Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Diyalayê nêçîra fermandarên DAIŞê dike

Xalid Taî

Serokê polîsê Diyalayê lîwa Hamid Xelîl Şemerî roja 17ê Gulanê serpereştîya planeke ewlehî dike, planeke bo paqijkirina gund û baxên navçeya Ebarayê û newala Çemê Diyalayê li rojhilatê Baqûbayê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Serokê polîsê Diyalayê lîwa Hamid Xelîl Şemerî roja 17ê Gulanê serpereştîya planeke ewlehî dike, planeke bo paqijkirina gund û baxên navçeya Ebarayê û newala Çemê Diyalayê li rojhilatê Baqûbayê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi dehan kesên tên xwestin girtin û kuştin, di nav de serkirdeyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), di heftîya borî de li parêzgeha Diyalayê, polîsê Îraqî li Diyalayê Duşemê (1ê Hezîranê) ragihand.

"Hêzên polîs, bi piştevanîya ajansên hewalgirî û yekîneyên serbazî yên din, du fermandarên DAIŞê di operasyoneke ewlehî de roja Şemîyê li navçeya Kenanê, li rojhilatê Diyalayê, kuştin û veşartgehên wan wêran kirin," peyvdarê fermandarîya polîsê Diyalayê emîd Nîhad Mehdawî ragihand.

Di herdu rojên borî de, hêzên polîs êrîşin pêk anîn ku bûn encama girtina 30 kesên dihatin xwestin ji ber cihgirtina wan di tawanan û êrîşên terorî de, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xebatên polîs giranîyê didin rêgirtin li ber paşmahîyên DAIŞê ku derfetê bibîne ku careke din çalak bibin.

Leşkerên Îraqî operasyoneke lêgerînê li baxên navçeya Ebû Saidayê, li Diyalayê, roja 28ê Adarê, pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî operasyoneke lêgerînê li baxên navçeya Ebû Saidayê, li Diyalayê, roja 28ê Adarê, pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Di meha Remezanê de, terorîstan hejmarek ji êrîşên ku armanc ji wan têkdana ewlehîyê bû pêk anîn, lê hêzên me bi tundî û mêrxasî bersiva wan dan," Mehdawî got.

Wî daxuyand ku wan operasyonên ewlehî yên ku hîn berdewam in dest pê kirine, yên ku xesarên mezin gihandine paşmahîyên DAIŞê.

"Em operasyonên xwe bi hevahengî bi ajansên hewalgirî re pêk tînin, ên ku karekî baş dikin bi dabînkirina agahîyên hûrbîn li dor xalên vehewana terorîstan," wî got.

Ewlehîya Diyalayê ''pir girîng e''

Wî got ku polîsê Diyalayê bi Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, hêza asmanî û hêzên êlan û Heşda Şaebî re hevahengîyê dikin.

"Di çend heftîyên borî de, me ew [terorîst] şopandin û operasyonên ewlehî li dehlên Muqdadiya, baxê Weqfê, Ebara û Girên Hemrînê dest pê kirin, ku 90% ji veşartgehên DAIŞê bi awayekî serkeftî wêran kirin," wî got.

Mehdawî dîyar kir ku pêngaveke serbazî ya mezin a nû ya "astbilind" dê di rojên nêzîk de were destpêkirin bo jinavbirina paşmahîyên DAIŞê yên ku hîn xwe li deverên dûrdest ên parêzgehê vedişêrin.

Wî da zanîn ku yekînene serbazî ji derveyî parêzgehê hatine bo ewlehîyê qayim bikin, bi taybetî li derdora navçeya Xaneqînê û li bajarokên ku çalakîyên terorîstî vê dawî li wan qewimîne.

Wî got ku polîsê Diyalayê alîkarîya lojistî ji hikûmeta navendî werdigire, mîna kamîrayên koleçanê, dron, û gelek alavên serbazî û teknîkî.

Mehdawî got ku serkirdeyên ewlehî giranîyê didin misogerkirina parêzgeha Diyalayê, ji ber ku ew beskê rojhilatî yê Bexdayê ye, û ewlehîya wê pir girîng e bo ewlehîya paytextê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500