Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsa Ketaib Hizbulah careke din berpirsine Îraqî bi xiyanetê tawanbar dike

Faris Omeran

Mustefa Kazimî, serokê Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî, ji hêla milîsa Ketaib Hizbulah ve bi alîakrîkirinê di kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis de hatiye tawanbarkirin. [Wêne li ser internêtê hatiye belavkirin]

Mustefa Kazimî, serokê Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî, ji hêla milîsa Ketaib Hizbulah ve bi alîakrîkirinê di kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis de hatiye tawanbarkirin. [Wêne li ser internêtê hatiye belavkirin]

Milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqê, ku milîseke ser bi Îranê ve ye, tohmetên xiyanetkirinê nû kirin, vê carê jî li dijî serokê Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî, Mustefa Kazimî.

Duşemê (2yê Adarê) di tweetekê de, serokê ewlekarîya Ketaib Hizbulah Ebû Elî Eskerî Kazimî " bi alîkarîkirin di kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û cîgirê serokê Heşda Şaebî,Ebû Mehdî Muhendis de gunehbar kir".

Piştî du rojan, milîsê tawanbarkirinên xwe nû kirin piştî ku Sêşemê Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî daxuyanîyek der xist, ku tê de got ku lêdwan û tesrîhên Eskerî "ziyanbar û xerab in", û ew mîna "gefeke zelal li dijî aştîya civakî ne".

Tawanbarkirin di demekê de tên ku alozîyeke siyasî li Îraqê heye, piştî rasipartîyê postê serokwezîr Muhemed Elawî roja Yekşemê xwe da alî, piştî ew di pêkanîna hikûmetekê de bi bin ket.

Endamine milîsa Ketaib Hizbulah, a ku Îran piştevanîya wê dike, meşekê li Bexdayê pêk tînin. [Wêne li ser internêtê hatiye belavkirin]

Endamine milîsa Ketaib Hizbulah, a ku Îran piştevanîya wê dike, meşekê li Bexdayê pêk tînin. [Wêne li ser internêtê hatiye belavkirin]

Gelek nav hatine pêşinyarkirin bo girtina şûna Elawî, di nav de Kazimî.

Tohmetên xiyanetê yên milîsa Ketaib Hizbulah li dijî Kazimî "bêbingeh in û neberpirsyar in", Xazî Feysel Husên, şêwirmendeke di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjî de, ragihand.

"Merem ji van gunehbarkirinan di ragihandinê de, li derveyî rêkarên yasayî û destûrî, ew e ku raya giştî gur bikin û êrîşê dam û dezgehên fermî yên dewletê bikin," wî ji Diyaruna re got.

Tawanbarkirin û geflêkirin

Wî daxuyand ku ev tohmet"şêwazekî nû" nîşan didin ku ew "tiştekî xeternak e û dûrî nerîtên giştî ye ku dibe serencamên wê yên xerab hebin, him li ser serwerîya welat û him li ser ewlehîya welat".

Ev ne yekem car e ku milîsa Ketaib Hizbulah rayedarên siyasî û ewlekarî bi xiyanetê gunehbar dikin.

Di Tîrmeha 2019an de, hejmarek ji kenalên alîgir ji Îranê re, di nav de Tora Mîdyayî ya Berxwedanê û el-Itîcah TV, ragihandina Ketaib Hizbulah dest bi kampanyayeke reşkirinê li dijî fermandarê berê yê Operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî kirin, ku tê de ew bi xiyanetê gunehbar kirin.

Komîteyên lêpirsînkirinê hatine pêkanîn bo lêkolînkirina doza li dijî Felahî, piştî kuew ji hêla serokwezîr ve hatibû bêsûckirin.

Milîsa Ketaib Hizbulah ne tenê penceyên tohmetan dirêj dike, lê belê gefanî jî dike.

Wî got ku milîsê gef li serokê parleman Muhemed Helbûsî û parlemantarên Îraqî kiribû ku nabe ew rûniştina bo dengdana li ser derxistina hêzên Amerîkî li Îraqê amade nebin yan li dijî vê yekê deng bidin.

Milîsê herwiha gef li Berhem Salih kir, ku milîsê gotibû ew dê wî "biavêjin" derveyî Bexdayê eger ew bi serokê Amerîkayê, Donald Trump re bicive, li perawêza Dîdara Aborî ya Cîhanî li Davosê di meh Kanûna Duyem de.

Husên teqez kir ku ev yek "pir xeternak e û pinpêkirineke mezin û zelal e ji mafên destûrî yên serokê welat re, ku li gorî destûr ew mafdar e bi serokê welatên din re bicive û civînên fermî li dar bixe bo pêşxistina têkilîyên derve yên Îraqê û hevparîyên wê bi welatên din re,".

"Ev reftar nîşan dide ku milîsên ser bi Îranê ve hewl didin ku badora xwe bihêztir bikin û sazîyên dewletê lawaz bikin û sivkatîyê bi sîmbolên wê bikin bo xizmetkirina ajanda û berjewendîyên Îranê," wî got.

"Rejîma Îranê berdewam e di gurkirina tundûtûjîyê, terorîzmê û gelemşê de li Îraqê û herêmê bi rêya wekîlên xwe, û bi berdewamî nîşan dide ku ew naxwaze ku polîtîkayên xwe yên têkder biguherîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500