Dêra Zorê ya li jêr kontrola rejîmê ye, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Ebid got.

Ebid got ku rejîm têkildarî belavbûna vayrûsê li deverên li jêr kontrola xwe ne zelal e, ku zêdebûnek di hejmara pêketîyan de heye, bi taybetî li deverên ku milîsên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li wan bi cih dibin.

"Ev endamên milîsa bi kêfa xwe derbasî Sûrîyayê dibin bêyî ew werin pişkinînkirin," wî ji Diyaruna re ragihand, da zanîn ku di dema dawî de haletên piştrastkirî yên tûşbûnê di nava rêzên wan de hene.

"Êdî ew bi sivîlan re li bazaran û di pîrozbahîyên olî de, yên ku pir tên lidarxistin, têkiîyan dikin," wî dîyar kir.

Ebid got ku vê yekê hişt ku vayrûs pir bi lez di nav sivîlan de belav bibe, yên ku bi malbat û xizmên xwe re yên li deverên li jên kontrola Birêveberîya Xweser di têkilîyê de ne.

Wî got ku girtin û çavdêrîkirina xalên sînorî û derbasgehan biryareke rast e bo parastina sivîlan.

Ebid got ku ew herwiha texmîn dike ku "bobelateke mezin li deverên li jêr kontrola rejîmê biqewime di dema werê de ji ber xemsarîya rejîma û siyaseta wê ya veşartina agahîyan".

Vayrûs li deverên li jêr kontrola rejîmê belav dibe

Desthildarîyên berpirsyar li deverên li jê kontrola rejîmê 999 halet destnîşan kirin û 48 mirî hene -- lê wezareta tendirustîyê jî vê heftîyê ragihand ku "karîna wê tune ye... ku pişkinînên berfireh li parêzgehan pêk bîne".

Ji 30 Tîrmehê heta bi 6ê Tebaxê, Wezareta Tendirustîyê ya Sûrî 260 nexweşên bi vayrûsa Koronayê tomar kirin, ku heftîya berî wê bi tenê 154 nexweş hatin tomarkirin.

"Belavbûneke mezin di nava bajaran de heye," wezaretê got, û da zanîn ku bi tenê 25,000 text li nexweşxaneyên li deverên li jêr kontrola rejîmê hene.

Li Şamê, doktor dibêjin ku sazîyên giştî êdî mişt in û nikarin nexweşên nû pêşwazî bikin, li gorî AFP.

"Bi rastî ew cihê bizdandinê ye," Dr. Nubûx Awa, ragirê kolêja pijîşkîyê li Zanîngeha Şamê got.

"Gelek xelk tên nexweşxaneyên dewletê lê mixabin hemû odeyên me mişt in," Awa ji rûpeleke Facebookê ragihand, ku ew rûpel Sûrîyan ji rewşa vayrûsa Koronayê li welat agahdar dike.

"Nexweşên ku rewşa wan tengav e derbasî yekîneya guhlêdana çirûpir nayên kirin heta nexweşine din bimirin û wan têxin cihên wan."

Di Hezîranê de, Rêxistina Tendirustîya Cîhanî got ku "ew nîgeran e" ji ber belavbûna COVID-19 li Sûrîyayê, û teqez kir "jêrxane û sîstemên tendirustî yên lawaz ji ber cengê pir hatine bêkarînkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500