Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Balafirine Fransî veşartgehine DAIŞê li bakurê Îraqê bombebaran dikin

Xalid Taî

Balafireke şer a Fransî bi navê Rafale xwe ji êrîşkirina veşartgeheke DAIŞê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê re amade dike di 29ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Balafireke şer a Fransî bi navê Rafale xwe ji êrîşkirina veşartgeheke DAIŞê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê re amade dike di 29ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Pêncşemê (12ê Mijdarê) ragihand ku êrîşeke asmanî ya Fransî li ser devera çîyayî ya li rojavayê parêzgeha Nînewayê herî kêm sê çekdarên DAIŞê kuştin.

Peyvdarê fermandarîyê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got ku fermandarîyê agahîyên hewalgirî derbarê veşartgehên DAIŞê li çîyayên Qereçoxê li navçeya Mexmûrê de girtin ku vê yekê tevgereke bilez xwest.

Wî anî ziman ku Fransî amade ne alîkarîya pêwîst pêşkêş bikin û deveran wêran bikin hema ku agahî bi wan re werin biparvekirin, da zanîn jî ku wan êrîşeke "serkeftî û bibandor" Çarşemê pêk anî.

Wî daxuyand ku êrîşên asmanî çar şikeftên ku weke stargehên DAIŞê dihatin bikaranîn wêran kirin û bi kêmanî sê çekdarên di hundirê wan de hatin kuştin.

Fermandarine artêşa Îraqî çavdêrîya çîyayên Qereçoxê li navçeya Mexmûrê di 22yê Kanûna Yekem a 2019an de dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarine artêşa Îraqî çavdêrîya çîyayên Qereçoxê li navçeya Mexmûrê di 22yê Kanûna Yekem a 2019an de dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xefacî da zanîn ku "Fransa alîkarîya xwe bo hêzên wan dewam dike û destekê bo têkbirina paşmahîyên DAIŞê weke beşekî pabendîya wan bi rûbirûbûna terorîzmê dide bi hevakarîya bi hevkarên bîyanî û hevalbendan re".

Wî dîyar kir ku bi peydakirina piştevanîya asmanî ya yekser re, Fransa teqez kir ku ew "hevkareke girîng û xurt" bo Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Xefacî got, operasyon di çarçoveya xebatên berdewam de tê da rêzeçîyayên Xanûka û Mexûlê li bakurê parêzgeha Selahedînê bimalêşe,da zanîn jî ku zextên zêde li ser paşmahîyên DAIŞê li wir dihêlin ew birevin deverên derdorê, di nav de Qereçox û Mexmûr.

Wî anî ziman ku devera çîyayî ya xeta artêşa Îraqî û hêzên Pêşmergeyan ji hev cuda dike "hîna warekî ewle bo terorîstan e ji ber kendûkozên wê yên dijwar û nebûna hêzên ewlekarîyê li hin beşên wê".

Xefacî eşkere kir ku pêla operasyonên serbazî di van rojên derbasbûyî de pir bilind bûye, ku gelek dever li navend û rojavayê Îraqê girtin nava xwe bi armanca dorpêçkirina paşmahîyên DAIŞê û rêgirtina li ber hewldanên wan ên êrîşan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500