Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî Heşt bermahîyên DAIŞê li Mexmûrê dikujin

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî tevgerên bermahîyên DAIŞê li çiyayên navçeya Mexmûrê dişopîne, di Tîrmeha 2019an de. [Wêne ji Şana Pisporên Taktîkî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî tevgerên bermahîyên DAIŞê li çiyayên navçeya Mexmûrê dişopîne, di Tîrmeha 2019an de. [Wêne ji Şana Pisporên Taktîkî hatiye wergirtin]

Heşt bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke bi mûşekan li ser veşartgeha wan li çiyayê Qere Çoxê li navçeya Mexmûrê, li bakurê Îraqê, hatin kuştin.

"Pênc terorîst di xebateke hewalgirî de hatin dîtin ku ew li ser sê motoran in li Qere Çoxê di sektorê Fermandarîya Operasyonên Selahedînê de," li gorî daxuyanîya Pêncşemê (19 Kanûna Yekem) ya Şana Medyaya Cengî.

Daxuyanîyê got "piştî ew derbasî veşartgehekê bûn li nav çiya, mûşekekê li cih da, hemû endamên komê kuştin".

Daxuyanîyê dîyar kir ku "komeke din hat dîtin ku hate heman cihê ku gorz lê ket daku laşan derxe û ew jî bûn armanca mûşekekê, ku sê terorîst mirin".

Efserên Îraqî xaleke pişkinînê li navçeya Mexmûrê teftîş dikin, di Adara 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên Îraqî xaleke pişkinînê li navçeya Mexmûrê teftîş dikin, di Adara 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Êrîşên asmanî û operasyonên berdewam ên li dijî veşartgehên bermahîyên DAIŞê [li Qere Çoxê] ji alîyê Firqeya 14mîn ya artêşa Îraqî ve heta asteke mezin tevger û çalakîyên endamên DAIŞê kêm kirine," qaimmeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku wan teqemenî li ser rêyên gundewarî yên li nêzî çiya û gundên derdorê diçandin, tenê berî demeke kurt.

"Lê ev du heftî ne, me tu karên terorîst û tevgerên gumanbar tomar nekirine," wî got û anî ziman "rewşa ewlehî aniha li seranserê navçeyê û navçeya Qeracê, cihê ku çiyayê Qere Çox lê dikeve, bi awayekî rêjeyî baş e".

Projeyên xizmetguzarîyê pêwîst in

Mihemed got ku piranîya şênîyên Qeracê "bi salan bêwar mane, ku kampên li navçeyê [Mexmûr] dora 600 malbatan vedihewînin, wate bêhtir ji 9,000 kesan, ku piranîya wan xelkên gundên dûrdest in".

"Nîgeranîyên ji rewşa ewlehî rê li ber vegera gelekan bo deverên wan ên resen digirin," wî wiha got, û teqez kir ku "lê ev yek ne rêgira yekane ye".

"Kêmbûna ava vexwartinê, kehrebeya kêm û jêrxaneya kavilbûyî dimînin faktorên serekî yên nahêlin ku arazûya vegerê li ba xelkê çê bibe," Mihemed zelal kir.

"Şênî, çi yên li kampan dijîn çi yên vegerane malên xwe, rewşine zehmet jîyan dikin, bi taybetî ku aniha sar e, sûtemenî peyda nabe, û ev çend meh in ku alîkarîya mehane ya hikûmetê tune ye," Mihamed got.

Mihemed dîyar kir ku hikûmeta xwecihî pakêtek ji xizmetguzarîyan amade kiriye bo ji budceya pêşxistina herêman were fînanskirin.

"Em hêvî dikin ku di rojên nêz de, ev proje dest pê bikin û rewşa xizmetguzarîyan li navçeya me baş bibe, weke çawa rewşa ewlehî baş e," Mihemed got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500