Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Diyalayê 2 xwekujên DAIŞê dikuje

Xalid Taî

Endamekî ewlekarîyê yê Îraqî ji yekîneya K9 otombîleke sivîl li Diyalayê pişkinîn dike, 11 Tebaxa 2019an. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Endamekî ewlekarîyê yê Îraqî ji yekîneya K9 otombîleke sivîl li Diyalayê pişkinîn dike, 11 Tebaxa 2019an. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Du xwekujên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke polîsê li bajarokê Behrez ê Diyalayê de hatin kuştin, çavkanîyên ewlehî yên Îraqî Duşemê (24ê Sibatê) ragihand.

"Yekîneya operasyonên taybet Yekşemê êrîşek li dijî veşartgeheke DAIŞê li devera Behrez pêk anî," peyvdarê fermandarîya polîsê Diyalayê emîd Nîhad Mehdawî anî ziman.

Mehdawî ji Diyaruna re got ku hêzê veşartgeh dorpêç kir ku herdu xwekujan xwe tê veşartibûn û karîbûn yekî ji wan bikujin, lê yê din xwe teqand bêyî tu ziyanê bigihêje tu kesî.

Wî destnîşan kir ku "ev terorîst endamine tirsnak in û berpirsên gelek êrîşan bûn, a dawî jî êrîşeke sekvanîyê berî pênc rojan bû û di encamê de du polîs ji foca rewşên awarte ya li başûrê Behrezê hatin kuştin".

Niştecihên bajarokê Behrez li parêzgeha Diyalayê hevkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re dikin da paşmahîyên DAIŞê bişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarokê Behrez li parêzgeha Diyalayê hevkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re dikin da paşmahîyên DAIŞê bişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Mehdawî da zanîn ku "weke bersiv bo vê êrîşa newêrek, tîmeke ewlehîyê ya hevbeş ji Birêveberîya Hewalgirîya Diyalayê, Lîwayê 7an ê Rewşên Awarte yê polîsê û polîsê Behrezê hate avakirin".

Wî dîyar kir ku "vê tîmê peywendî bi niştecihên Behrezê re danî, ku wan jî alîkarîyek baş pêşkêşî wê kir, û karîbûn agahîyên girîng kom bikin hişt di dawîyê de gelek terorîst bên şopandin û kuştin".

Îraqî li ser bidawîkirina DAIŞê rijd in

Mehdawî got "êrîş bi baldarî hat plankirin û me karîbû paşmahîyên terorîst bi paş de vegerînin û me piştras kir ku her çi qasî hewl bidin, hêzên me û vîna niştecihan dê wan bêyî hesab nehêlin".

Li gorî Mehdawî, ligel vê êrîşê, polîsê Diyalayê xebatine ewlehî pêk anîn ku di encamê de "hejmareke mezin a cebilxane û çekan hat desteserkirin û du stargehên terorîstan li Bilindayên Hemrînê hatin wêrankirin".

Wî daxuyand ku di operasyoneke pêşwext de, polîsê çar kesên bo tawanên terorê xwestî li devera Neda Basîn girtin.

Mehdawî anî ziman ku "operasyonine ewlehî xwedî astine bilind hene û bi awayekî pir veşartî têne kirin".

Wî got ku rewşa ewlehî li Diyalayê bi saya xebatên ewlekarîyê û piştevanîya niştecihan bêhtir aram e".

Mehdawî da zanîn ku rakirina rêbendan ji bajar û bajarokan "nîşaneyeke belî ya jîngeheke ewle ye ku aniha li parêzgehê peyda dibe".

Wî dîyar kir ku fermandarîya polîsê dixwaze di planên xwe yên ewlehî de bêhtir xwe bispêre alavên teknîkî da parastina xelkê bikin û terorîstan têk bibin.

Mehdawî got "me hejmara kamereyên xwe yên germî û dron zêde kirine, û me ji Wezareta Hundir xwestîye ku alavên teknolojî jî peyda bike da alîkarîya me di xebatên ewlehî de bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500