Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Paşmahîyên DAIŞê agir bi zevîyên çandinîyê yên Nînewayê dixin

Xalid Taî

Paşmahîyên DAIŞê agir bi zevîyên çandinîyê yên li başûrê navçeya Mexmûrê xistine. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên DAIŞê agir bi zevîyên çandinîyê yên li başûrê navçeya Mexmûrê xistine. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) agir bi rûberên berfireh ên zevîyên çandinîyê li navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Nînewayê xistin, berpirsekî Îraqî Çarşemê (13ê Gulanê) teqez kir.

Paşmahîyên DAIŞ agir bi zevîyên genim û yên din li gundên nêzî deşta Qere Çox xistin, di nav de, Bîr Dawûd, Sawan û Kersor li navçeya Qeracê, li başûrê Mexmûrê, şaredarê Mexmûrê Rezgar Muhemed Îsmaîl ji Diyaruna re ragihand.

"Agiran rûberên berfireh ên zevîyan, bi qasî 400 duneman, da ber xwe û ziyanên darayî yên mezin gihandin cotkaran," wî got.

Bi hezarên cotkaran vê mehê dest bi paleyîya genim, ceh û berhemên din kirin, li parêzgehên bakurî yên Îraqê.

Paleyî û çinîna genim û ceh vê mehê li parêzgeha Nînewayê û parêzgehên bakurî yên din li Îraqê dest pêk kir. [Wêne ji ofîsa ragihandina Birêveberîya Çandinîyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Paleyî û çinîna genim û ceh vê mehê li parêzgeha Nînewayê û parêzgehên bakurî yên din li Îraqê dest pêk kir. [Wêne ji ofîsa ragihandina Birêveberîya Çandinîyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Îsmaîl got ku hêzên ewlekarîyê rêkarênparêzî dane pêş bo ewlehkirina zevîyan ji agirênDAIŞê.

"Lê ji ber rûberên berfireh ên zevîyan, ku hinek caran li deverên dûrdest ên li nêzî cihên veşartinê yên terorîstan in, ewlehkirina wan bûye erkekî pir zehmet, bi taybetî zevîyên li 12 guundên başûrî yên Mexmûrê," wî got.

Wî got ku hêzên serbazî û tîmên berevanîya sivîl xebatên xwe yên çavdêrîkirina zevîyan dutaq dikin, û cotkar û xwebexş ji gundan tevlî wan dibin.

Wî got ku çend qewîtî têkildarî paleyîyê hatine destnîşankirin, di nav de "divê paleyî bihevreyî be û li jêr serpereştîya hêzên ewlehî be, bi taybetî li zevîyên ku digihin deverên bilind".

Wî da zanîn ku paleyî ji berbangê û heta bi rojavayê dewam dike.

Zêdebûna çalakîyên DAIŞê

"Endamên DAIŞê çalakîyên xwe yên terorîstî di du mehên dawî de zêde kirine, ji bingehên xwe yên raz li çiyayê Qere Çoxê û Deşta Qeracê," Îsmaîl teqez kir.

Wî got ku wan çend êrîşên bi bombeyên bidestçêkirî pêk anîne, û da zanîn ku wan kemînek berî du heftîyan pêk anî ku du leşkerên firqeya 14ê ya artêşa Îraqî tê de hatin kuştin.

Îsmaîl teqez kir ku operasyonên ramaliştinê yên ku veşartgehên DAIŞê armanc dikin li dar in, û da zanîn ku "terorîst sûdê ji zanîna ciyografîya van deveran digirin, ku evv yek dihêle ev tev bigerin, birevin û xwe di şikeftan de veşêrin, lewra naskirina cihên wan pir zehmet e".

Îsmaîl bang bo tundkirina kontrola ewlehî li ser deverên çiyayê yên Mexmûrê, birîna xetên îmdadê yên çekdaran û wêrankirina hemû veşartgehên wan kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500