Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên taybet yên Îraqî 25 endamên DAIŞê li navçeya Mexmûrê dikujin

Xalid Taî

Hêzên Taybet ên Îraqî êrîşek li ser veşartgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li navçeya Mexmûrê, li bakurê Îraqê, di 9ê Adarê de pêk anîn. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Taybet ên Îraqî êrîşek li ser veşartgehên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li navçeya Mexmûrê, li bakurê Îraqê, di 9ê Adarê de pêk anîn. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Bîst û pênc endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Duşemê (9ê Adarê) di êrîşeke peyabûnê de hatin kuştin ku hêzeke asmanî ya Ajansa Dijî-Terorê ya Îraqî pêk anî.

Operasyonê veşartgehên DAIŞê yên li çiyayê Qereçoxê li navçeya Mexmûrê li bakurê Îraqê kirin armanc.

Piştî êrîşên nîvê Sibatê ku bi dehan paşmahîyên DAIŞê li çiyayên Hemrîn, Mexûl, Xanûka û Etşanayê hatin kuştin, ev operasyona herî nû ya hêzên Îraqî bû.

Peyabûna asmanî "bi hevahengîya bi balafirên hevpyemanîyê re bû", li gorî daxuyanîyeke Şana Mîdyayî ya Ewlekarîya Îraqî.

Daxuyanîyê dîyar kir ku hêza êrîşker "bi endamên DAIŞê re şer kir, ên di hundirê çiyayê Qereçoxê de xwe veşartibûn, û karîbû 25an ji wan bikujin û neh tunêl û kampeyeke perwerdekirinê wêran bikin".

Êrîş berbanga Yekşemê dest pê kir û sibeha Duşemê bi dawî bû, şaredarê Mexmûrê Rizgar Mihemed got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku di operasyonê de şerên dijwar rû dan û êrîşên asmanî li ser şikeftên terorîstan ên di çiya de pêk hatin.

Bersivdayîneke bilez bo terorê

Mihemed dîyar kir ku "ev êrîş bersiveke tund û xurt bo tawanên endamên terorîst bû, ên heftîya borî du êrîşên terorîst li dijî sivîlên bêguneh li du gundên navçeya Qeraç pêk anîn".

Wî got ku milîtanên DAIŞê yên ji çiyayê Qereçoxê êrîşek bi çekên sivik li dijî gundê Xedra pêk anîn, di encamê de du kes hatin kuştin û yek birîndar bû.

Mihemed anî ziman ku paşê, wan bombeyek bi otombêleke sivîl de li nêzî gundê Hedîqa teqand, û 4 kes birîndar kirin.

Wî da zanîn ku herdu êrîş "piştî bêhtirî mehek di ser operasyona dawî ya DAIŞê re derbas bû hat ku li dijî gundên nêzî çiya pêk anîbûn, gava bombeyek li gundê Til Rîm teqandin, di encamê de jî du sivîl birîndar bûn".

Mihemed destnîşan kir ku paşmahîyên DAIŞê ne gelek in, "lê hewl didin çiyayê Qereçoxê bi kar bînin, ku 1,000 mtreyî di ser asta deryayê re ye, weke wargeheke ewle".

Wî got "ew xwezaya dijwar û kevirî keysbaz dikin, û ji ber ew ji alîyê rojavayî ve digihê çemê Dicle û giravên çem ên ber bi navçeya Qeyarayê ve dirêj dibin, li başûrê Mûsilê".

Mihemed anî ziman ku operasyona ewlehî "derbeyek xurt" li milîtanan xist, û "eger operasyonên bi vê astê li çiya û deverên li derdorê dubare bibin, dê gefa DAIŞê bi temamî bi dawî bibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500