Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî operasyonên li dijî terorê li Diyalayê dest pê dikin

Xalid Taî

Pagerên polîs roja 1ê Nîsanê di operasyoneke nû de bo lêgerîna li veşartgehên DAIŞê li gund û baxan li parêzgeha Diyalayê cih digirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Pagerên polîs roja 1ê Nîsanê di operasyoneke nû de bo lêgerîna li veşartgehên DAIŞê li gund û baxan li parêzgeha Diyalayê cih digirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Operasyoneke lêgerînê ya nû li veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bustan û gundan li Diyalayê hatiye destpêkirin, polîsê Îraqî Pêncşemê( 2yê Nîsanê) ragihand.

Operasyona nû di demekê de tê ku êrîşek li ser veşartgeheke DAIŞê li bajarokê Behrazê li Diyalayê bû encama kuştina çar endamên rêxistinê, li gorî polîs.

Yekîneyine Fermandarîya Polîsê Diyalayê, Fermandarîya Polîsê Diyalayê û Firqeya 5ê ya Artêşê Çarşemê operasyoneke nû bo pişkinînkirina bustanên parêzgehê dest pê kirin, peyvdarê Fermandarîya Polîsê Diyalayê emîd Nîhad Mehdawî ragihand.

Wî got ku operasyonê bax û bustanên himbiz ên li bakurê navçeya Muqdadiyayê, hawîrdorên baxê Weqf û bajarokên Ebara û Mensûriyet el-Cebel, li bakurê bajarê Baqûbayê, dan ber xwe.

Leşkerên Îraqî çek û rokêtên ku li veşartgeheke DAIŞê li başûrê bajarokê Behrazê li parêzgeha Diyalayê dîtine roja 23yê Adarê nîşan didin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî çek û rokêtên ku li veşartgeheke DAIŞê li başûrê bajarokê Behrazê li parêzgeha Diyalayê dîtine roja 23yê Adarê nîşan didin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Zêdebûneke di çalakîya ewlehî de li wan deveran tê dîtin piştî tevgerên terorî li nav bax û bustanan û li deverên têr-dehl hatin tomarkirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Terorîstan êrîşek pêk anî hejmarek ji kamîrayên koleçanê yên germbar ên ku li deverê hatibûn danîn têk birin," wî got.

Operasyonên parêzî

"Ev beşeke ji zincîrek ji operasyonên parêzî yên di çend rojên borî hatin pêkanîn bo temirandina paşmahîyên DAIŞê yên li deverên kêm ewleh û bo sepandina desthilatdarîya dewletê li wir," Mehdawî dîyar kir.

Wî daxuyand ku çalakîyên terorî li girên Hemrînê ber bi kêmbûnê ve diçin. Di encamê de jî, paşmahîyên DAIŞê hewl didin ku pangeheke ewleh ji xwe re li dehl û baxên Diyalayê ji xwe re peyda bikin, bi taybetî li dehlên Zor û navçeya Ebarayê.

"Lê em dê tu derfetê nedin wan ku li ber xwe bidin û em dê bidin ser pişta wan him ji asman û him li ser erdê, û em dê li her devera ew lê bin li wan bixin," wî got.

"Di çarçoveya operasyonê de, hêzeke taybet a Lîwayê Hewarîyê yê 7ê yê polîs û Hewalgirîya Diyalayê êrîşeke nişkayî li ser veşartgeheke DAIŞê li nêzî bajarokê Behrazê (başûrê Baqûbayê) pêk anî," Mehdawî ragihand.

Wî daxuyand ku êrîş bû encama kuştina çar endamên DAIŞê, û da zanîn ku du kemberên teqîner hatin bêbandorkirin û bombe, çek û alavên serbazî di operasyonê de hatin wêrankirin.

Wî teqez ku ku tu ziyan negihiştin hêzên Îraqî di êrîşê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500