Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Sûrîyên xizan li deverên li jêr kontrola Kurdan alîkarîyê werdigirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmên tendirustî dermanên dijî maykroban li kolan û taxên bajarê Tebqayê li bakurê Sûrîyayê direşînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Tîmên tendirustî dermanên dijî maykroban li kolan û taxên bajarê Tebqayê li bakurê Sûrîyayê direşînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şênîyên bakur û rojhilatê Sûrîyayê pêşwazîya biryara Birêveberîya Xweser a belavkirina xwarinê li ser kesên ku nikarin hewcedarî û pêdivîyên xwe yên rojane dabîn bikin kirin, ku qedexeya derketina ji derve ji ber vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) di dewrê de ye, li gorî çalakgerekî.

Piranîya bazaran li van deveran girtî ne ji ber vê petaya cîhanî, vê yekê jî hiştîye ku gelek xebatkarên ku bi heqdestên xwe yên rojan debare xwe dikin bê kar bimînin, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku birêveberî lîstên bi navên malbatên herî hewcedar bi alîkarîyê berhev dike, di çarçoveya xebatên hevbeş ên di navbera encumenên xwecihî û birêveberên kampên bêwaran de.

"Proseya belavkirina xwarinê li hejmarek ji deverên ku ev lîst hatine qedandin dest pê kiriye," Dudekî teqez kir.

Tabloyeke ku Birêveberîya Xweser li bakurê Sûrîyayê danîye teqezîyê li ser gerekdarîya bi pêbendbûna bi rêkarên hatine girtin bo rêgirtin li ber petaya vayrûsa Koronay dike. [Wêne ji beşê Erebî yê ajansa ANF hatiye wergirtin]

Tabloyeke ku Birêveberîya Xweser li bakurê Sûrîyayê danîye teqezîyê li ser gerekdarîya bi pêbendbûna bi rêkarên hatine girtin bo rêgirtin li ber petaya vayrûsa Koronay dike. [Wêne ji beşê Erebî yê ajansa ANF hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku asta têgihiştina têkildarî vayrûsa Koronayê di nava şênîyên deverê de bi awayekî berçav bilind bûye, û şênî pêbendî rênmayîyên tendirustî ne.

Wî got ku operasyonên di demjimêrên dîyarkirî de li komgeh û depoyên xwarinê tên meşandin, û qedexeyeke derketinê ji 7ê êvarî heta bi 6ê sibehê heye.

Dudekî got ku hêzên ewlekarîyê xebatên sepandina qedexeya derketinê bihêz kirine, û ew bi awayekî yekalîker û hişk nêzîkatîyê bi kesên binpêkirinê dikin dibin, ku piranîya wan kesan ciwanên netêgihiştî ne.

Wî daxuyand ku destpêkê haydarî bersiva binpêkirinên pêşî bû, lê aniha ceza li ser sûcdaran tên sepandin.

Wî got ku operasyonên taqîmkirinê li hemû deveran bi serpereştîya Birêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) tên pêkanîn.

Wî got ku ev yek paqijkirin û taqîmkirina kolanan dihudirîne, û da zanîn ku xebatên taqîmkirina sazîyên hikûmetê û yên xizmetguzarî li ber qedandinê ne.

Piranîya van sazîyan hatine girtin.

Wî dîyar jî kir ku xizmetguzarîyên tendirustî berdest in, û da zanîn ku hîn haletên piştrastkirî yên tûşbûna bi vayrûsa koronayê li deverên li jêr serwerîya Birêveberîya Xweser tune ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500